Li Yalovayê di operasyona DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin

Li Yalovayê di operasyona DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin

.

A+A-

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li parêzgeha Yalovayê di operasyona li dijî DAIŞê de 3 polîs hatine kuştin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê operasyona li Yalovayê daxuyaniyek da.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di pevçûna ku di dema operasyonê de derketiye de 3 polîs hatine kuştin û 8 polîs jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, di heman bûyerê de nobedarek jî birîndar bûye.

6 endamên DAIŞê hatin kuştin

Alî Yerlîkaya her wiha destnîşan kir ku di operasyonê de 6 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê birîndar veguhastine nexweşxaneyê û dermankirina wan didome.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin