
Mustafa Ozçelîk: "Hemû Kurdên cîhanê divê ji bo li Rojavaya Kurdistanê statuyeke siyasî bê bidestxistin seferber bibin"
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Batmanê semînerek li dar xist
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di roja 28.12.2025an de li Hola Parêzer Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê semînerek li dar xist.
Ji bilî rêvebir û endamên PWKyê; nûnerên PDK-Bakur, HUDA PAR, Partîya Demokrat a Kurdistan a Sûrîyê, Partîya Yekitî ya Kurdistan a Sûrîyê, Komela Toriyan û Şaredarê Berê yê Sêrtê Sêrtê Dr. Ekrem Bîlek, Serokê Berê yê Baroya Batmanê Parêzer Zekî Ekmen, siyasetmedar û ronakbirên Kurd Eşref Tarhan, Mehmet Saît Ezer, M. Şafîi Ekîncî, Muhitîn Batmanî, Dr. Zennûn Xiznewî, Seyda Goyan û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd beşdarî semînerê bûn.
Piştî axaftina xêrhatinê ya Serokê PWKyê yê Batmanê Azîz Ozdemîr, semîner bi sirûda neteweyî "Ey Reqîb" û rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Azîz Ozdemîr li ser mijar û girîngiya semînerê agahî da û paşê ciwanê welatperwer ê kurd Îzzetîn Okan daxuyanîya PWKyê ya li ser 14emîn salvegera Komkujiya Robozkê xwend.
Paşê moderatorê semînerê, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Hamdusena Demîrel û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk hatin vexwendin ser kursîyê. Demîrel dîyar kir ku ew hêvî dikin ev semîner bibe wesîleya tifaqa hemû potansiyela neteweyî û Kurdistanî ya li Bakurê Kurdistanê.
Piştî axaftina Hamdusena Demîrel, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk dest bi semînera xwe kir.
Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de li ser her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û geşedanên li Rojhilata Navîn agahî dan û analîzên berfireh kirin.
Li ser Komkujîya Roboskiyê û Helwesta Dewleta Tirkîyeyê
Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komkujîya Robozkê û wiha got: “Dewleta Tirkiyê, li ber çavan, 34 Kurdên ku piraniya wan zarok û ciwan bûn li Robozkê qetil kirin. Ev komkujî bi temamî hat nixumandin. Dewleta Komara Tirkîyê heta îro hesabê komkujiyên li Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dêrsimê nedaye. Dewletê hesabê zulm, îşkence û neheqiyên di demên darbeyên leşkerî yên 1960, 1971 û 1980yî de nedaye. Di salên 90î de 17 hezar mirov bi navê ‘kujerê wan ne diyar’ ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin qetilkirin, lê hesabê vê jî nehat dayîn. Dewleta Tirkîyeyê div an 40 salên dawî de bi hezaran kurd kuşt, 5000 hezar gundên Kurdistanê vala kir, şewitand, xera kir. Bi sîyaseteke plankirî û bi zordarîyê 5 milyon kurd ji cîh û warên wan dûr xist, mexdûr kir. Bi deh hezaran kurdan îşkence dîtin, hatin hefs kirin. Ji ber ku heta îro ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hesabê tu komkujîyan û yê van neheqîyan nehatîye dayîn, komkujiya Robozkê jî bi rengekî bêminet pêk anîn.
Nuha Dewleta Tirkîyeyê behsa ‘Tirkîyeya Bê Teror’ dike. Ma gelo di derbarê vê terora Dewleta Tirkîyeyê ya ku 100 sal e didome, qet tu gotin û uzir xwestinên Dewleta Tirkîyeyê tune ne?
Ozçelîk li ser ‘pêvajoya nû’ jî wiha got: “Ozçelîk li ser ‘pêvajoya nû’ jî wiha got: “Hîna gava yekem ji bo pêvajoyê nehatiye avêtin, heqaret û êrîşên nemirovane û bêexlaqî li dijî siyasetmedara kurd Leyla Zana û êrîş li ser alîgirên Amedsporê têne kirin. Kurd têne tehdîtkirin. Em van êrîşan şermezar dikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Pêdivî ye hemû kurd li dijî êrîşên li ser Leyla Zana û Amedsporê helwesteke hevpar nîşan bidin, lê nabe ku ev yek bibe amûra hesabên taybet ên tu komên siyasî.”
Statuya Rojavayê Kurdistanê û Polîtîkayên Tirkiyê
Mustafa Ozçelîk diyar kir ku Dewleta Tirkîyê piştî 100 salan hîna jî polîtîkaya “Bila Kurd li tu derê dinyayê xêrê nebîne” dimeşîne û wiha berdewam kir: “Dewlet di nav seferberiyekê de ye da ku kurd li Rojavayê Kurdistanê statuyeke siyasî bi dest nexin. Erdogan di sala 2015an de gotibû: ‘Emê şaşîya ku li Bakurê Iraqê hatibû kirin, emê li Bakurê Sûriyê dubare nakin.’ .Ango Erdogan dixwaze beje, me nikarîbû rê li ber statuya federe ya başûrê Kurdistanê bigrin; lê emê nehêlin kurd li Rojavayê Kurdistanê statuyekê bidest bixin. Armanca sereke ya polîtîkaya ‘Tirkiyeya Bêteror, Herêma Bêteror’ jî ew e ku rê li ber statuya neteweyî, cografî û sîyasî ya kurdan li Rojavayê Kurdistanê bigire.”
Rexneyên li ser “Pêvajoya Heyî” û Hevdîtinan
Ozçelîk li ser hevdîtinên di navbera Dewleta Tirkîyeyê û Ocalan de got: “Niha li pişt derîyên girtî, bi rengekî nezelal hevdîtin hene. Qedera 30 mîlyon Kurdên li Bakur û Tirkiyê nabe ku di navbera Ocalan û dewletê de were hepskirin. Dewlet dibêje ‘Pêvajoya Avakirina Tirkîyeyeke Bê Teror û Herêma Bêteror’ e, PKK û DEM Partî dibêjin ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’. Lê gava em li daxuyaniyê rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û yên Ocalanî dinêrin, em tu nîşaneyên aştîyeke mayînde û çareseriya pirsgirêka kurd nabînin. Em dibêjin; rast nîn e ku Ocalan li ser navê 30 mîlyon Kurdan bi dewletê re hevdîtinan bike.”
Ozçelîk destnîşan kir ku ew alîgirê çekdanîna PKKyê ne û wiha got: “Çekdanîna PKKyê di berjewendiya gelê me yê li her çar parçeyan de ye. Em dixwazin mafê hêviyê ji bo Ocalan pêk bê, Selahattin Demirtaş û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan. Gerîlayên PKKyê yên çek danîne divê bi awayekî azad bikaribin vegerin. Lê daxuyaniyên Erdogan û Bahçeli nîşan nadin ku ev pêvajoyeke aştî û demokrasiyê ye. Pirs pirsa kurd û kurdistanê ye, ne pirsa çek danîna PKKyê tene ye.”
Raporên Komîsyona Meclîsê û Helwesta Partîyan
Ozçelîk bal kişand ser raportên AK Parti, MHP û CHPyê yên ku pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê kirine û got ku di van raporan de tu behsa hebûna miletê Kurd û tu mafên Kurdan nehatîyê kirin.
Her wiha Ozçelîk rexne li raporên DEM Partî û HUDA PARê jî girt û got: “Mixabin di raporên DEM Partî û HUDA PARê de jî rastiya ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka milet û welatekî ye hatiye paşguhkirin. Çareserîya pirsgirêkê bi hemwelatîya wekhev hatîye pênase kirin. Di rapora DEM Partîyê de daxwaza nasandina nasnameya miletê Kurd, fermîbûna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zelalî nehatiye ziman.”
Bang û Pêşniyarên ji bo Yekitîya Neteweyî
Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan:
Tifaqa Stratejîk: "Ji bilî DEM Partî û HUDA PARê ku ew xwe wek partîyêen Tirkîyeyê pênase dikin, divê di navbera hemû partîyên Kurdistanî de tifaqeke stratejîk a neteweyî were avakirin û herweha divê li ser esasê daxwazên acîl ên miletê Kurd Alîyê Kurdî were avakirin.
Rojava: ‘’Em weke PWK, piştgirîya Konferansa 26êyê Nîsana 2025ê ya li Qamişloyê dikin. Di vê konferansê de, bername û rêbazeke sîyasî ya neteweyî hate dîyar kirin û şandeyek hevbeş ya Rojavayê Kurdistanê hate hilbijartin. Em dibêjin ku daxwaza tasfîyekirina hêza leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ne rast e, întixar e û li dijî berjewendîyên gelê Rojavayê Kurdistanê ye. Divê ev hêza leşkerî weke alîyekî cuda bibe beşeke Artêşa Sûrîyeyê ya pêşerojê û divê mafê federalî, statuyeke sîyasî, namerkezîbûn, mafên fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî, parastin û geşkirina kultura kurdî û di qanûnek bingehîn ya demokratîk de bêne misoger kirin.”
Başûrê Kurdistanê: "Parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê erkeke pîroz a hemû Kurdan e. Divê demildest Hikûmeta Hevbeş ya nû ya Herêma Kurdistanê bê ava kirin. Divê partîyên Başûr (PDK, YNK û yên din) hikûmeteke hevbeş ava bikin û hêzên peşmerge, diplomasî, îdare, ewlekarî û aborîya xwe bikin yek. Divê partîyên li Başûr li Bexdayê bi yekdengî tevbigerin."
Rojhilat: "Mifteya azadiyê, tifaqa navxweyî ya partîyên li Rojhilatê Kurdistanê ye."
Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de got: “Di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku qedera her çar perçeyên Kurdistanê di vê astê de bi xweşî û nexweşîyên xwe ve tesîrê li hevdu dikin. Îro Peymana Lozanê li Başûrê Kurdistanê derzeke mezin xwarîye, ev derza ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dimeşe; piştî şikesta Dewleta Îranê û Hîlala Şîe û Bereya Miqaweme ya wê, ev derza dê ber bi Îranê û hêdî hêdî jî ber bi Tirkîyeyê ve were.Tirsa Dewleta Tirkîyeyê jî ev e; dixwaze rê li ber belavbûn û kûrbûna vê derze bigre. Ji ber wê jî girîngîya koordînasyoneke neteweyî, niştimanî ya di navbera çar perçeyen Kurdistanê û kurdên dîasporayê de hîna bêtir derdikeve pêş’’.
Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe de bangî hemû partî, grûp û kesayetên kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê kir ku “divê ji bo avakirina tifaqeke neteweyî, demokratik û herweha ji bo li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd avakirina “Alîyê Kurdî’’, em demildest gavên pêwîst bavêjin”
Di beşa duyem a semînerê de Serokê Baroya Batmanê yê berê Parêzer Zeki Ekmen di derbarê v^epêvajoya heyî de nêrînên xwe parve kirin. Semîner bi pirsen beşdaran û û bersivên Mustafa Ozçelîk di nav atmosfereke berhemder de bi dawî bû.
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)











NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin