Pervîn Bulan û Mithat Sancar careke din bûn Hevserokên HDPê

Pervîn Bulan û Mithat Sancar careke din bûn Hevserokên HDPê

.

A+A-

 Di pêncemîn kongreya asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku îro li Enqerê hat sazkirin, Pervîn Bulan û Mithat Sancar careke din wek Hevserokên Giştî yên partiyê hatin hilbijartin.

Îro Yekşemê 3ê Tîrmeha 2022an Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Werzişê ya Enqerê 5. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.

Kongre bi dirûşma “çareserî em in, serkeftin ya me ye” hat lidarxistin.

Di kongreya îro de, careke din Pervîn Buldan û Mithat Sancar weke Hevserokên Giştî yên HDPê hatin hilbijartin.

Pêştir HDPê ragihandibû, ku nêrîna serdest di nava partiyê de ew e ku hevserok neyên guhertin û li ser xebatên xwe berdewam bin, lê hatibû diyarkirin ku dê guhertinên mezin di rêveberiya partiyê de bên kirin.

Herwiha 100 endamên sereke, 50 endamên yedek û 30 endamên fexrî yên Meclisa Partiyê hatin hilbijartin

Di kongreya îro de, herdu hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar rexne li desthilata Tirkiyê girtin ku Pirsgirêka Kurd paşguh dike.

Herdu hevserokan herwiha amaje bi rêyên çareserkirina Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirin û rêbazên demokrasiyê, diyalog, siyaseta demokratîk û parlamento weke adresa çareseriyê nîşan dan.

Pervîn Buldan di axavtina xwe ya kongreyê de bang li desthilata Tirkiyê kir û got: “Hûn nikarin bi polîtîkayên şer rastiya Pirsa Kurd û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Îradeya gelê Kurd a ku di siyaseta demokratîk de û têkoşîna mezin a demokrasiyê ya bi hêzên demokratîk ên Tirkiyê re mil bi mil tê meşandin, wê di pêşeroja vî welatî de jî bibe diyarker. Dîrok bi me re ye. Pêngavên çareseriyê welatîbûna wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê, demokrasiya xurt û ji holê rakirina zirara darizandinê ye. Çareserî parlamento ye. Çareserî em in, çareserî gelê me ye.”

Mithat Sancar jî di kongreyê de Pirsa Kurd weke rastiyek li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi nav kir û got, “Hêza ramana me ji pabendbûna wê ya bi rastiyê re û awayê ku ew li ser bingeha rastiyê dimeşe tê. Yek ji wan rastiyan jî Pirsa Kurd e. Pirsa Kurd rastiyeke ku xwedî dîrokeke sed salî ye û bi nakokiyeke nêzî çil salan ve girêdayî ye û bi awayekî rasterast yan nerasterast bingeha gelek pirsgirêkan e bi taybetî jî ya demokrasiyê ye.”

Sancar behsa rêya çareserkirina Pirsgirêka Kurd kir û ragihand, Paşguhkirina vê tevlîheviyê tê wateya hewldana ji hev cudakirina çareserî û aştiyê. Ev tê wateya paşguhkirina rastiyê. Ez dixwazim tekez bikim ku rêbaza çareseriyê ne şer-pevçûn-tundûtijî ye. Çareserî û aştî tenê bi diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk pêkan e. Ji bo çareseriya Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk, pêvajoyeke aştiyê ya ku parlamento di navendê de be û hemû partî û beşên civakê bi taybetî jî HDP pêşengiyê bike pêwîst e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin