Penûsêkî di nav rehê çanda Kurdî de!/ Şoreş Reşî

Penûsêkî di nav rehê çanda Kurdî de!/ Şoreş Reşî

.

A+A-

Hinek nûser henê ku ji bo çanda kurd zêde serê xwe neşandibin jî nav û dengê wan li erd û ezman belav bûye; navdarin û navê wan li ser zimanê herkesî ye. Nizanim ew şansê, qebîlîyetê an jî ew baş dizanin ku mirov çawa danasîna xwe dikin… Lê hinek nivîskar û lêkolînêr jî hene ku bi rastî dikevin nava rehê çanda Kurdî, jiyana xwe dibaxşînin, kedeka mezin didin, zahmetî û xizannîyên mezin dikşînin, gund bi gund, çiya bi çiya digerin; mîna meşa hingiv dirop bi dirop çanda qedîm berhev dikin û berhemên xwe dinivsînin lê dîsa jî kes wan nasnakê û berhemên wan jî biqasî têyî xwestin belav nabin.

Min nivîskarek bihîstîyê ku, bixwe bixwe re hevpeyvînan dike û wan belav dike. Niha li seranserî Kurdistanê kesekî wî nasnekî nîne. Rojnemewanekî nas dikim, bawer bikin merik nikarê hevokekê bê şaşitî binivîsê lê ew kirin ”rojnemevanê mezin” Dîsa di meydana wêja ya Kurdî de jî hinek grup hene, ew piranî li dora herêmên xwe kom dibin. Heger tu ji wê herême bî pirsgirêk nîne, helbestek jî nivîsî be ewê navî wî/wê heta ezman bilind bikin. Lê heger tu ji dervayî herêma wan bî û bi devê xwe çûkan jî bigrî şansa te nîne.

Nivîskar û lêkolînêre kurd Mehmet Oncu jî dikevê nava ewên li dervayî herêman, ya jî ewê dikevî nav rehê çanda Kurdî lê kes wî nasnakî ye! Mirov dikarê kesên bi vî rengî texê nav `koma sêwîyên çanda Kurdî!` Bi ve rewşê mirov nizanê ku bigrî an bikene! Lê ez jî xwe dikim nava ve qetegorîya sêwîyan.

Lêkolînêr û nivîskar Oncu kurdekî ji bajarê Semsûrê. Jîyana xwe di nava kultura Kurdî de derbas kiriyê û ji 20 an zêdetir berhem nivîsîne. Bi rastî jî ked dayê û di her warê çanda Kurdî de berhem belav kirine. Ez pê serbilind bûm. Her herêmeka Kurdistanê hewcedariya xwe Mehmet Oncuyan heye! Ew ji bo me û kultura me xezîneyên bê hempa ne! Ez meraq dikim, çima sazî, rojnemê, xelatbelavkar, xwendewan û van kesan nabînin û qedra wan nagrin? Ew jî kêmasîyeka civaka me ku, kesên bingeha çanda me derdexin holê, wê ji nûva avadikin, qewî dikin navbînin û kesên ketinî dû popûlarîta xwe dibînin.

Bi rîya hevalekî min birêz Mehmet Oncu naskir; heta wê demê min navê wî nebihîstibû. Hemî berhemên wî daxwaz kirin û dem min paketa hatî vedikir û pirtûk je derdexistin, her cara min yek derxistî min digot: ”Her bijî!” Zedetirîn 20 berhemên rengîn, yek ji yeka baştir û balkeştirbûn ew. Mala te ava Mehmet Oncu, destên te derd nebînin û berhemdarbî! Berhemên M. Ocu:

  1. Çîrokên Kurdan I û II
  2. Gotinên Pêşîyan
  3. Mêhrîmah (Çarîn)
  4. Ezîze (Çarîn)
  5. Eware (Çarîn)
  6. Meyîr (xwarin)
  7. Yeklo, duklo, Dumbazê
  8. Çîrokên Efsanewî yên Kurdan
  9. Ferhenga Biwêjan
  10. 101 Biwêj, 101 Çîrok
  11. Cemîle (xwarin)
  12. Ji Kaniya Dil (Çarîn)
  13. Ji Deftera Kurdekî
  14. Şihîna Hespan (roman)
  15. Ferhenga Devoka Semsûrê
  16. Serpêhatî û Serboriyên Kurdan 
  17. Gotinên Pêşîyan I-II-III-IV 

 Şoreş Reşî/www.kurdenanatolien.com

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin