Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Paşperdeya wê şevê…

A+A-

Şeva 16yê oktoberê, beşek ji hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê û ew destkeftinên xwe yên ku bi şer û cengê bi bidestxistibûn, bê şer bi carekê de ji dest berdan! Teslîmî dijminan kirin û vekişiyan! Bi vê vekişandinê re hemû Kurdistanî şok bûn, ji desthilanî ketin. Ew tabloya Kurdistaniyên çend hefte berê ya festivala serxwebûnê reng guhert û bû wek tabloya Picaso Guernica.

Wan kesên ku ev tişt kirin, heta nuha tu tiştekî ku bikaribe di vî warî de bersiva kurdan bide nekirin. Qutîya reş ya wê şewê hê jî venebûye! Ji bo vê yêkê, piranîya kurdan, rojnamevan û sîyasetmedar hê jî ji xwe dipirsin; Bi rastî wê şevê çi bû! Heta ku bersivên hinek pirsan neyên dayîn wê ev pirsa ”wê şevê çi bû” herdem li holê be.

Mîrov dikare bi hêsanî bibêje ”îxanet”  bû. Gotina  ixanetê  gelek rehet dikare bibe bersiv, berê jî  îxanet bûne û dîrok dubare bû û dîsa hat serê me. Gotina îxanetê dike ku em gelek bi erzanî ji wê pirsê xelas bibin.

Ez dibêjim pirs jê vê mezintir e. Îxanet beşek ji bersîva vê pirsê ye. Li paş perdê listikên gelek mezin hebûn/hene.

Heger em li parastina Kerkûkê ya wê şevê mêze bikin em hinekî dikarin paşiya perdê û ji lîstikan hindeka bibînin.

Ev çend sal bûn parastina Kerkûkê di destê YNKyê de bû. Her weha asayiş, walî û piraniya dezgeh û rêxistinên îdarî jî di destên YNKyê de bûn. Hêzên PDKyê jî hebûn, lê ji yên YNKyê gelekî kêmtir bûn

Li gor tora medya, wê şevê, 20 hezar pêşmergeyên YNK, 4 hezar jî yên PDK wekî palpiştî li gor lihevkirinê, wê Kerkûk bi hev re biparastana. Li gor tifaqa hêz û Serokatiya Kurdistanê 16 oktoberê ”Ya Kerkûk yan neman”, Kerkûk wê bihata parastin.

Piştî êrîş destpê kir, ji nişkave piraniya hêzên YNKyê mevziyên xwe berdan û dan dijminên xwe û xwe bişûn de kişandin. Li gor tora medyayê, hinek ji serokatîya hêzên YNKyê îxanet kirîbûn. Bi peymanek dizî cîhê xwa dabûn hêzên Iraqê û Heşdî Şabî. Ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi dijminên xwe re bûbûn yek.

Perde nîv vedibû!

Hêzên peşmergeyan wê şevê, hinekan ji wan teslîm nebûn, şer kirin, helwesta serokatîya wê şevê famkiribûn û teslîm nebûn. Lihevkirina paş perdê rengê şerê wê şevê guhertibû, ji ber ku ref hatibûn guhertin. Divê taktîk û stratejîya şerê şevê jî ji aliyê kurdan ve yekser bihata gûhertin. Êdî şer ne tenê di navbêna pêşmerge û leşkerên dijmin de bû. Xeterîya ku pêşmerge û pêşmerge şer bikin derket hole.

Plan gelek mezin bû ”îxanet” dubare dibû. Tehran, Ankara û Baxda disa Kurd anîbûn hemberî hev û destkeftinên wan ji destê wan bi destên wan derdixistin! Plan ew bû ku Başûrê Kurdistanê bikin du perçe, yekitîya kurdan û her weha îradeya referanduma serxwebûna Kurdîstanê pûç bikin.

Bi nîvvebûna perdê re Kurd ketin tengasîyek mezin. Em şaş û mat man. Di tarîya şevê de pêşîya xwe dîtin ne rehet bû. Êdî pirsa rojevê ne tenê parastina Kerkûkê bû, hebûn û nebûna hemû Kurdîstanê bû.

Serokatîya Kurdîstanê û Hêzên kurdan çibikira?

Ji wê gavê şûnda diviyabû hemî taktîk û stratejîja wê şewê bihata guhertin. Çend tişt hebû ji bo hêzên Kurdistanî;

1- Şer bikin! Ew şer jî tenê ne bi dijmin re dibû, bi peşmergeyên ku serokatiya wan li paş perdê bi Îran û Iraqê re li hevkiri bûn. Kurd dê dîsa bihatana himber hev û şerê hev bikirana. Birakujiyek bê mane dîsa destpêbikirana.

2- Xwe bi şûnde vekişandana!  Parastina destkeftinên Kurdistanê bikirana, wek parastina îradeya yekbûna Kurdîstanê û referandûma serxwebûna Kurdîstanê. Plan û lîstikên dijmin li paş perdê vala derxin, birînên xwe derman bikin û hinek berfireh li pêşîya xwe mêze bikin da ku bikaribin plan û lîstikên dijminên xwe pûç bikin. Ango du gav şûnde û gavek pêş de.

Belê Îxanet” bû lê belê plana dijmin gelek mezin bû. Referendûm bibûna an nebûna, dijminê kurdan serxebûna Kurdîstanê tu carî qebûl nedikir. Referandûm baştirîn tişt bû ku kurdan pêk anî. Referandûma serxwebûna Kurdîstanê, heqê hemû Kurdîstanîya ye, mafê rewa mîna şîrê dayîka wan. Kesên paş perdê divê tu car neyên efûkirin û bên ceza kirin.

Ji wê şevê şûnde êdî bes e!  Sîyaset ne fotbol e, derby maç navbêna Silêmaniyê û Hewlêr de nîne. Armanc serxwebûna Kurdistan a xoşewîst e! Berjewendiya gelê Kurdistanê ye! Ne berjewendiyên malbat û herêma ye.

Heger em bixwazim planên dijmin pûç bikin û rê li ber îxanetan bigrin;

Divê Pêşmerge yek bin, asayîş û parastin yek bikin û ‘’cuzdan’’ yek bikin!

Em ji bîr nekin ; Sînorê Başûrê Kurdîstanê ji Kerkûkê wêdetir e, heta çîyayê Hemrîn e!

 2017/11 /16

Önceki ve Sonraki Yazılar