
QAMIŞLO - ‘Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake’
.
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi hezaran xwendekar, mamoste û xelkê Qamişloyê banga fermîkirina zimanê Kurdî kir.
Di mîtîngê de hat diyarkirin ku Kurd daxwaza xêrê nakin, daxwaza mafê zimanê xwe dikin.
Her wiha hat gotin, "Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsandin, nûnertiya me nake."
Li gorî nûçeya ANHAyê bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, xwendekar, mamoste û xelkê bajarê Qamişloyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15ê Gulanê) xwenîşandaneke girseyî li dar xist.
Xwenîşandan ji bo bidestxistina mafê zimanê Kurdî û fermîbûna wî hat lidarxistin.
Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û bi hezaran kes bi cilûbergên Kurdî beşdar bûn.
Meş li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê veguherî mîtîngê.
“Heta zimanê Kurdî nebe fermî em dê li ber xwe bidin”
Sûad Mistefayê dayîka şehîd Hevrîn Xelefê di mîtîngê de axivî û got:
“Şehîdan nehişt zimanê Kurdî winda bibe. Heta zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî em dê li ber xwe bidin.
Pêşketina mirovahiyê li ser zimanê dayîkê çêbûye.
Em Kurd hatine dinyayê û em dê zimanê xwe biparêzin.
Parastina zimanê Kurdî parastina nasname, civak û bedenê ye.
Heta zimanê Kurdî bibe fermî em dê li kolanan, li xwenîşandan û çalakiyan bin.”
Banga yekîtiya Kurdan
Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê Beşîr Mele Newaf jî bi helbestekê banga yekîtiya Kurdan kir û wiha axivî:
“Celadet Bedirxan gotibû, ‘Ne gengaz e gelek xwedî li azadiya xwe derkeve, bêyî ku bizane ka ew kî ye û ji bo çi dijî.’
Di vê çarçoveyê de kovara Hawarê bi tîpên Latînî û bi zimanê Kurdî bangî gelê Kurd kir ku xwedî li çand û nasnameya xwe derkeve.
Ez îro li şûna Celadet bangî we dikim, eger hûn xwedî li zimanê xwe dernekevin hûn dê ber bi tunebûnê ve herin.”
Peyama Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî
Şêx Murşîd Maşûq Xeznewiyê ku ji bo beşdarî çalakiyên zimanê Kurdî bibe berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê, li Urdinê hatibû girtin.
Hatibû plankirin ku Şêx Maşûq beşdarî mîtîngê bibe.
Her çend ew bi xwe ne amade bû jî wî peyameke dengî ji gel re şand û dengê wî di mîtîngê de hat guhdarîkirin.
Şêx Maşûq di peyama xwe de xelkê Rojavayê Kurdistanê silav kir û got:
“Ez îro bi bedenî ne li gel we me lê ruhê min bi we re ye. Ew bi we re ala ziman û rastiyê diparêze.
Kurdî zimanê me ye, ev welat welatê me ye. Zimanê me nasnameya me ye, diayê dayîkan û rondikên şehîdan e.”
Şêx Maşûq her wiha bal kişand ser parastina ziman û wiha got:
“Kurd zimanê xwe bi xwîna şehîdên xwe diparêzin. Zimanê ku dayîkan parastiye ti caran nayê jibîrkirin.
Ez bangî Şamê û her kesê ku guhê xwe li mafên gelê Kurd girtiye dikim, dengê vî gelî bibihîzin!
Zimanê me ne rehîneyek e ji bo bazaran. Zimanê me bi xwîna şehîdan xwe ferz kiriye.
Her kesê ku zimanê me red dike, hebûna me red dike. Yê ku hebûna me red bike jî di paşeroja me de cihê wî nîne.”
“Bêyî Kurdan Sûriyeyeke dadperwer nabe”
Şêx Maşûq di dawiya peyama xwe de banga tifaqa navxweyî kir û got:
“Bêyî Kurdan Sûriyeyeke dadperwer nabe. Em mafê xwe wekî xêrekê naxwazin.
Em daxwaza mafekî dîrokî û mirovî dikin ku şehîdan bedêla wî daye.
Serdema înkarê bi dawî bûye. Em êdî mafên nîvcomayî qebûl nakin.
Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsandin, nûnertiya me nake.
Ez bangî partiyên siyasî, hêz û eşîrên Kurdan dikim ku em li ser bingeheke hevpar li hev bikin.
Werin em bi hev re ji bo paşerojeke yekgirtî kar bikin.”
Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin