Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PANOREMA 2017 û Kurdistan!

A+A-

 

Başûrê Kurdistan:

Di despêka sala 2017dan de min ev mijar derxistin pêş:

"Aramîya herêmê di avakirina dewletek Kurd de ye."

"Çareserkirina pirsgirêk û qeyranên Kurdistan bi avakirina dewletê re bidavî tên. Heta pêşî li helwestên û berjewendîyên partîzanî neyên girtin û sazîyên dewletê dernekevin pêş, bingeha dewletbûnê nayê avakirin."

"Pêşîlêgirtina îxate jî di serxwebûna Kurdistan de ye!"

Min pêrsgirêkên Kurd û Kurdistan bi van hevokan tanî ziman:

"Ev hewlên li ser Rojhilata Naverast ji me re rastîyekê bi rewşek zelal eşkere dike. Divê Kurd tercîha xwe bi yekrêzî, li dij berjewendîyên Tirk, Ereb û Farisan bi nirxên zelal bînin ziman. Ji ber ku ev herçar dewlet bû 100 sale ku, ji kurdan re tenê zilm û zordarî, înkar û asîmîlasyon anîne. Kurd nikarin carek din xwînê bidin dewletên Ereban, tirkan û farisan! Ev întîhare ji kurdan re.

Berjewendîyên Kurdistan di perçekirin peymana Sykes-Picot û ji nû ve di dîzayna Rojhilata Naverast de ye.

Eger Kurd tercîha xwe û terefên xwe rast deynin, di vê dîzaynê de afirandina dewletek Kurd jî heye. Ev bi carekê de bi kurdan ve girêdayî ye. Bi carekê de bi meşandina siyasetek netewî, kurdistanî-yekhevî û biîstîkrar ve girêdayî ye.

Ji nû ve dîzaynkirina herêmê û hatina aramîyê, bi avakirina dewletek Kurd mimkûne. Eger carek din wek peyman a Sykes-Picot ev xeterî ya mezin dûbare bibe, ti caran aramî nayê herêmê. Ev di tecrûbên 100 salî de hatîye tesbîtkirin."

Li gor pêvîstî û rastîya vê stratejîyê; "referandûm û serxwebûna Kurdistan" gavek pîroz bû û divêt Kurd û Kurdistanî bi hemû hêz û pergal-sazîyên xwe li pişt vê projê yekhelwest bûna.

Lê di vir de Hêza gewre a ku li Bakur û Başûrê Rojavayê Kurdistan xwedî hêze; bi hêzên li Başûrê Kurdistan ku bi wan re têkildarin, beşek ji YNK, Tevgera Goran, Îslamî-Komel li henber vê proja serxwebûnê helwest girtin.

Di dema geşkirina agirê serxwebûn û referandûmê de van hêzan piştgirî nedan. Ne li dîyaspora Kurd, ne li Bakur û Başûr û ne jî li rojhilat û Rojavayê Başûrê Kurdistan di nav çalakî û karnawalên serxwebûnê de cîh negirtin. Di vê pêvajokê de her dijîtîya serxwebûna Kurdistan û redkirina dewletbûnê, parastina sînorên kolonyalîstan bûn karesat ji wan re.

Min bêrawest anî ziman ku:

„Ji bona ku Kurd ji vê hengamê serkevtî derkevin û li ser masa çareserkirina pirsgirêkên herêmê xwedî kursî bin; yekem şert ew bû ku Kurd yekrêz bin û pêwîstbû ku roj berî roj qeyranên siyasî yên navxweyî çareser bikin ku, amadeyî rûbirûyî bidestxistinên mezin bibin."

Ev yekrêzî ne di qutkirina dahatên butçe û mûçeyên Kurdistan de, ne di dema şerê li henber DAÎŞ de û ne jî di stratejîya referandûma serxwebûna Kurdistan de pêknehat. Ew hêzên dijraberî referandûm û serxwebûna Kurdistan, her alozî geşkirin û her xwestin ku hêza serxwebûnxwaz têkhere. Qûtkirina butçe û mûçeyan bi destê İraq dimeşîya. Armanca İraq ew bû ku îstîkrar a başûrê Kurdistan hilweşe. Lê ev karesatên İraq ku "kurdan bi birçîbûnê terbîye dikir"(!) nedihatin dîtin û hêzên serxwebûnxwaz berpirsiyar didîtin!

Piştî Dîktator Saddam, yekem car yê ku xwest bi qutkirina nifqê           Kurd û Kurdistan, bi tehdîda birçîbûnê kurdan terbîye bike Nûrî El Malikî bû. Para butçeya Kurdistan birî. Muçeyên karmend û Pêşmergan qut kir. Para Kurdistan a çekdaran neda. Bi êrîşên DAÎŞ re deverên ji dervê kurdistan bêşer teslîmî DAÎŞ kir û bingeha qeyran û alozîyên mezin ava kir. Bêtifaqî xist nav hêzên siyasî yên Kurdan. Ev jî bû sebebek ji derxistina qeyranek siyasî. Lê ev hêzên dijraberî serxwebûnê tênedigihîştin ku ev pîlanek dijmine û armancek wê heye!

Li dîyaspora Kurd li cîhanê, li rojavayê Kurdistan û li Başûrê Kurdistan çalakîyên piştgirîya referandûm û serxwebûnê bi coş û girseyên 100 hezaran bidar ketin. Coşek netewî, hêvîyek serxwebûnê di ruhê kurdan de zîl da û tenê bi ala rengîn herikî kolanan. Dijminên Kurd û Kurdistan ji vê coşê tirsîyan û ev coş di 25.09,2017 an de bi îradeyekî bilind, (%92.73) îradeya xwe ji bona serxwebûnê pejirand . Ev cara yekem bû Kurd û Kurdistan di aşitî de bi helwestek demokratîk îrade beyan dikir. Gavek pîroz bû.

Ev baskê ku li her beşê Kurdistan dijîtîya referandûm û serxwebûnê dikir, wek hejmarek piçûk (tev li yên ku neçûn ser sindoqê û yên ku "na" bikar anîn, ji %27) ma. Lê ev tehlûke wek girêkek berfê li ber me ku bi dorpêç û astengên dijminan re li ser Kurdistan; bigindire, mezin bibe û bibe tehlûkek metirsîyê û berjewendî û hesabên piçûk; bideskevtinên Kurd û Kurdistan tehdît bike û têxe bin bandorek xerab.

Ev telûke yekem car di dîroka Kurdistan de li gel tomarkirina referandûmek serkevtî; îxanetek wek a 16.10.2017an ket dîroka îxanetkar a Kurdistan. Kerkuk û derdorê wê bi destê îxanetkaran radestî dijminên Kurdistan bû. Di nava vê îxanetê de; hemû hêzên dijraberî referandûm û serxwebûna Kurdistan bi dijminên Kurdistan re di dorpêça Kurdistan de cîhê xwe girtin an jî bêng man.

Ev girêka berfê; bi alîkarîya dijmin, derxistina alozî, tehdîda qeyranek aborî û hilweşandina asayîş û bingeha aramîya jiyana hevwatîyan re gihîşt astek tehdîtkar. Êrîş hat ser avahîyên hikûmetê, baregehên partîyan û ser asayîşê. Şewitandin, talankirina hinek herêmên ku di destê vê baska dijraberî serxwebûnê de, bang ji dewleta İraq re derxist ku hemû bidestkevtinên Kurd û Kurdistan binpê bike.

Min di despêka sala 2017an de di nivîsek xwe de ev metirsî û siyaseta Silêmanî îşaret kiribû ku:

„Hinek di Kurdistanê de, li henber dagirkeran, talankeran  şer dikin, xwîna xwe dirijênin û cangorî dibin; lê hinek jî bê ku hurmetê ji van hêjayîyan re bigirin; êrîş dikin û vê keda pîroz, van serkeftinên pîroz piçûk dikin. Lê nayê bîra wan ku bi saya serê van xwebexşan ew jî li ser wê axa pîroz dijîn!

Ji van kesan re sînor û hesasîyetek netewî, niştimanî nemaye. Çavên xwe girtine, resas berdane qullên guhên xwe û li Silêmanî xwe kirine navenda Kurdistan û her êrîş dikin. Ji beşek Ronakbîr-siyasetmedarên Silêmanî re ev kar ne tiştekî nû ye. Hikumet du serî, artêş dubeş, di siyasetek teng û herêmî de fetisîye. Di mejûyê wan de Kurdistanek serbixwe tineye."

Mixabin!

Siyaseta Silêmanî, siyaseta dijraberî destkevtin û serxwebûna Kurdistan, wek kînorek dijwar di dilê Kurd û Kurdistan de birînek vekir. Kurdistan xist bin bandorek neyênî.

Ev baskê dijraberî serxwebûna Kurdistan li gor siyaseta kolonyalîstên xwe, rêk û pêk bûne. Daxwaza wan bi xwestinên  dijminan re hatîye sînor kirin. Navka wan bi paytextên dijminan ve hatîye girêdan û ji wir tên xwedî kirin. Sînorên ku dijminan danîye ber wan, ew jî êsîr û xizmetkarên wan sînoran e. Ji serî heta binî dîroka siyaseta kolonyalîzmê li angora pêkanîna vê hatîye meşandin. Pirsgirêkên dijminan wek pirsgirêkên xwe dinirxînin, lê li ser pirsgirêkên xwe bi taybet nesekinîne. Vê helwestê jî ew kirine dînamîkên guhertin û xwenûkirina sîstemên dijminan.

Bakur û Başûrê Rojavayê Kurdistan:

Li ser baskê beşên Bakur û başûrê Rojavayê Kurdistan jî min di sala 2017an de ev nerîn derxistibûn pêş:

„Li Bakurê Kurdistan; şerên nav bajaran û helwesta PKK a ‚şerxwaz'; xizmetê ji têkbirina vê stratejîya kurdan û gavên dewletbûnê re dikir. Dînamîkên Kurdistan ji bona şerê îktîdarê yê tirkan bikar tîne! Hilweşandina bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan yên bi bingeh kurdperwer, ev bi xwe bû. Ji ber ku ‚paqijkirin'a van herêmên ku bi ser sînorên Başûrê Rojava û Başûrê Kurdistan ve ji bingeha kurdperwerî, ji tirkan re pir girîng bû. Di vê armancê de PKK bi wateyekî xerab hat bikar anîn.

Di van çend salên dawî de, hin hewldanên PKK û hin jî hebûna wê a li Başûrê Rojavayê Kurdistan, di mebesta pêşîlêgirtina avakirina pergalên netewî de ye. Ti mebestek tune ye ku PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan pergaleke neteweyî, an jî Kurdistanî ava bike. Tenê Başûrê Rojavayê Kurdistan  wek kobay ji bona wê îdeolojîya seqet, wekaletî û partîzanî  bikar tîne. Pêşeroja wê tine ye. Ketîye warekî hilgirtina şerê wekaletî di herêmê de. Bi destê dijminên kurdan, li ser asta pêşîlêgirtina bidestxistinên Başûrê Kurdistan û dewletek kurdistanî têt xwedî kirin û pirçekkirin!

Sebeba ku îro hinek hêzên di nav rêxistinên PKK yên legal û îlegalde (wek çepên Tirkan) li henber perçebûna Sûrîye û İraq, Tirkîye helwestê digirin jî; yek ji vê ye. Naxwazin ku sînorên van dewletan perçe bibe, çimkû wê Ji Başûr û Rojavayê Kurdistan dewletek xurt û xwedî bandor a Kurdan derkeve ku;  Ev jî di herêmê de wê pişta siyaseta tirkan bişkîne. Heta ku ji Tirkîye tê, van hêzên xwe yên nav PKK ji bona vê armancê bikar tîne. Dixe dewrê û helwesta hêzên serxwebûnxwazî di nav PKK de jî zeîf dike. Li ser siyaseta Bakurê Kurdistan bandora xwe zêde dike."

Di panorema sala 2017an de li ser referandûmê, hewlên Îran, İraq û Tirkîye jî, min ev bi şîweyek zelal nirxandibû:

„Pir siyasetmedar, rewşenbîr û dewlet; dorpêça li ser Kurdistan û êrîşên ser Kerkuk û derdorê, îxaneta navxweyî bi referandûmê ve girêdidin. Lê ev ne raste. Referandûm bibûna, nebûna wê Îran, İraq û Tirkîye bi hêzên dijraberî serxwebûnê re dest bi hewlên pêşîlêgirtina Kurdistan bikira. Ev di hesabên İraq yên liser butçe a sala 2018an de ku berî referandûmê bi demekê hatibû amadekin de eşkereye. Min ev jî di sala 2017an de derxistibû giftûgoyê."

"Hikûmeta Iraqê dahata nefta Kerkûkê xistiye nav proje a yasaya budçeya 2018 ya Iraqê. Serokê îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî û beşek ji YNKê hewl ji bo vê yekê didin ku nefta Kerkûkê ji aliyê şîrketa bazar kirina nefta Iraqê yaSomo ve bê firotin û ji Kurdistanê bê qutkirin.

Mixabin wek ku derket ber me, di sala 2017an de:

Ev berî referandûmê bi mehan hatibû pîlankirin:

Di eynî pîlanan de; Ew parlementerên Kurd li Bexda ku piştgirîya projeya hêzên Haşdî Şabî ku bibe beşek ji artêşa İraq kirin; daxwaza beşek ji YNK li ser dana nefta Kerkuk ji bona Bexda, pîlanên pêşîlêgirtina referandûmê û bi îxanetê teslîmkirina Kerkuk, hewlên Tevgera Goran û Tevgera Îslamî-Komel, yek bi yek hevdû temam dikirin. Hedef pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan û xurtkirina xeta şîe a Rojhilata Naverast bi xwe bû.

Di sala 2017an de rexne û divîtîyên li ser tevgera netewî a serxwebûn xwaz û bi piranî li ser PDK jî min bi van hevokan anî ziman:

"Divê PDK di siyaset û têkilêyên xwe de hewldar be û wê quretîyê terkbike. Bi têkilîyên xwe yên bi girsê re li ser keda netewa Kurd û Kurdistan neke pergalên xurtbûna xwe û di astek partîzanî de bikarneyne. Coşek netewî û serxwebûnxwaz derketîye hole. Divê PDK xwe nû bike ku bikaribe serkêşîya vê coşê bike bi ruhekî kurdperwer û niştimanî.

Qadroyên xwe û wê helwesta wan a partîzanî di berçavan re derbas bike û nû bike. Rê bide siyasetek ciwan û çalak. Rê li hewlên girseyî negire. Bi kadro û nûkirina siyaseta xwe, bi nûkirina xwînek  ciwan eleqeder be. Di nav PDK de serî ne ligor gewde ye. Ev jî sebebên siyasetek tembel û neserkevtî derdixe ber me.

PDK hêza serete ya Kurdistan e. Qedera pêşeroja serkevtinên Kurdistan bi helwest û siyaseta vê hêzê ve girêdayî ye. Hêvîya bi milîyonan Kurdperwer û niştimanperwera ye. Divê li gor vê giranîya xwe xwedî tevgerek nûker û pratîker be û xwe ji dewletê re amade bike."

Bi hêvîya ku di sala 2018 de ev  pirsgirêkên Kurddistan çareser bibin, destkevtinên pîroz tomarbibin û  bibe sala serxwebûna Kurdistan.

24.12.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin