PAK Li Batmanê Roja Ala Kurdistanê Pîroz Kir

PAK Li Batmanê Roja Ala Kurdistanê Pîroz Kir

Şaxa Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ya Batmanê îro (17.12.2019) bi minasebeta"Roja Ala Kurdistanê" pîrozbahîyek pêk anî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahî li Hola Civînê ya Şaxa PAKê a Batmanê saet li 13.00 an destpê kir.
Şaxa Batmanê ya PAKê bi ala rengin hatibû xemilandin û bi pankartek bi naveroka "17ê Berfenbarê Roja Ala ya Kurdistanê Pîroz be." hat daleqandin.
Di destpêka bernamê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û siruda netewî hat xwendin.
Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr bixêrhatin da mêvana û got: “Di dîroka miletan de al û sirûd du têgehên girîng in. Di jîyana netewan de Ala netewî nirxêkî herî girîng û pîrozê. Em îro bi diruşma "Al namus, rûmet û bextê milletan e" Roja Ala  Kurdistanê pîroz dikin..
Duvre Aziz Özdemirî daxuyanîya PAKê xwend.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

"17ê çileya pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye.
Di roja 17yê çileya pêşîna a 1945an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê komeke gêncên Kurd ala Kurdistanê li ser avahîya Mehkemeya Mehabadê ve darve kirin.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 11yê Mijdara 1999an de 17yê çileya pêşîn weke Roja Ala Kurdistanê îlan kir.
Ala Kurdistanê ya ku îro hatîye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îçtîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.
Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çîyayê Agirîyê hate bilind kirin.
Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çirîya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin."

Berîya ku Komara Kurdistanê bi gîyana, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."
Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî ev 100 sale ku wek ala Kurdistanê tê qebûl kirin.
Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistanîyên cîhanê wek ala Kurdistanê bê qebûl kirin.
Em roja ala rengîn a bi rûmet pîroz dikin.”

 

Paşî ji bo Ala ya Kurdistanê Aziz Özdemirî wuha got:
 

“Ala Kurdistanê ya ku îro hatîye qebûlkirin, di 1919an de ji alîyê Teşkîlati Îçtîmaîye ya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alîyê Teşkîlatî Îçtîmaîye ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin. Ev ala gelekî nêzî ala Medan e; bes şêr û tac lê kêm e. Di ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye.
 

Taybetîyên Ala ya Kurdistanê"Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî pêk tên.Şerîda sor li serê, ya sipî li nêvê, ya kesk jî li binî de ye. Li ser rengê spî bi 21 tîrêjên xwe roj heye.Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye.Kesk, rengê daristan û deşt û çîya u banîyên welat e, bereket û xweşîye. Sor; agirê Zerdeştê Kal û xwîna lehengên Kurd e. Zer; azadî û ronahî ye. Spî; aşitî, masûmîyet u rastevanî ye. 21 Tîrêjên rojê jî,remza roja Newrozê ye; ji roja Zerdeştîyan tê."
 

Di dawîya bernamê de Helbestkar Seydayê Gurdîlî helbestek bi navê  “Ala Rengîn” xwend. Bi pirs û bersivan û wênekeşîyên bi Ala Rengin re bername bi berhemdarî dawî bû.

17.12.2019
 

PAK Şaxa Batmanê


3-057.jpg

6-032.jpg

2-064.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin