Dîroka Ala Kurdistanê

Dîroka Ala Kurdistanê

Ala yeke ji hêma yên nasîna neteweyane û pîrozragirtina wê sereweteke suriştî ya gelên cîhanê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Gelê Kurdistanê gelek qurbanî daye bo paraztina ala ya xwe ku bi dirêjahîya dîrokê li teva ya Kurdistanê bi çend qonaxên cuda de derbaz bûye.

Kurdistan24, çîroka alayekê vedigêre ku zêdetir ji 90 salane ji alîyê malbata Bedirxanîyan wek mîrat a neteweyî hatîye paraztin.

Ev alaya li cem Sînemxanê ye, temenê wê alayê zêdetir ji 90 salane. Ew Ala li yêkem kombûna damezirandna rêkixistîya Xwoybûn, li sala 1927 weke Alaya Kurdistanê biryar li ser hatibû dan.

Heman Ala, li sala 1919 Komele ya Rêkxistina Civaka Kurdistanê li Stenbolê ji alîyê komek ji rûnakbîr û sîyasetvanan hatbû damezirandin.

Sînemxan Celadet Bedirxan, mîratgira bedirxanîyan, tekez dike ku Kameran Bedirxan, mamê Sînemxanê û ji malbata Bedirxanîyan, ew Alaya li sala 1919 weke alaya Kurdistanê nîşanî wlatên Ewrupayê dabû.

Ev alaya rêkixistîya Xweybûn, ku weke emanet li cem Celadet Bedirxan mabû, piştî çendîn salan, heya niha weke mîratekê neteweyî li cem Sînemxanê maye.

Ew jî weke dayîka xwe, niha di xema wê alayê deye ka piştî wê kî dê xwe ji wê alayê bike xwedî.

Dema ragehandin û damezirandna Komara Kurdistanê li sala 1946 li Mehabadê heman ew ala bi hinek guhertinên biçûk ve hate bilindkirin. Dûv re Qazî Mehemed,serokê komara Kurdistanê, ew ala weke emanet dabû Mela Mistefa Barzanî û rêbaza alayê berdewam kirîye heta gehaye vir ti caran jî bê hêvî nebûye.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin