PAK: Di 77emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de em ji şer û pevçûnan re dibêjin ‘na’, ji çareserîya sîyasî re dibêjin ‘erê!’

PAK: Di 77emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de em ji şer û pevçûnan re dibêjin ‘na’, ji çareserîya sîyasî re dibêjin ‘erê!’

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 77emîn salvegera bûyera 33 Guleyan ku di sala 1943an de li Qelqelîya (Ozalp) navçeya Wan a Bakurê Kurdistanê pêk hatibû daxuyanîyek belv kir. Di daxuyanîya xwe de PAKê bangî çareserîya sîyasî ji dewleta Tirkîyê kir.

A+A-

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 77emîn salvegera bûyera 33 Guleyan ku di sala 1943an de li Qelqelîya (Ozalp) navçeya Wan a Bakurê Kurdistanê pêk hatibû daxuyanîyek belv kir. Di daxuyanîya xwe de PAKê bangî çareserîya sîyasî ji dewleta Tirkîyê kir.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Di Tîrmeha 1943 de li navçeya Ozalp a Wanê bi hoyê ku qaçaxçîtî kirine 40 gundî têne binçav kirinê. Dadgeh 5an ji wan digire û yên din azad berdide.

Serleşkerê Ordîya 3yemîna dewleta Tirkîyeyê  Mustafa Mûxlalî vê biryara dagehê hezim nake û şeva 30yê Tîrmeha  1943yan bi îdîaya ku  qaçaxçîtîya heywanan kirine, di nîvê şevê de davêje ser malan û ji wan gundîyên ku Dadgehê wan serbes berabûn, 33 gundîyên bê sûc û bê guneh digire dibe Gelîyê Sefo dest û çavên wana girêdide bi emrekî gule direşîne ser wan û wana li wê  derê wan gulebaran dike.Yek jê bi saxî difilite, 32 kes têne kuştin..

1-116.jpg

Herçend kesekî ku bi birîndarî rizgar dibe û bûyerê digihîne meqamên berpirs jî, tu encam jê nayê girtin.

Ev bûyera ku bi awayekî serlê  tê girtinê, di salên pêş de ji alîyê hinekî parlamenteran ve tê rojevê. Li ser pêşnîyaza van parlamenteran  lêpirsîn li TBBMye (Meclîsa Tirkîyeyê) tê qebûl kirinê. Di derbarê berpirsên leşkerî û sivîl  lêpirsîn destpê dibe. Di doza leşkerî ya ku hemî bersûc têde ne de, Orgeneral Muxlalî  dayîna emrê gulebaran kirinê qebûl dike, ji ber temenê wî yê zêde  cezaya wî tê kêm kirin û bi  20 cezaya hepsê tê cezakirinê. Lê dadgeha Leşkerî dozê xira dike; lê hêj doza nû destpê nake Orgeneral Muxlalî di (71 salî) ya xwe de di 11 Berfanbar a1951de di hepisxanê de dimire. Ev mijara ku di 12 Sibat a 1956 û 25ê Sibat a 1956 di Meclîsa tirkîyeyê tê rojevê, li ser rapora Komîsîyona Lêpirsînê û hevdîtina Meclîsê ji ber derbasbûyîna demê û qanûnên cûrbecûr yên efûyê doz tê girtinê.

Ev înfaza bê daraz ku di dîrokê de wek bûyera 33 Guleyan  tê binav kirinê, ne ya yekem û ne jî ya dawîyê ye ku gelê Kurd tûşî  bûye.

Tu Berpirsekî Dewleta Tirkîyeyê yê ku Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û bi dehan serokirdeyên Kurd li sêdaran daye, bê ku firqê bixe navbeynê zarok jin, kal û pîran, bi dehhezaran Kurd, di şikeftan de şewitandin, serjêkiinr, kuştin, Gelîyê Zilan xiste gola xûnê, ji ber van kiryarên xwe nehatine darizandinê, nehatine cezakirinê.

2-115.jpg

Bırêveberên Dewleta Tirkîyeyê ku hêza xwe ji van bûyeran girtine, bi heman awayê vê rêbazê domandine.

Bê pirs û bê dad bi emrê Serleşkerê Ordîya 3yemîn Orgeneral Mustafa Muxlalî qetlîyama 32 gundîyên navçeya Ozalp a Wanê jî tekerûra şopandina sîyaseta înkar û ji holêrakirina Dewleta Tirkîyeyê ye.

Çi heyfe ku, Dewleta Tirkîyeyê piştê bûyera 33 Guleyê jî bi awayên cûrbecûr  sîyaseta pişaftin, înkar û ji holê rakirinê domandîye û ji alî Dewleta Tirkîyê ve rê ji bi hezaran kuştina Kurdan, bi hezaran şewitandin, rûxandin û valakirina gundan re hatîye vekirin.

Di salvegera 77 salîya bûyera 33 Guleyê de, em carekî din bangê li  Dewleta Tirkîyeyê dikin; Şer, operasyonên leşkerî û mirin, rêya çareserîya meseleya Kurd û Kurdistanê  nîne. Divê  rewşeke ku hemû şer û çalakîyên  çekdarî bêne rawestandinê de, bi beşdarîya hemî partîyên Kurdan, bi rêya danûstandinê, vekirina rêyên sîyasî yên çareserîyê gava herî rast, maqûl û mirovî ye.

30.07.2020

Buroya  Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin