PAK Beşdarî Daxuyanîya Komeleya Şex Said Bû

PAK Beşdarî Daxuyanîya Komeleya Şex Said Bû

Îro Komeleya Şêx Seîd bi boneya salvegera darvekirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de komeleyê daxwaza rastîyên derbarê serhildanê û berprisyarîyê hêzên herêmî, xwecihî û navdewletî kir.

A+A-

 

Komeleya Şêx Seîd îro bi helkevta 95mîn salvegera darvekirina Şêx Seîd, li bajarê Amedê daxuyanîyek da.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Felat Ozsoy daxuyanî xwand û dîyar kir, ku Şêx Seîd û hevalan wî yên li hember zilmê û inkarê serî hildan di 29ê Pûşpera 1925an de ji alîyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin şehîdkirin û îro salvegera wan a 95'mîn e.

Felat Ozsoy amaje bi serhildan û berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî kir û dîyar kir: “Rejimê dema hewl da hemû gelên erdnîgarîya Kurdistanê hem ji alî milî ve hem ji alî dînî ve tevî nirxên xwe bi giştî tune bike û ji hev belav bike, Şêx Seîd Efendî, hevalên wî yên dozê û Kurdistanîyan serî li ber wê netewandin. Li ber xwe dan.”

Di daxuyanîyê de hat gotin: “Em bawer dikin û gazî dikin ku gelê me di çarçoveya maf û edaletê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, lihevkirinekê bike û li ser vê bingehê bi hemû qewm û dewletên din re bi wekhevî û yekmafî bijî. Di şexsîyeta şehîdên Berxwedana 1925’an de; em hemû şehîdên jîyana xwe di ber maf, edalet, rûmet û azadîyê feda kirine bi bîr tînin. Em bi bîranîna wan ve girêdayî ne û biryara me pêkanîna hêvîyên wan e.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd herwiha daxwaza aşkerekirina rastîyan derbarê serhildana 1925an kir û destnîşan kir: “Em dixwazin heqîqeta berxwedana 1925an derkeve holê. Berpirsîyarîya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin.”

 Komeleya Şêx Seîd herwiha daxwaza vegerandina mafên desteserkirî kir û pêşnîyar kir, ji bo vê yekê komîteyek bê alî were avakirin. Di daxuyanîya komeleyê de wiha hat gotin: “Pêwîst e hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin (vegerandin) û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike.”

Têkildarî gorên serkirdeyên serhildana 1925an de jî, komeleyê daxwaza aşkerekirina gorên Şêx Şeîd û hevalên wî kir û wiha amaje bi daxwazên xwe kir: “Gorna Şehîd Şêx Seîdê Efendî û hevalên wî ku li Qada Şêx Seîd e teslîmî malbatên wan bibe. Gorna Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nursi), Seyid Riza û hemû gornên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe, ku malbatên wan ji kêlek gornê hatine mehrûmkirin.Em dixwazin wesîyeta wan bi cih bînin, ku dixwestin kêla gorna wan were danîn û bi vî rengî em berpirsîyarîya xwe bi cih bînin.”

Di daxuyanîyê de PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jî cî girt. Li ser navê PAKê Talîp Sana beşdarî daxuyanîyê bû û Sana axaftinek kir.

Di axaftina xwe de Sana spasîya komeleyê kir ku bîranina şehadeta Şex Seîd u rêhevalen wan bi çapamenîyê parve kirine. Sana got “Tevgera Şex Seîd piştî avakirina komara Tirkîyê cara yekem Şex Seîd û hevalên wî bi armanca Kurdistanek azad û serbixwe ava bikin  serhildanek li dar xistin. Tevgereke netewîbû. Em wesîyeta Şex Seîd û Qazî Muhemed û Seyîd Riza bibîr tînin. Wek nevîyên wan ku em serfiraz nebin emê jî wesîyeta xwe li nevîyên xwe bikin wê nevîyên me bigihin meqsed û mirada Kurdistanek serbxwe û azad”

 

Berîya 95 salan, serok û tekoşerên Kurdan, axa, seyda, mela, serokeşîr û rewşenbîran bi hev re bi armanca avakirina kurdistaneke serbixwe û azad dest bi serhildanê kirin. Lê serhildan bi lîstik û plangêrîya hikûmeta wê demê ya Tirkîyê şikest. Piştre serkirdeyên wê serhildana netewî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê, di bin bircên Amedê de hatin daliqandin.

Tevî ku 95 sal di ser wê bûyerê re derbas bûye, lê belê heta niha gorên pêşengên wê serhildanê ne dîyar in û arşîvên wê demê yên dewleta Tirkîyê jî nehatine eşkererekirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin