NY: Dirêjkirina rêkeftina hinardekirina dexl û dan bi ser neket

NY: Dirêjkirina rêkeftina hinardekirina dexl û dan bi ser neket

.

A+A-

Neteweyên Yekgirtî ragihand, dirêjkirina rêkeftina hinardekirina dexl û dan a di navbera Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê de bi ser neket.

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq ragihand, Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê di dirêjkirina rêkeftina hinardekirina dexl û dan de şikest anîn.

Ferhan Heq diyar kir, ew daxwazê ji Rûsya û Ukraynayê dikin ku bigihin hevtêgihiştin û hevahengiya ji bo dirêjkirina rêkeftina li ser hinardekirina dexl û danên Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş.

Herwiha destnîşan kir, vê hefteyê şandeke teknîkî ya Neteweyên Yekgirtî ligel Tirkiyê dicive û ew pêşbînî dikin, hefteya bê li ser asta bilind civîn di navbera aliyên nakok de were encamdan.

Beriya niha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kiribû, eger rê bi hinardekirina berhemên Rûsyayê jî neyê dayîn bo bazarên Ewropayê, ew rizamendî li ser dirêjkirina rêkeftina li ser hinardekirina dexl û dan nîşan nadin.

Ukrayna li cîhanê yek ji berhemhênerên herî mezin a genim e, bi awayekî ku ji sedî 10 genimê cîhanê dabîn dike.

Her çiqas bi navbeynkariya Tirkiye û çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftin di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hatibû kirin ji bo hinardekirina dexl û danên Ukraynayê, lê çend caran kêşe ji bo rêkeftinê dirust bû û hinardeya dexl û dan rawestiya.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin