NY: Cîhê herî zêde mayîn lê hene Iraq e!

NY: Cîhê herî zêde mayîn lê hene Iraq e!

.

A+A-

Netewên Yekbûyî (NY) ragehand, cîhê herî zêde mayîn di bin erdê wê de hatiye çandin li cîhanê Iraqê.

Rêveberê beşa Iraqê li fermangeha taybet a karûbarên mayînan li Netewên Yekbûyî Beer Lodhamer ragehand, du milyar û 960 milyon metre çargoşe axa Iraqê de mayîn heye.

Herwaha got, piraniya wan navçeyên li Iraqê mayîn hene dikevin sînorê navbera Iraq û Îranê û li parêzgehên başûrê Iraqê, ku paşmayên şerê 8 salî yên navbera wan her du welatan de ya 1980 heta 1988ê ne.

Berpirsê Nyê amaje bi wê yekê jî kir ku di nav welatên cîhanê de Iraq, welatê herî zêde mayîn lê heyî ye û piraniya wan mayîna ne jî paşmayên şerê Iraq û Îranê ne û beşek ji paşmayan jî piştî dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê hatine çandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin