Nîvê hemwelatiyên Brîtanyayê hatin derzîkirin

Nîvê hemwelatiyên Brîtanyayê hatin derzîkirin

.

A+A-

 Li Brîtanyayê ku yek ji welatê herî zêde mirin û pêketinên koronayê çêbûn, niha hejmara mirin û pêketinên vîrusa koronayê her diçe kêm dibe û behsa rakirina tedbîran tê kirin.

Di 24 saetên borî de, 2 hezar û 61 haletên koronayê hatine tomarkirin û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 4 milyon û 403 hezar û 170 kesan. Herwiha di 24 saetan de 32 kesan can daye ku hejmara mirinan jî bûye 127 hezar û 417 kes.

Wezareta Tenduristiya Brîtanyayê ragihand ku di helmeta derzîkirina bo vîrusa koronayê de, heta niha derzîya koronayê li 33 milyon zêdetir kesan hatiye lêdan û nîvê hemwelatiyan zêdetir hatine derzîkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî lêdana derziyên AstraZeneca û Pfizerê di hemû temenan de rêjeya pêketinên Covid-19 kêm bûye û li gorî lêkolîna Zanîngeha Oxfordê jî li ser hemwelatiyên hatine derzîkirin antîkorên bihêz li dijî vîrûsê çêbûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin