Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû hêzên Kurdistanî li Bexdayê yekdeng bin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû hêzên Kurdistanî li Bexdayê yekdeng bin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû hêzên Kurdistanî li Bexdayê yekdeng bin

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê demjimêr 07:00 deng da û hêvî kir ên ku diçin parlamentoyê bikaribin berevaniyê li hemû aliyekî bikin û got, piştî hilbijartinê hemû aliyên siyasî vedixwînin Serokatiya Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsyareke Rûdawê derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê de got: “Tişta ez hêvî dikim, hemû hêzên Kurdistanî piştî hilbijartinê, em hemû li Bexdayê yekdeng bin bo parastina mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa federal de. Herwiha hêvîdar in parlamentoya siberojê, bo çareserkirina pirsgirêkên hemû Iraqiyan be. Me her car gotiye gelê Iraqê hêjayê jiyaneke baştir e ji wêya ku heye, em dixwazin fikra serekî li ser dîtina derfeta kar bo ciwan û nehiştina gendeliyê be. Li ser avakirina dewleta sazumanî be.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî da ku “wek Kurdistanê, wek erkê xwe di çarçoveya destûrê de hemû erkên li ser in cîbicîh dike.” Nêçîrvan Barzanî ku yekem serkirde bû li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê deng da, got: “Kêfxweş im ku yekem kes bim min deng daye. Ew mafê yasayî yê her kesekî/ê ye deng bide.”

Piştî dengdanê, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî gelê Iraqê kir û got: “Peyama min bo hemû gelê Iraqê, peyama aştiyê ye, peyama biratiyê ye. Peyam ku em hemû bi hev re divê hewl bidin rewşa Iraqê ber bi baştir ve bibin. Em hemû di nav yek papûrê de ne, divê em hemû hewlên ciddî bidin Iraq serkeftî be.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi yekem pêngava piştî hilbijartinê da ku divê aliyên siyasî biavêjin û got: “Piştî hilbijartinê aliyên siyasî vedixwînin û gotûbêjeke ciddî dikin, daku bikaribin bi çi awayekî beşdar bibin, bikaribin bi çi awayekî em hemû bi hev re beşdarî hikûmeta siberojê bibin. Li gor hilbijartinên derbasbûyî, aliyên Iraqî di dema propagandeya hilbijartinê de kêmtir êrîşî Herêma Kurdistanê kirin. Armanca me ew e ku ew bawerî bê çêkirin. Bi baweriya min bi awayekî giştî, her hikûmetek li Bexdayê were ser desthilatê, divê bala wê li ser wê yekê be xizmetguzariyê pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin