Nazê Nêrgiza Hewşê!

Nazê Nêrgiza Hewşê!

Hunergeha Welat ji bo cejnê straneke nû bi şêweyeke cuda pêşkêş kir. Ji bo vê hefteyê em wê hildibijêrin.

A+A-

Navenda Nûçeyan -Hunergeha Welat di 1'ê tîrmeha 2014'an de li Rojava hat avakirin. Ji wê rojê de li ser muzîkê kar dikin û her strana ku wan amade û pêşkêş kirîye heta niha gelek deng vedaye. Niha ew bi stran din û bi klîb awê li pêşberî muzîkhezên kurdî ne. Strana bi navê "Nazê Nêrgiza Hewşê" gotinên wê aîdê Şêro Hindê ne û muzîka wê Mehmûd Berazî çêkirîye. Hunermend Şervan Badîn stran bi şêweya "cappella" xwendîye û hunermendên din ên Hunergeha Welat wekî vokal bi dengên xwe têde cih girtine. Derhênerîya klîbê jî Şêro Hindê kirîye. Klîb bi hevkarîya Med Music TV hatîye çêkirin û êvara 22'yê mehê hat weşandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin