Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Nasnama kurdan ne li Enkera,Tehran, Şam û Bexda ye!

A+A-

Ku hûn nizanibin ji bo çi, ji çi re, ji bona kê şer dikin û di wî şerî de çi berjewendîyên we hene,  wê şerê we tenê xizmetê ji şerxwazan re bike. Şerxwaz, her tim berjewendîyên xwe li gor geşkirina şer  tomar dikin. Helwesta ne zelal, sebebê têkçûnê ye.

Kurdistan di navbera 4 dewletan de ji hev hatîye perçe kirin û  parvekirin. Bûye kolonîyek navdewletî. (îro rewşa başûrê Kurdistan guhertîye û hewceye bi taybet li ser bêt sekinandin. Ya Başûrê Rojavayê Kurdistan jî, ji ber şerê Sûrîye yê navxwe, niha herêmek nîv-defakto ye.) Hest, mejû û ramanên kurdan jî hatine perçe kirin. Ev sed sale netewa kurd di bin nîr, bandor û alozîyên perçekirî de dijî. Em vê jiyana perçe perçe tenê bi sînoran û bi erdên mayînkirî nikarin binirxînin! Divê em bandora perçebûnê, a li ser raman û daxwazên netewa Kurd, ronakbîr-Rewşenbîr û siyasetmedarên vî netewî jî şîrove bikin. Ji ber ku vê perçebûnê, seqetîyek mezin jî ji me û ji helwestgirtina me re anîye. Em tenê nebûne êsîrê sînoran, em bûne êsîrê têkilîyên çand û berjewendîyên netewa serdest bi xwe jî.

kurdên her perçekî Kurdistan li gor siyaseta kolonyalîstên xwe reng û pêk bûne. Daxwaz bi vê re hatîye sînor kirin. Navka wan bi paytextên dijminan ve hatîye girêdan û ji wir tên xwedî kirin. Sînorên wan dijminan danîye û ew jî êsîr û xizmetkarên wan sînoran e. Ji serî heta binî dîroka siyaseta kolonyalîzmê li angora pêkanîna vê hatîye meşandin. Pirsgirêkên dijminan wek pirsgirêkên xwe nirxandine, lê li ser pirsgirêkên xwe bi taybet nesekinîne. Vê helwestê jî ew kirine dînamîkên guhertin û xwenû kirina sîstema dijmin.

Ji ber wê jî, dijmin dema ku ji bona berjewendî û xurtkirina serdestîyên xwe, guhertinan çêdike; pirsgirêka dijmin dibe a kurdan jî.

Lê di eslê xwe de ev sererast kirin, ji bona xortkirina nîrên li ser  kolonîyê ye bi xwe ne. Yani kurd bi destê xwe nîrê qirika xwe dişidînin.

Hemû sazîyên van dewletên kolonyalîst li Kurdistan dagirkerin. Ji sazîya perwerde û çandê bigire, heta aborî, asayîşî, leşkerî û dolivgerîyên dadmendî, saziyên medenî û çapemenî; Hebûna van li Kurdistan, yek bi yek ne meşrû ye. Xizmetê ji sîstema dewleta kolonyalîst re dikin.

Kurd çima van hêz û sazîyan li Kurdistan meşrû dibînin û meşrû dikin?

Parlementoya tirkan, bi program, bi kar û barên xwe parlementoyek dagirkera ye. Dijmin, bi girtina biryar û derxistina yasa û qanûnan, hebûn û kirinên vê dewlet a dagirker li Kurdistan meşrû dike. Ji dêlva ku Kurd, poz û lingên makezagon, yasa û qanûnên vê dewletê sererast bikin, divê ji kokê de red bikin.

Kurd çima cîh girtin, kirin û hilbijartinên vê parlementoya dagirkeran li Kurdistan dipejirînin û meşrû dikin? Heta ku çavê kurdan li paytextên dijminan, li parlemento û dezgehên dijminan be, wê hebûna van dewletan û dagirkerîya wan li Kurdistan di nezera netewa Kurd e meşrû be!

Heger netewa, netewek kolonî be û Kurdistan ji terefên van dijminan de hatibe dagirkirin, Dewlet û sazîyê van dewletan ji kurdan re yek bi yek sazîyên zor û zordarîya serdastan bi xwe be. Di guhertin û sererastkirina van sazî, qanûn û yasayên vê dewletê de ti berjewendîyên netewa Kurd tune ne. Ji ber ku nûkirin û sererastkirina sîstema kolonyalîst, dirêjkirina mercên heyênî ne. Ev jî ne gavek erênî ye. Divê ji kokê de bêt redkirin. Li gor daxwazên dijmin girtina helwestê, zerarê dide Doza Kurd û Kurdistan. 

Li tirkî ev demek dirêje di navbera du hêzan de şerê îktîdarê heye. Helbet şerê tirkan î nav xwe, ne şerê kurdan û ne jî berjewendîyên doza kurd û Kurdistan diparêze. Di vî warî de ti guhertin, xizmetê ji kurdan re nakin û bîleqis, mercên dagirkerîya dewletê û emrê hebûna zilma dewleta dagirker dirêj dike.

Şer, ji bona ji nû ve rêk û pêk kirina (re.organîze) sîstema dewleta tirkan dimeşe. Guhertin li angora vê tên kirin. Xwestin û pejirandina ajenda li pêşîya wan, ji alozî û hilweşandinên Rojhilata Naverast, parastin û rizgarkirina dewleta tirkan bi xwe ye. Kurd jî bedêla vê bi girtin, zîndankirinê û bi qetilkirinê didin.

Çima ev bîye pirsgirêka kurdan?

Wê Kurd çima bixwazin ku dewleta tirkan ji van alozîyan riz bibe? Her gava xurtkirina dewleta tirkan, xurtkirina astengên pêşîya tekoşîna rizgarîya Kurdistan bi xwe ye.

Kurd mecbûrin daxwaz û stratejîyên xwe li gor berjewendîyên xwe yên netewî û Kurdistanî bi rêk û pêk bixin.

Helbet dema Kurd dev ji doza Kurd û Kurdistan berdin û bibin realîtek ji civata tirkan, ereban, farisan; serdestîya wan, asîmilasyon û ji holêrakirina hêjayîyên kurdan meşrû bibînin, ew êdî beşek ji çirava Enkera, Tehran, Şam û Bexda bi xwe ne. Beşek ji guhertinên makezagon, hilbijartin, hukumranî û nûkirinên wan dewletan bi xwe ne. Ev jî êdî ji rêk û ramanên kurdayetîyê derdikevin û dibin beşek ji hêza îteatkarên dewleta serdest.

Pergalên xurtkirin a dewleta tirk, ereb û farisan e. Dibin asteng ji tekoşîna rizgarîya Kurdistan re. Her Kurdekî ku li Enkera, Şam, Bexda û Tehran li nasnama xwe bigere, ew ji tekoşîna rizgarîya Kurdistan re astengeke.

24.01.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin