Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

”Nameyek ji Şernaxê” û xwezî herkes bikaribin binivîsînin!!!

A+A-

Em tim gazinan ji bav û bapîrên xwe, ji pêşiyên xwe dikin ku wan bi nivîskî ji bona me tu tiştek nehiştine, ango nenivîsîne, heger hinan jî nivîsîbin mala wan ava be, lê ew jî têrî ku em dîroka xwe, serpêhatiyên pêşiyên xwe, rewşa dema ew têde jiyabûn, bizanibin û fêr bibin nake.

Niha di vê dema em têde dijîn, gelek îmkan û derfet bi dest me ketine ku em êdî dikarin rûnên û wan binivîsînin. Lê em vê jî weke tê xwestin nakin.

Ez li vir bi saya pirtûka brêz Evdirehmanê Gundikî ku weke çapa ewil,  çapa dudan jî di roja 16.4.2019an ya bi navê ”Nameyeke ji Şernaxê” diyarî min kiribû, gazî û hawara xwe dighêjînim wan rêber, serok û berpirsên me yên salan 1960-80 ku ew jî her yek ji wan dest bi nivîsanda wê demê û xebatên dihatin û hatibûn kirinê bikin.

Bi qasî ez dizanim û bûme şahîdî wê yekê ku ew dem demeke zêrîn û êdî tu caran bi şûnda nayê. Ew dem demeke weha bû, mîrovên wê demê, şoreşger û welatparêzin wê demê gelekî durust, fedekar û xebatkarê welatê xwe bûn.

Ew mirovên wê demê bi fedekarî û cahdên xwe ê şexsî ji bona welatê xwe azad bikin, her yekî /ê ji wan heta dikarîbûn karê ji bona azadiya welatê xwe dikirin. Di serî û mejiyên piraniyê de berjewendiyên sexsî, hesûdî, fesadî tune bû.

Derd û armanca kesên me yên wê demê tenê ew bû, dê çawa welatê xwe ji bin nîrê dagirkeriya tirkan ve azad bikin. Loma jî em xortên wê demê me di temenekî bi çûk dest avêtin karê ji bona azadiya welatê xwe, kurdistana şêrîn û delal.

Lê kêmaniya piraniya rêvebir, serok û berpisên me yên wê demê jî ew ku nikarîbûn an nizanîbûn muhasebeyeke di nav endamên partiya xwe de bikin ku bi rastî kî/ê ji bona xwe û berjewendiya xwe di nava partiyê de ne. Kî/ê bi rastî tenê ji bona azadiya welatê xwe kar dikirin. Dema roj hat ev kêmanî bû sedemê perçekirin û ji hevketina partiyan.

Lewra jî ez girîng dibînim ku divê wan berpirsên me hemî dest bi nivîsandina wê rewşê bikin da ku kêmanî, şaşitî û çewtî di ku de bû ew derkev e. Bila ew bê zanîn da ku nifşê nû jî weke me şaşiyan nekin.

Ji ber ku heta şaşitî neyê gotin û nivîsandin, heta ku em kêmaniyên xwe bi dilsozî nenivîsînin û heta ku em çavên xwe ji wan şaşitiyên hatibûn kirinê re bigirin, em ê pirêzak baş, tecrubeyên delal ji nivşê dû xwe re nehêlin.

Dema em vê nekin, serpêhatî, bîrewerî û zanînên xwe yên we demê bi dilsozê û li ser asasekî rast nenivîsînin wê nifşê li dû me jî nikaribin bi rehetî û bê ku şaşitiyên nekin karê xwe bikin.

Heger tecrube, zanyarî û xebatên berê bi awayekî rast ji nivşê nû re nayê gotin, nivîsandin ew ên jî ji ber bê tecrubetiyê şaşiyên ji yên me mezintir bikin û niha ew tê kirin.

Piraniya xort û ciwanên niha yên kurd, ne weke kurd lê weke sosyalîst, weke îslamîst weke ummet û weke bratiya gelan karê ji bona gelê xwe dikin ku di wî karî de hîs, bawer û nirxên kurdewarî  nayê dîtin ango tune ye.

Ji ber vê heta em kêmanî, şaşî û tecrubeyên xwe negihêjînin nivşê nû, ewên jî her weha weke me şaşiyan bikin. Ew ên li ser xeteke ne neteweyî doza gelê xwe bikin ku ew daxwaz wê tucaran nikaribe kurdistanê azad bikin.

Ev bû du car ku ez vê berhema delal ya brêz Evdirehmanê Gundî dixwînim û pêwîstî dibînim ku du carên din jî bixwînim. Her ku mirov wê dixwîne bêtir tiştan fêr dibe û li kêmaniyan haydar dibe.

Ji ber nivîsandina berhemeke weha, ji bona kedekê bê hembe û xebateke bi salan spasiya brêz Evdirehmanê Gundî dikim.

Xwezî hemî rêvebirên me yên wê demê, berpirs û kadirên me yên wê demê bikaribin wan raberduyên xwe binivîsînin da ku ji bona civateke demokrat ya kurdistanê bê damezrandin, ciwanên ku serkêşiya vê bikin, bibin xwedî tecrube.

Her tişt li ser koka xwe mezin dibe, dema civata li dû me li ser asasê xebatên me çavên xwe venekin, wan nebînin, kêmanî û şaşiyên wê nexwînin, ew civata em xeyal dikin, dê nayê damezrandin.

Civat li ser hîmên rastiyê, bi kesayetiyên rast û durust dibe civateke demokrat ku mafê herkesan di wê de misoger e. Heger te zanîna xwe neda civatê, heger te kêmanî û şaşiyên xwe bi zimanekî vekirî û rast negot, hinên din wê li ser xeteke ne neteweyî berê civatê bide xwe û wan li ser xeteke şaş perwer bike.

Di vê berhema xwe de brêz Evdirehmanê Gundikî gelek zanyarî daye ku divê herkes li ser wan raweste, brêz ji bona tekoşîneke rast li ser xeteke neteweyî bê meşandinê, çi lazim be ew aniyê zimên. Lewra gelekî girîng e ku divê ciwanên niha hemî vê berhemê bixwînin da ku me û xebatên me yên wê demê baş binasin da ku weke me şaşiyan nekin

Destên te xweş, dilê te geş, pênûsa te xurtir be ku te bi vê dilê me xweş û ê dijmin reş kirî ye, brêz Evdirehmanê Gundikî. Mala te avabe ku te berhemeke delal ji bona ciwan û nivşê pêş nivîsîye. Ev keda te wê di şevreşa welatê me de weke findekê pêkeve û hêdî hêdî wê dora xwe ronî bike.

Tu weke dîrokekê ye, loma divê tu wê dîrokê bi xwe re nebe, dinyayeke din. Heta tu bikaribe, rewş û tenduristiya te dest bide binivîsîne…

 

Önceki ve Sonraki Yazılar