Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye

Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye

.

A+A-

Mikis Theodorakis 100î zêdetir beste çêkirine ku yên ji bo fîlmên weke “Zorba” (1964), “Z” (1969), “Serpico” (1973) jî di nava wan de ne. Her weha di jiyana xwe de li gel karê muzîkê têkoşîna siyasî kiriye.

 

Muzîkjen, aktivîst û siyasetmedar, Mikis Theodorakis di 96 saliya xwe de miriye. Mikis Theodorakis 100î zêdetir beste çêkirine ku yên ji bo fîlmên weke “Zorba” (1964), “Z” (1969), “Serpico” (1973) jî di nava wan de ne.

Theodorakisî piştî xebatên muzîka klasîk ên serkeftî, bi amûrên muzîka netewî rîtim û melodî afirandiye û besteyên gelek senfonî, bale, opera û oratoryoyan amade kiriye. Her weha yên lîstikên şanoyê yên tragedya û modern jî di nava wan de.

Têkoşîna wî siyasî û xebatên wî yên hunerî bi hev re bûn. Têkoşîna wî ya li dijî Desteya Leşkerî li cîhanê deng veda û bû sembolek berxwedanê ya li dijî dîktatoriyê.

Ji bo çareseriya pirsgirêka tirkan û yewnaniyan, di sala 1986an de wî û Zulfu Lîvaneliyî Komeleya Dostaniyê ya Tirkan û Yewnanan ava kiribû. Ev dostaniya wan ji bo konser û albûmên muzîkê jî dewam kir.

Theodorakisî Xelata Aştiyê ya Lenînî wergirtiye ku di 29ê Tîrmeha 1925an de li Girava Sakizê ji dayik bûye. Bavê wî Girîtî, dêya wî ji Çeşmeyê bûye ku bi eslê xwe yewnaniyeke ji Îzmîrê bûye.

Theodorakis di zaroktiya xwe de dest mi xebatên muzîkê kiriye û koroyek ava kiriye. Di 17 saliya xwe de konsera xwe ya yekem daye ku tê de muzîkên olî yên Bîzansî straye. Dema Îtalyayê êrîşî Yewnanistanê kir, ew di heman temenî de bûye û tevlî tevgera berxwedanê ya Yewnanistanê bûye. Ew demekê dîl ketiye û piştî demekê azad bûye lê piştî Naziyan Yewnanistan dagir kirin, ew careke din tevlî nava refên berxwedêran bûye.

Gelek caran ketiye girtîgehê û sirgun bûye. Paşê çûye Parîsê û li vir perwerdeya muzîkê dîtiye. Di sala 1953yan de bi Myrto Altinoglûyê re zewiziye û piştî bi salekê ji bo perwerdeya xwe ya muzîkê li Parîsê bicih bûye.

Di sala 1961yan de vegeriyaye Yewnanistanê û Rêxistina Ciwanan a Lambrakîsê ava kiriye û bûye seroke wê. Di hilbijartinê de weke parlamenterê Pireyê hatiye hilbijartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin