Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

​​​​​​​Mûsa Anter û Strana Kimil

A+A-

 

Di sala 1958an de, Mûsa Anter û du hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameya (Ilerî Yurt/ Welatê Pêşketî) li Diyarbekirê diweşandin. Hingî armanca wan ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin.. wan serwxtî rewşa Kurdistanê bikin. Lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê (Qimil/ Kimil), ew û herdû hevalên xwe hatin girtin. Girtina wan ji ber ku Apê Mûsa Anter ev strana ku wî ji devê keçek Siwêreklî girtibû di gotara xwe de belav kiribû, evin çend malik ji wê stiranê:

 

Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno

Ceh seridîn lo apo, genim hûrbû avdalo

Kimil hatî lo apo, bi refaye rebeno

Xwar genimî lo apo, hiştî kaye rebeno..

Hat kimilî lo apo ji zozana lo apo

Xwar genime lo apo li me xezana li apo

Ro hatibû li apo wexta dana lo apo

Pez herikî lo apo ser şivana rebeno

Çar kulek man lo apo li ser guhana rebeno..

  Bi weşandina Kimil re di rojnameya (Ilerî Yurd) de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan sekinand dan û ew û hevalên wî girtin.. Lê di roja 11/12/1959an de ew berdan. Belê piştî berdana wan bi şeş rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê..

 

Qamişlo, 26.07.2021

 

Önceki ve Sonraki Yazılar