Federsyona Komelên Kurdî Li Danîmarka Karesta Şengalê Bibîranî

Federsyona Komelên Kurdî Li Danîmarka Karesta Şengalê Bibîranî

.

A+A-

Îro 02.08.2026 Fedrasyona Komelên Kurdî li Danîmarka bi boneya 12 salvegera karesata Şengal ya li ser bawermendên Êzdî ku ji alîyê DAÎŞ ve di 03ê Tebaxa 2014 de pêk hatibû, bi beşdarîya gelekî welatparêz û partîyên Kurdistanîyên merasimekî pêkanî.

Seroka Însiyatîfa Kurd li Danîmarka Selma Akar bixêrhatina beşdaran kir û daxwaza rêzgirtinê bo pakîya canê şehîdên karesata Şengalê û bi giştî şehîdên doza azadîya Kurdistanê kir.

Herwiha beşdar çend xulek li serpîyan pêşwazîya srûda neteweyî kirin.

Serokê Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka Ednan Axacan bi navê federasyonê axaftinekî kir. Ednan Axacan di axaftina xwe de behsa karesatê û kesên ku ji ber wî karesatî heta niha hêj jî di nav kampanda dijîn kir.

Cîhgirê Serokê Giştî ya Federasyonê Yilmaz Yildiz jî bi Danîmarkî axaftinekî pêşkêş kir ku naveroka axaftina wî wek ya E, Axacan bû.

Piştê wî Dilşad Şîno binavê Komela Demokratîk ya Êzdîyan axaftinekî pêşkêşkir.

Rojnamevan û nivîskar Denîz Berxwedan Serîncî bi belge fîlimeke ku bixwe pêkhanîye dîmen dîmen û hevpeyvînên bi kesên karestê jîyane re behsa bûyeran kir.

Herwiha Denîz Berxwedan Serîncî behsa pozîsyon û aqûbeta 5 DAÎŞÎ yên ku ji Danîmarka tevlê karesatê bibûne kir.

Partîyên Kurdistanî (PWK, PSK, HAK-PAR, PDKÎ, PDK, YNK, KZŞK, PDPK, PYDK-El Wehde) bi peyamên xwe beşdar bûn.

Peyama Komela Zehmetkêşanî Şoreşgerî Kurdisstanê ji alîyê Tara Hakimî ve hat pêşkêşkirinê.

Ezîz Gerdenzerî û Silêman Keleşî jî di derbarê karestaê de peyaman dan.

Rûpela Nû/Danîmarka

02.08.2026

Metna axaftina Serokê Giştî ya Federasyona Komelên Kurdî Li Danîmarka Ednan Axacan li jêrê ye.

Rêzdaran

Di serî de em hemû cangoriyan bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber yadgarîya wan ditewînin.

Em her wiha bi rêzdarî hemû Pêşmergeyên Kurdistanê, Şervanên Êzîdî yên li Çiyayê Şingalê, û hemû kesên azadîxwaz û xîretkêş ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin.

Birêzan: Em îro di 12’emîn salroja bîranîna komkujiya civaka kurdên Êzîdî yên 3’yê Tebaxa 2014’an de, bûyerên herêma Şingalê bibîr tînin. DAÎŞ’a hov di nava çend rojan de bi hezaran Êzîdî komkuj kirin; gelek ji wan li ber çavên malbat, dayik, jin û zarokên wan serjê kirin. Bi hezaran kuştin û bi hezaran keç û jin jî revandin, di sûk û bazarên koleyan de dan ber behs û bazaran û wekî koleyên zayendî bi kar anîn. Zêdetirî 7.000 keç û jin bi darê zorê revandin. Heta vê gavê zêdetirî 3.500 ji wan bi rêyên curbecur — bi alîkariya çalakvanên Êzîdî, bi alîkariya kurdên welatparêz û malbatên ereb yên xwedî xîret, û bi taybetî jî bi alîkariya Ofîsa Taybet a Birêz Nêçîrvan Barzanî (Serokê Herêma Kurdistanê) — hatine rizgar kirin. Lê mixabin heta îro jî gelek ji wan winda ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Di dema fermanê de bi sedhezaran Êzîdiyan terka cih û warên xwe kir. Zêdetirî 100.000 kesî li serê Çiyayê Şingalê asê man û nêzîkî du hefteyan di wê kela germa havînê de bê nan û bê av man. Bi sedan kes li ser hev ketin û canê xwe ji dest dan. Heta îro jî dem bi dem hestiyên miriyan li serê Çiyê tên dîtin. Her wiha heta niha zêdetirî 100 gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin. Gelek ji wan hatine vekirin û bi alîkariya hikûmeta federal a Bexdayê hatine tespîtkirin û bi merasîm li Şingalê hatine veşartin, lê mixabin hîn gelek gor nehatine vekirin.

Civaka Êzîdî heta îro jî di nava trawmayeke mezin a derûnî de dijî. Ji gelek aliyan ve bêhêvî û xeyalşikestî bûne. Ev 12 sal in li Başûrê Kurdistanê, di kampan de dijîn. Zarokên ku di dema fermanê de 10 salî bûn, îro bûne 22 salî û mezin bûne. Ji bilî jiyana kampê tu jiyaneke din nas nakin. Heta îro jî Şingal nehatiye ava kirin. Tevlî ku Şingal di bin kontrola Hikûmeta Federal de ye jî, di derbarê Êzîdiyan de, di warê pêkanîna ewlehiyê û rêxweşkirina vegera xelkê kampan de, pêngavên bawerpêkirî nehatine avêtin.

Xelk bi hêviyên mezin li bendê ye ku vegerin ser cih û warên xwe, lê ew alîkariya pêwîst bi wan re nayê kirin. Ji ber rewşa siyasî û aloziya heyî ya li herêmê, gelek kes newêrin vegerin. Demekê derdora 700 malbatî vegeriyabûn, lê piştî hin aloziyên li herêmê, hemû careke din vegeriyan kampên li Kurdistanê.

• Gelo ev jiyana di kampan de heta kengî?

• Gelo wê Peymana Şingalê ya ku di sala 2020’an de hat îmzekirin, kengî bikeve jiyanê da ku Êzîdî bikarin vegerin ser cih û warên xwe?

Asta ku em bala xwe bidinê, hemû koçberên ku di dema xwe de ji ber DAÎŞ’ê revîyabûn, careke din vegeriyan ser axa xwe û cih û warên xwe yên li Iraqê. Heta bi dehan malbatên ereb yên DAÎŞ’î ji kampên Al-Hol û Al-Roj yên li Rojavayê Kurdistanê, bi hevahengiya hikûmeta Federal a Bexdayê vegeriyan gundên xwe û ser cih û warên xwe. Ji bo wan plan û proje hatin çêkirin.

Cihê xemgîniyeke mezin e ku Hikûmeta Federal a Iraqê wê hesasiyetê ji bo Êzîdiyan nîşan nade, ji bo cîbicîkirina Peymana Şingalê hewlan nade û Şingalê nûjen nake.

Em li vir bangî hemû aliyên peywendîdar dikin. Em bangî Hikûmeta Federal a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û tevahiya Civaka Navdewletî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin, Şingalê ava bikin, ji bo vegera Êzîdiyan hêsankariyan biafirînin, û plan û projeyên xizmetguzariyê li Şingalê bixebitînin. Da ku Şingaliyên xeyalşikestî ku dilê wan bi birînên kûr tijî ye, careke din bikarin baweriya xwe bi rayedaran, bi derdorên xwe û bi cîranên xwe bînin.

Federasyona Komelên Kurd li Danmark - FKKD

2.8.2026

 

9d0beb78-922a-439f-9d3e-31b318fe74ef.jpeg19a7231f-6ab1-48f2-bcd6-f89c4aeddc71.jpeg80b99f27-a9bf-443f-a7ba-196cdafb01a9.jpeg
8ccaf95c-77c8-4181-a894-d45ef9a6a1bc.jpeg74c49420-9f9d-43e7-96d2-3e27afbe4079.jpeg2fee4e46-efe4-42e9-b1b8-dd1d8b3163fd.jpeg

cd8d436e-22d9-4b7a-b7a5-deeb4ecc93bd.jpega62dd4ca-1794-4c5b-954f-a3ec571603e8.jpeg41280fe2-04e7-4a2c-a9c4-3ef49f9daa96.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin