Şam: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo xurtkirina pêwendiyan gaveke girîng e

Şam: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo xurtkirina pêwendiyan gaveke girîng e

.

A+A-

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand ku Şam serdana Serokê Herêma Kurdistanê wekî gaveke girîng a ji bo xurtkirina diyalog û pêwendiyan dibîne.

Wî diyar kir ku serkeftina vê serdanê bi encamên pratîk û mekanîzmayên hevkariyê yên berdewam ve girêdayî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro diçe Şama paytexta Sûriyeyê û dê li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive. 

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bersiv da pirseke Rûdawê ya li ser pêwendiyên Hewlêr û Şamê.

Wî da zanîn ku Sûriye ji perspektîva bihêzkirina hevkariya bi hemû pêkhateyên Îraqê û Herêma Kurdistanê re li van pêwendiyan dinêre û ev nêzîkbûn di çarçoveya rêzgirtina dualî ya ji bo serwerî û yekparçeyiya axa welatan de ye.

Berpirsê Wezareta Karên Derve diyar kir ku Şam ji bo bipêşxistina pêwendiyên siyasî, aborî û çandî bi kelecan e.

Li gorî wî, armanc ew e ku ev pêwendî xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du gelan bikin û aramiya herêmê xurt bikin û ev yek dê bi pêbendbûneke tam a bi destûra Îraqê û kanalên fermî yên di navbera her du welatan de pêk were.

Kîjan mijar di rojevê de ne?

Berpirsê Sûriyeyî li ser dosyeyên ku dê di serdanê de bên gotûbêjkirin jî agahî dan Rûdawê.

Wî got ku tê payîn hevdîtin li ser çend dosyeyên girîng û pêşîn werin kirin ku di serî de “ewlehiya sînoran, têkoşîna li dijî terorê û xurtkirina hevkariya aborî û bazirganî” hene.

Her wiha hêsankirina veguhastinê, bazirganiya dualî û vegera penaber û koçberan jî di rojevê de ne.

Dîsa dê li ser rûdanên herêmî jî hevahengiyek hebe da ku piştgiriyê bide ewlehî û aramiyê.

Li gel van, dê mekanîzmayên berfirehkirina hevkariyê yên di warên xizmetguzarî û veberhênanê de jî bên nîqaşkirin.

“Dê bibe destpêka qonaxeke nû”

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê amaje bi wê yekê kir ku ev serdan ji bo xurtkirina pêwendiyên Sûriye û Herêma Kurdistanê derfetek e.

Wî da zanîn ku ev serdan dê hevahengiya hevbeş a di çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û aboriyê de bihêz bike.

Wî berpirsî di vê çarçoveyê de êrişên li ser sivîlan û saziyên jiyanî yên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare di piştgiriya hevkariya aborî, hêsankirina bazirganî û veguhastinê de roleke erênî bilîze.

Ev rol di çarçoveya pêwendiya fermî ya Sûriye û Îraqê û rêzgirtina ji bo serwerî û yekparçeyiya axa her du welatan de ye.

Berpirsê Sûriyeyî li ser pirsa "Gelo ev serdan destpêka qonaxeke nû ye?" got ku eger encamên erênî bi dest bikevin dê hevdîtinên di navbera berpirsan de berdewam bikin.

Wî anî zimên ku dê ji bo şopandina dosyeyên ku li ser wan hatiye lihevkirin komîteyên hevbeş bên avakirin.

Ev yek dê bibe alîkar ku hevkariya aborî û ewlehiyê xurt bibe û pêwendî bi pêş bikevin da ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên hevbeş bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin