Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 12an a komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir û got, “Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin.”

Barzanî di peyama xwe de xwest ku ji bo Şingal bibe parêzgeh kar were kirin û hêzên neyasayî herêmê biterikînin.

“Êzidî hîn baca nakokiyan didin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku Êzidî piştî 12 salan jî "hîn baca nakokiyên siyasî û hebûna hêzên çekdar ên neyasayî didin."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, "Tawana komkujiya Êzidiyan, dîlgirtina keç û jinên wan û xerakirina mal û perestgehên wan di dil û derûna gelê Kurdistanê de birîneke vekirî ye."

“Divê Peymana Şingalê bi cih bînin”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku berpirsyariyeke mezin li ser milê hikûmeta Îraqê ye û got:

"Erkê hikûmeta Îraqa federal e ku ewlehî û avabûnê li Şingalê vegerîne.

Divê Peymana asayîkirina rewşa Şingalê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi cih bîne.

Divê kar ji bo parêzgehbûna Şingalê bike û hêzên neyasayî ji herêmê derkevin da ku koçber vegerin cih û warên xwe."

Xebata ji bo rizgarkirina revandiyan

Serokê Herêma Kurdistanê piştrastî da Kurdên Êzidî û pê de çû:

"Heta ku revandiyekî tenê jî bimîne, tîma ofîsa me dê xebatên xwe yên ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan bidomîne.

Her wiha em dê hewlên xwe yên navneteweyî bidomînin da ku tawanên DAIŞê li seranserê cîhanê bi temamî wekî komkujiyê bên naskirin."

Spasiya Dihok û Pêşmergeyan

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de spasiya Dihokê û Behdînanê jî kir û wiha axivî:

"Em spasiyên xwe pêşkêşî xelkê mêhvanperwer ê Dihokê û bi giştî Behdînanê dikin ku di demên dijwar de deriyên mal, dibistan û mizgeftên xwe ji koçberên Êzidî re vekirin.

Her wiha em spasiya hemû wan welatan dikin ku ev tawan wekî komkujiyê nas kiriye û bi her awayî alîkariya Êzidiyan kiriye."

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de silav li berxwedana civaka Êzidî kir û wiha got:

"Silav li giyanê pak ê şehîdan û hemû wan Pêşmergeyên qehreman ku di wan rojên dijwar de bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, efsaneya DAIŞê têk bir û ji bo rizgarkirina Şingalê û parastina rûmeta niştimanê canê xwe feda kir."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin