Mûayed Teyib: Amerîka derkeve wê dawîya Iraqê bê!

Mûayed Teyib: Amerîka derkeve wê dawîya Iraqê bê!

Parlemanterê berê yê PDKê li Bexdayê Teyib daxuyanîyên berpirsekî Neteweyên Yekbûyî ku eşkere kirîye, ‘bi hezaran çekdarên bîyanî li Iraqê mane û di nava DAIŞê de kar dikin’ nirxand û got, “Amerîka hêza xwe ji Iraqê vekşîne dê dawîya Iraqê were.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mûayed Teyib ji malpera KDP.info re ragihandîye: “DAIŞ li Iraqê bidawî nehatîye û berdewam e. Sebeb û sedemên serhildana DAIŞê li Iraqê hîn mane û bidawî nehatine. Heya Iraq aram nebe dê metirsîya DAIŞê her bimîne.”

Teyib dibêje: “Hikûmetên berê yên Iraqê şikestî bûn û xelkê Iraqê nerazî ne ji hikûmetê. Şîe xwepêşandanan dikin li dijî hikûmetê û Sunne jî wê hikûmetê nabînin wek hikûmeta xwe.”

Mûayed Teyib dide zanîn ku alozîyên Iraqê bandorê li ser tevgera DAIŞê dikin, ji ber ku valahîyeke ewlehî li Iraqê heye û DAIŞ derfetê ji vê rewşê dibîne ji bo ku xwe bihêz bike, ji bo başbûna rewş ewlehîyê jî pêwîst e proseya sîyasî li Iraqê seqamgîr be.

Mûayed Teyib destnîşan kir, “Eger Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekşîne dê dawîya Iraqê were, ji ber ku ti hêz tune ye bergîrîyê li Iraqê bike.”

Peyamakurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin