Mistefa Şêxo: Grûpên girêdayî Tirkiyê berpirsê teqînên li Efrînê ne

Mistefa Şêxo: Grûpên girêdayî Tirkiyê berpirsê teqînên li Efrînê ne

.

A+A-

Çalakvan û Endamê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Mistefa Şêxo diyar dike ku tevî hebûna xalên kontrolê, çawa dibe otomobîlên bombekirî derbasî Efrînê dibin û dibêje: “Berpirsyarê yekem, Tirkiye ye, ji ber ku ew berpirsê ewlehiyê ye.”

Mistefa Şêxo ji bajarê Bêrûtê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser teqînên ku li Efrînê diqewimin û bandora wan li ser Efrînê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Îro li bazareke Efrînê teqînek rûda û di encama wê teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Li ser bandora teqînên li nav bajarê Efrînê, Mistefa Şêxo diyar kir: “Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin, aramî pêk nehatiye û roj bi roj girtin, teqîn, lêdana di îşkenceyê de, yanî Efrîn nehatiye aramkirin. Ev ne teqîna yekem e ku bi vî awayî mezin tê çêkirin.”

Mistefa Şêxo destnîşan kir; pirsa girîng ew e ku tevî hebûna xalên kontrolê, çawa dibe otomobîlên bombekirî derbasî Efrînê dibin.

Li ser pirsa “Gelo kî li paş van teqînan e, ku ti rêxistin piştî teqînan berpirsyariya teqînê li ser xwe nagrin?” Şêxo destnîşan kir: “Berpirsyarê yekem, Tirkiye ye, ji ber ku ew berpirsê ewlehiyê ye. A din jî grûpên girêdayî opozîsyonê ne, ji ber ku bombekirina wan otomobîlan, ku têne çêkirin û têne teqandin, ew jî ew berpirsyar in. Gava otomobîl ji derve tên, xalên kontrolê di destê grûpan de ne.”

Mistefa Şêxo dide zanîn ku grûpên girêdayî Tirkiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi encamdana teqînên li Efrînê tohmetbar dikin û dibêje: “Lê gava derbas dibin, çawa derbas dibin?”

Şêxo bal dikşîne ser wê yekê ku teqînên rûdidin, li baregehên leşkerî naqewimin û kesên ku di teqînan de dibin qurbanî, hemû sivîl in û eşkere dike: “Ji bo aramî li Efrînê nemîne, Kurd neçar bibin ku dest ji Efrînê berdin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin