Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Mînaka Kurdeperwerî, Camêrî û Nefsbiçûkîyê; Abîd Gürses

A+A-

Her çiqas demek duvdirêj me hevdu ne dîdiba jî dostaniya min û kekê Abid Gürses pir kevin bû. Bi rêya telefon û vastayên ragihandinê me her tim li hev dipirsî û sohbetên duvdirêj dikir.  Haya min ji nexweşîya wî hebû lê balkêş e, ne wî behsa nexweşiya xwe  dikir û ne devê min digeriya ku bahs bikim. Min nexweşî layiqî wî ne didît û ne dixwest navê wî û nexweşiyê bînim berhev. Dise haya min jê hebû ku nexweşî giran dibe û rewşa wî roj bi roj ber bi xeterîyê de diçe. Lê heya roja talî baweriya mine ew bû ku  ewê li hemberî vê nexweşîyê bi serkeve. 

Roja 12 Hazîranê çaxê min xebera koça wî ya dawî bihîst, dinya liber çavê min sar bû. Min kir û nekir peyvek ne dît ku xemgîniya xwe bînim ziman. Talî peyva wî ya ku wek mesaj ji minre şiyandî hat ser zimanê min û wiha nivîsand: 

“ ‘Roja te bi xêr, kekê delal.’  Tê bîrate mesaja talî ku te ji minre şîyandî wiha dest pê dikir. Devê min negerîya ku ez bejim Oxira te ya xêrê be. Tu baş zanî ku ez wek prensîp di medya civakî de pir kêm parvekirin û nivîsên koçkirinê dinivîsim. Ev kurte nivîs jî yek ji wane. 

Te îro konê xwe da hev û jinav me barkir. Te her tişt li pey xwe hişt û ketî ebediyetê. Ya rast, dilê min di xwaze di derheqa cenabê te de gelek tiştî bêje. Lê ez çiqas hewl didim tu peyv nayên ser zimanê min. Talî min bawerkir ku tu peyv xemgîniya min nayênin ziman. Peyv qediyan… Tenê ez vê bêjim;

Tu dinav kurdan de, Nimuna kurdperwerî, dilsozî, nefsbiçûkî û xweş camêrîyê buyî. Hemen deme tu têkoşer û mêrxasekî bê mînak buyî. Cardin roja te bi xêr, birayê ezîz.”   

Bi rastî jî kek Abit kurdperwer û têkoşerekî gelek hêja bû. Lê bîya min du kesayetiyên wî yên herî darî çav haebûn ku dinav siyasetvan û rewşwnbîrên Kurda da pir kêmin; nefsbiçûkî û tevazu bû.  Wekî ku Kurd dibêjin; Bi biçûkanre piçûk, bi mezinanre mezin bû.”  Kesayetîya wî ya din jî ev bû: Berjewendîyên millî liser her tiştî digirt. Heta nefesa xwe ya dawîn, ji bo doza welat û millet her gav dîtin, tesbît û pêşniyariyên xwe yên Kurdistanî pêşkêş dikir û ji destî wî çi bihata texsîr ne dikir. Heya roja talî lepta wî ev bû.

Berî ku xatir ji me bixwaze, nivîseke min a di derheqa İhsan Nurî Paşa de xwendibû. Nivîs pir ecibandibû û ev kritika jêr şiyandbû. Bawer dikim ev nivîsa wî ya dawî bû. Dixwazim vê kurte nivîsa wi bi were parve bikim: 

Roja te bi xêr kekê hêja.

Destè te sax. Min maqale te ya li ser Ihsan Nuri Paşa xwand. Bi navê "Nezîrê Cibo bir yazdı, pir yazdı" li malpera xwe facebookê de weşand. Dîsa destê te sax. Bi rastî hewqas salin ez Kurdayetí dikim, min li ser Ihsan Nurî Paşa pêşengê Şoreşa Agirî'yê de nivîsek weha hêja nexwandibû.

Ez nizam çima, lê Ihsan Nuri Paşa ji aliyê tevgera siyasiya Kurd û rewşenbîrên Kurda ve her tim hatiye îhmal kirin! Ne ku hemşeriyê min e, dibêjim. Bi rastî jî weka ku te ji nivisiye, lîderek cewaz bûye. Unvana Paşatiya xwe ji Xoybûn girtiye lê, li hember ordiyên dewleta Turkiye bi kêmanî sè salan şerkirinê vê ûnvana xwe gellek caran daye îspatkirin! Ji bona wê yekê ji alîyê askerî ji pêşêngê Milletê Kurd Barzanîyê nemir ne kêmtir e!

Kekê Nezîr, mirov dikare bêje ji malbata rehmetî hevalekî me heye, navê wî Nîhat Yalçin e, kurê Muxtar Xêredîn e. Eger bixwazî nasitîya we çêbe, bi rêya Medenî Avcil yan bi rêya min mirov dikare we bi hev bide naskirin. Belkî Nîhat jî hin tiştan ji babê xwe, mezinên malbata xwe bîhisti be, kêrî xebata te bê. ..

 

Kekê hêja hinekî meraq û înteresa min li ser tarîxa nêzîk a Kurdan (1800-1970) heye. Herweha dema weşanên Kurdistan Press'ê de min hin hevpeyvîn jî bi kesayetiyên tarîxî re kiriye. Wek Rewşen Bedirxan, Çaçanê Haco Axa, Hesen Hîşyar, Ibrahim Ahmed ûhwd. Me gellek cara li ser tevgera Şêx Said, Seyid Riza nivisîne. Herweha Komal û veşanxaneyê din gellek berhem çap kirine, lê li ser tevgera Agirî û Ihsan Nurî Paşa wek peywist kes zêde ne sekinîye. Weku zarokê sêvî ma ne.

Te bi vê xebata xwe çend pencerê nú vekiriye, hêvîdar im ev xebata te bighije formata kitêbek e dîrokî.

Min bi xwe hetta niha ji nivîsa te baştir li ser Ihsan Nurî Paşa tiştek nexwandiye.

Destê te sax. Mala te ava. Silav û rêz.

27 Adar 2022”

Zor zor spas kekê Abit. Mala te jî ava. Çavê mirinê korbe. Em çi bejin bê feydeye. Oxira te ya xêrê be. Hazar rehma xwedê li gora te be. Ez soz didim. Eger emrê min têr bike ezê pêşniyarîya cenabê te bînim cî û diyarî te bikim.

Önceki ve Sonraki Yazılar