Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

MÊRXASÎYA EMÊ GOZÊ Û MÎLÎSÊ OSMANÎYAN BIŞARÊ ÇETO

A+A-

Ez bi xêra  Apê Nûrî, Delîl Dilaner, Ebdulhadî Mihemed, Kawis Axa, Salihê Bêynetî, M. Arifê Cizîrî, Salihê Qubînê, Geranbêtê Xaco, Feyrusah, Hesenê Cizîrî, Îsa Berwarî Tahsîn Teha, Farûqê Dêrewerî, Feyzîyê Kaçakçî, Sakiro, Şeroyê Biro û gelekî  kesên din, min Emê Gozê nas kir û bi xêra kilambêj û dengbêjên kurd hînî berxwedana mêrê xas bûm. Emê Gozê mêr ê xas e.

 

Dengbêj û kilambêjên kurd tradîsyona kevn bi ya nûh ve girêdidin. Bi alikarîya wan, em fêrî literatura devki dibin û ji alîyê din ve jî, em rastîya Emê Gozê  fêr dibin, ku ew antîteza Bişarê Ceto bûye. Emê Gozê teza kurdî û Bisarê Ceto jî antiteza kurd e. Emê Gozê ji Eşira Elikan e, carna ji vê eşîrê re dibêjin Mala Remo. Rihsipîyê  Eşîra Elikan Şemsedîn bû. Ew şewirmend û aqilmendê Emê Gozê bû. Dayîka Emê Gozê, li ser kurê xwe  kilamekê dibêje. Ev kilama dayîka Emê Gozê, çavkanîya rastirîn e ji bo naskirina Emê Gozê û Bişarê Çeto.

 

Emo Gozê ji herêma Xerzan, ji eşîra Mala Remo bû. Gundê wî li Qubînê (Bişerîyê) û navê qesra wî Qesra Baxemsê bû, carna ji ji vê qesrê re digotin Kelha Baxemsê. Navê cihê ceng, şer û berxwedana Emê Gozê  re digotin ”Kozikan Kolan”. Kozikan Kolan nêzikê gundê Baxemsê ye. Şerê Çeto bi Emê Gozê beri hatina rûsan li ber Kevirê Qul, nêzikê bajarê Bidlisê ye, ´dest pê kiri bú.Yanî şerê Çeto û Emê Gozê berîya sala 1917ê çêbûye. Emê Gozê xwedî qesr, mal û serekeşîr bû. Ceng û berxwedana wî, di nav gelê me de dijî. Kurd dibêjin: ”Berxê çê li ber kozê belû ye”.  

 

Emê Gozê tîpekî Kurd bû û kesitîya wî, xwîna neteweyî û folklora kurd e. Mêr û mêrxasîya wî, di nav lîteratura devkî de belav bûye, lê ew di kovar û rojnameyên kurdî de zêde nehatiye weşandin û belavkirin. Ji ber vê yekê, min ev nivîsar nivîsî û ez vê nivîsarê pêşkêşî xwendevanên kurd dikim. Di hin kovarën îdeolojî yên kurdî de, strana Emê Gozê hatîye weşandin, lê têr nake. Di wan kovaran de qala şerê giran yê  Emê Gozê û Bişarê Çeto re bi hawayekî rast nayê kirin. Bişar û Cemîlê Biro li dijî Emê Gozê serî rakirine, lê pê nikaribûn û ji lew re jî, herdu jî, xwe davêjin hembêza dewleta Osmanî û  ew herdu bûne peyayên dijminî, da ku ew zora Emê Gozê bibin. Yanî Bişarê Çeto bi leşkerên Osmanîyan re bû yek mina ”köykorucu” yên îroyîn û ew li pey şopa Emê Gozê digeriya.  Bişarê Çeto dibe mîlîsê Osmanîyan û ji wan re rêberîyê dike.

 

Berhevkar S. Kevirbirî ji berhevkirina kilamên xwe re dibêje « lêkolîn », lê ne lêkolîn e.  Lêkolîn tiştekî din e. Lêkolîn karê akademîker, doktoremend, Dr. doktorand û profesoran e. Ew bi berçavka boyaxkirin li kilamên kurdi mêze dike.   Derwêsê Sado sekreterê PDK-T nevîyê Bişarê Çeto ye û lewre jî, ew ji ber dostanîya bavpîrê xwe Bişarê Çeto bi Osmanîya re hebû, polîtîkayeka nerm li dijî AKP`ê dimeşîne. Her însan malê xwe ye. Mirov nikare tawana kur (law) bike stûyê bav an jî tersê wê. Em tenê dikarın ji dîrokê sûd werbigirin. Armanca vê nivîsê jî sûd wergirtine. Em di pirtûka S. Kevirbirî de jî dibînin ku Bişarê Çeto ji serokê eşîra Pênciran bû. Dibe ku S. Kevirbirî  jî, ji Pênciran be yanî jî, esîreke nêzîkî Pênciran e û ji lew re jî, wî kesitiyeke baş daye Bişarê Çeto. Çimkî di rastîya xwe de Bişarê Çeto, Milîsê Osmanîyan bû. Navê pirtûka S. Kevirbirî, Filîtê Quto, lêkolîn e. Lë ne lêkolîn e. Yanî li gorî nivîskarî lêkolîn e, lê di rastiya xwe de ne lêkolîn e; tiştekî din e. Gava ku mirov peyva ”lêkolîn” li ser pirtûkê dibîne, mirov mamyayî dimîne. Lêkolîn tiştekî din e. Kevirbiri dinivîse, dibêje;  ”ev pirtûkeke serhatî, dîrokî, sosyolojîk e.” Lê ne ew jî, tistekî din e. Mirov dibêje qey jı xelaya nivîskaran û tunebûna nivîskaran her kes bûye lêkolînêr. 

 

Di kilamê de tê zelalkirin ku sedema bingehîn a çêbûna şerê Çeto bi Emê Gozê re, ji ber ku Çeto bi xwe milîsê osmanî bûye. Ew çetekelesekî mezin bûye û wî li navçeya Xerzan milisîyê kiriye. Wî û Cemîlê Bira jı dewleta osmanî alikarîyê digirtin. Ew herdu bi tenê bi Emê Gozê nikaribûn. Ji lew re jî leşkerên osmanî yên wekî xwe bêbext dihanîn Kurdistanê. Îro di şuna Alayên Hemîdîyan de, Alayên Abdullah Gulî  yên rewşenbîrî ango niviskarî û Alayên siyasetzanên kurd bi hawayekÏ din, ji alîyê neoosmanïst û neopanturkîstan ve hatine organîzekirin ji bo tunekirina pirsa kurd û Kurdistanê.

 

Eliyê Yunis, Qewmê Ciyê mina ”köykorucu” dema Tansu Cillerê, li ser kîsê Osmanîyan, li ser kurdan milîsîyê dikir. Birêvebirên dewletê, di meha gulanê ya sala 1985ê de ji nûh ve pêywendî digel ”Alayên kevn ên Hemîdîyan danîn û ew Alayên kevn ji nûh ve damezradin. ”Di rêya Çeman a jêrê de ”Aşagıdere köyû muhtari” li mala Mehmet  Dereli  eşîra Jîrkî û reîsên wê digel û Mït, Jîtem û birêvebirên dewletê rûniştın û civîna xwe çêkirin. Roja din bi helîkopterê berê dan 7emîn kolorduya Diyarbekirê. Alayên Hemidîyan bi hawayekî klasîk  di sala 1985an de avabûn. Lê AKP Alayên Hamîdîyan bi hawayekî modern ji nuh ve damezrand. Serokkomar Abdullah Gul rewşenbîr, nivîskar û siyasetmendarên kurd li derûdora dewleta neoosmanîzmê kom kiriye. Wekî tê zanîn, Ebdulhemîd, bi navê ”Alayên Hemîdîyan” di sala 1891ê de 36 alayên Osmanî bi gundîyên kurdan da damezirandin Ew wekî ”köykorucu” û cerdevan ên îroyîn bûn. Di dawiya sedsala 19an û destpêka qirna 20î de, Alayên Hemîdî ên  ku di eslê xwe de kurd bûn, lê milîsê Osmanîyan, cerdevan, çete, çepel, çeqel qorıcî û cehş bûn. Ewana qira ermenî, kurdên êzîdî, asurî û ji alîyê olî ve jî, qira hemû  Filehan hanî. Paşe dor hate ser  Alayên Hemidîyan yanî cerdevan, çete, çepel, çeqel û cehşan. Dewleta Osmanî qira wan hanî. Yanî dewleta tirk (ssmanî) û birêvebirên wê, milîsê Osmanîyan jî, ji holê rakirin.

 

Ya rastî ev e ku  Mala Eliyê Yunis  carna bi dewletê re bûne û carna ji li dijî dewletê bûne. Di dawîya jiyana xwe de, di vê malbatê de hîsên kurdbûnê zédetir dibe. Di derbara Mala Eliyê Yunis de Osman Sebrî di berhema xwe ya bi navê Car Leheng de qala xebat û mêrxasiya vê malê dike (Osman Sebri 1984). Zinar Silopî (1969) di pirtûka xwe d jî qala mêrxasî û sêrê qala Mala Eliyê Yunis dike. Li gorî Silopî  Mala Elîyê Yunis malekî welatparêz e.

 

Bişarê Çeto û çeteyên Kurd bangê li Emo Gozê dikin, ku ew li ber dewleta bêbext, serî bitewîne, xwe bispêre bextê Osmanîyan. Lê Emê Gozê bi gullebarandinê bersivê dide.  Bi rastî Emê Gozê mêr  û mêrxas bû. Ji ber vê yekê, Osmanîyan, teres û çeteyên kurd ên wekî Bişar Çeto û Cemîlê Biro dijî Emê Gozê kiş dikirin. Ev ne bes bû. Dewleta Osmanî  Bişar Çeto û Cemîlê Biro kirin agir û berdan Emê Gozê. Gava ez piçûk bûm, min digot qey Bişarê Çeto jî, li dijî Osmanîyan şer kirîye. Lê  ew hevkar û çetekelesê Osmanîyan bûye, mîna ”koy kurucuyan” ên îro. Di kilamê de Alîyê Yûnis roleka xirab leyîstîye. Divê mirov qala mêrxasîya Mala Alîyê Yunis bike, lê xirabîya wê Malê jî  bihîne zimanî. Tê gotin ku Mala Alîyê Yunis, Maleka welatparêz bûye.  Lê ev tişt ji bo demeka kurt derbas dibe. Mala Alîyê Yunis herdem ne bi Osmanîyan bûne, carna  ew bi mêrxas û serokeşîrên kurd nikaribûye, jibêçarebûnê, diketiye hembêza Osmanîyan. Alîyê Yunis  û Cemîlê Biro çetekelesên Osmanîyan bûne.  

 

“Emê Gozê me,

Hûtê berîyê me,

Beranê herîyê me,

Bişar xayîno!”                    

 

Di vê stranê de xweş dide xuyankirinê ku Bişar  xayîn e, bi dewletê re ye.

 

BIŞARÊ ÇETO

”Bisarî kire gazî û got:

 

Emo lawo were rayê!

Heger tu têyî rayê, were rayê,

Heger tu neyê rayê,

Qesem dikim bi nave Xwedayî!

Min hanîye vê sibê alaya hikumetê!

Bi Cemîlê Biro, Alîyê Yunis

Qewmê çiyê û canbêzarê Deşta Mûşe!

Ma tu mar î, ku bi erdê ve bidebirî?

Tu ne çûka ezmanî, tu bifirî!

Qet û billeh çi felata te tune ye,

Ji nav dest û lepên min e!

 

EMÊ GOZÊ

Emo bersivê dide û dibêje:

Bişaro lawo!

Ez Emo me,

Emê Gozê me,

Ez berxê dê, beranê bavo me,

Ez qisasê sere mêrê çê me,

Tu dizanî ku kuştina min heye,

Lê tucarî reva min tune ye!

Letê bi milletê!

Pêr û mêzînê me,

Derketin ji qubletê

Şewq û şemala xwe havêtin

Benda Bênderê

Şewqa bavê Şemseddûn e!

 

BIŞARÊ ÇETO

Bisar dîsan bangê dike, dibêje:

Emo! Ez Bişar im, Bişarê Çeto me!

Tu dizanî ku xelasîya te ji dest û lepên min tune ye.

 

Gozê

Dêya Emê Gozê bang dike û dibêje:

 

Emo lawo!

Tu vê sibê rabe,

Derbekê berbide li bejn û bala Bişarê Çeto

Bînbasîyê Romê pê re!

Herçî nefîram e,

Çavên malîya wan li rêya wan e,

Ew gune ne!

Heger tu vê sere sibê ranebî

Derbekî bernedî li bejn û bala Bişarê Çeto û Bînbaşîyê Romê pê re,

Bila ji heft rojan vê de,

Şîrê pêsira min,

Li te jehr û heram be!

Zîyareta Qolî Babê, Şehîdê Zewê

Tevde bi urd û ocaxê te vebide!

 

EMÊ GOZÊ

”Emê Gozê bi sê dengan dike gazî û dibêje:

Gozê lê dayê!

Ma tu nizanî ku ez  Emo me!

Emê Gozê me,

Berxê dê, beranê bavo me,

Min sondxwarîye bi sonda Qesemê!

Ku kuştina lawê te Emo heye,

Lê reva wî tune ye,

Heger tu bawer nekî,

Vayê ji te re lingên min,

Li qeydê ne!

 

Destên min li kelemçê ne!

Û hûstîyê min, letê ye!

Û heger tu dîsan bawer nekî!

Vayê mifta qeydê di birca odeyê de

Di bêrîya saqoyê xalê min yê Hesenê Osmanî de ye!

 

EMÊ GOZÊ

Em dîsan lê vedigerîne û dibêje:

Bişaro! Ez Emo me, Emo!

Emê Gozê me,

Ez neyê zirt û forta me!

Here zirt û û pollên xwe

Bike li kêleka tola jina xwe!

Ma tu nizanî ku li ba me,

Gava şer û cenga giran be,

Ku wekî li şahîya dawetan

Bi heft û def û heft zûrnan”

BIŞARÊ ÇETO

Bisar bangê dike û dibêje:

Emo! Tu têyî were rayê, were rayê,

Heger tu neyî rayê,

Ez dê Qesra Baxemsê Alîkê jêrîn, têxime kadîna kayê … ”

 

Kurtenaverok

 

Bişarê Çeto  milîsê Osmanîyan bû. Ew hevalê Bînbaşî bûye û dijminê Emo bûye. Bi gotineke din, xayîn û peyayê  Osmanîyan bûye. Di dema Emê Gozê de Bişarê Çeto û Cemîlê Bira bûne hevkarê Generalên Osmanîyan, wekî “köy korucu” yên îroyîn. Ew li ser kîsê Osmanîyan dixebitin.

 

Emê Gozê mirovekî berxwedandêr, qehreman, hut û mêrxas bû. Ew dilê çanda devkî yê neteweyê Kurd e. Di kilamê de xuyan dibe ku Bişar û Cemîlê Biro tenê bi Emê Gozê nikaribûn, ji lew re jî bi dewleta Osmanî re bûn yek û berê xwe dane Emê Gozê. Alayên Hemîdî (dema Osmanîyan) ên wekî ”köykoruculari”:

 

Alayên Suwarîyê -/ Alayên Hemîdîyan, sala 1891î, 36 alay hatin damezirandin. Alayên Hemîdî di sala1895î de ji 36 alayan derbasî bûn. Di sala1908î de Alayên Ebdulhemîd belav dibin. Hikumeta  Ebdulhemîd têkdıçe. Hıkumeta Paşayê nû, Mahmud Şewket Paşa ’”Alayên Eşîran”; alayên nû çêdike. Ev hêza hanê li dijî Ûris şer dıke. Di nav Dewleta Osmanî de nakokî û dijberî zêdetir dibe. Daxwazên kurd, ermenî, fileh, ermenî, asurî, pontûs, yûnanî zêdetir dibin. Sîstema Osmanî li ber têkçûnê ye, ji lew re jî dest bi komkujîyê dike. Ev komkujî di sala 1914-1922î de çêbû.

BIŞARÊ ÇETO TEZA DEWLETA OSMANÎ YE.  EZ VEBIGERIM SER  EMÊ GOZÊ, EW ANTÎTEZA OSMANÎAN E.

 

 

Literatur

Kadri Cemíl Pasa –Zinar Silopí (1969),  Doza Kurdistan, Beyrut, r.170

Dünya Savaşinda Ruslar Bitlis, Deliklitaşa (Kevirê Qul) gelirken savaşa gitmişler. Hata bu savaşta İsyanın lideri Teter’in amcası Üzeyir Beg şehit oluyor.

Nezîr Cîbo: www.argun.org/2007/11/29/alayen-hemidiyan-hamidiye-hafif-suvariOsman Sebrí (1984) Çar Leheng Şam, r. 40.

Min ev nivîs berê amade kiribû û di kovarên kurdî de hatibû weşandin.

30.08.2010

Ji bo hemû nivîsên Maruf Yilmazî bitikînin

 

Bu yazı toplam 556 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar