Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rojeva Kurdistan Kî Çêdike?

A+A-

Di van rojên ku cîhan bi Şewbe Koronayê ve eleqederin û metirsîyek mezin li ser jîyana mirovan heye; her kes bi xwe mijûle. Dewletan sînorên xwe girtin, çûn û hatin qedexe kirin. Mixabin dijminên me, di van mercên xerab de jî tenê bi neyartîya Kurd û Kurdistan tevdigerin. Em her di hesabên dijminan de, li hêlek kurdan ya zeîf digere, ku derbê lê bixe.

Dewleta İraq balansên wê yên civakî hilweşîyane û nemûmkûne ku carek din ji vê helwestê “dewletek İraqî” ava bibe. Dewlet, bi mejîyê dewletbûnê, li ser esasên avakirina aşitîyek civakî û piralî têt avakirin, ku mafê herkesî di bin baskê wê de derkeve astek parastinê. Navê vê destûre, ku herkes li gor destûrê sînorê xwe bizanibe.

İraq . Aşitîyek civakî ava nekir û destûra hevpar binpê kir. Ji bona sazîyên civakî, ku bi destûra giştî re civakê hinbêz bike; İraq bingeha hîzbî, mezhebî ava kir û hêzên asayîşê û çekdar jî bi van hêzan ve girêda. Îran bi rêka van partî û hêzên mezhebî bû desthilatdar li ser axa İraq.

Beşek ji Kurdan jî her, hemahengî û yekrêzîya kurdan a sîşyasî binpê kirin û li gor berjewendîyên Îran, di nav İraq û Kurdistanê de tevdegerîyan. Karê Îran li ser axa İraq û Kurdistan hêsan kirin.

Bi mehane İraq nikare serokwezîrekî hilbijere û hikûmetê ava bike. Lê hêzek zînde di nav İraq de, tevdigere û her kurdan û destkevtinên Kurd û Kurdistanê dike hedef. Ji ber ku Herêma Kurdistanê bi ser İraq ve girêdayîye, dahatên Kurdistan ji İraq tên; wek Muçeyên karmendên dewletê, butçeya hêzên Pêşmergan û asayîşê, ji butçeya İraq para herêmê. Lê bi salane ev her tehdîdin li ser Kurdistanê û wek pirsgirêk dom dikin. Ev Îspat dike ku, li gor destûrê İraq, ne mimkûne, ku İraq tevbigere. Ji ber ku îradeya ku destûrê derbasî jîyanê bike û xwedî lê derkeve nehatîye avakirin. Îradeyek mezhebî, partîzanî, gendelîkar, ku di bin baskê Îran de tevdigere heye û beşek ji kurdan jî bi van re di nav van armancan de her îradeya miletê Kurd binpê dikin.

Tam di vê dema ku bi pirsgirêkan piralî, İraq dîsa dest dirêjî mûçe û butçeya herêma Kurdistan kir. Li hêrêma Kurdistanê jî, ji dêlva karmendên dewletê û kesên ku Mûçe digirin vê helwesta İraq bikin hedef, hikûmeta herêma Kurdistanê kirin hedef. Li Silêmanî dîsa bû qîreqîra wan kesên ku dibêjin “mûçe, mûçe”(!) Lê nayê bîra wan, ku ev pirsgirêkek sîyasîye û bi İraq û helwesta İraq li henber Kurdan ve girêdayîye. Serê avê di destê İraq deye û İraq kengî bixwaze dikare avê qut bike. Divê ev rewşa sîya bêt giftûgo kirin û li çareyek sîyasî bêt gerandin. Ev jî daxwaza ji İraq veqetandinê û avêtina gavên dewletbûnê ne.

Bi vê pirsgirêkê re YNK Mistefa Selîmî radestî Îran kir. Mistefa Selîmî li Îran hat sêdarkirin. Çi berjewendîyên YNK hebûn, ku kurdekî zîndanî, sîyasî ji bona sêdarkirinê teslîmî Îran bike hebû?

Qelemşorên PKK li Lîbyayê ji xwe re Kurdek dîtin û bi nasnameyek sexte, di medîya xwe de avatin rojevê ku “Kurd kirêkerin”(!) û bi vê nûçeyê re êrîş anîn ser Pêşmergên Roj, ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê û malbata Barzanîyan. Lê YNK ji van êrîşan azad hiştin. Çi berjewend3iyên kurdan di vê nûçeyê de hebû?

Tiştek din anîn rojevê: Li Zêneya Wertê pirsgirêkê asayîşê hebûn û wezareta pêşmergan (ku ev wezaret di destê YNK de ye) biryargirt ku, hêzek asayîşê bişîne herêmê. Berdevkên YNK, medya PKK bi yek devî û li gor stratejîyekê êrîş anîn ser PDK û malbata Barzanîyan. Çi nema, ku negotin û bi vê re jî şer îlan kirin. Hemû gur, wawîk û rovîyên xwe, keftarên xwe xistin tevgerê û rojewek wilo çêkirin ku “wê di nav kurdan de heman şer destpê bike”(!) Çi berjewendîyê kurdan di vê hemahengîyê de hebûn?

Tam di vê germaya alozîyên ku, bi sîstem û pîlan hatin çêkirin re, li Îmralî jî telefon dan destê Abdullah Ocalan, ku ew jî wek “serokê giştî”(!) şîretan li Kurdan bike, ku “bê yekitî û aşitî” nabe.

Wek ku em dizanin, Abdullah Ocalan di destê dewleta Tirkîye de ye û dema ku Abdullah Ocalan mesajek, ku li hesabê dewleta Tirk neyê, dewleta Tirkîye nahêle ew mesaj derkeve. Di vê demê de derxistina Abdullah Ocalan li hesabê dewleta Tirkîye hat, ku telefon dan destê wî û bi rêya birayê xwe mesajên ku jê dihatin xwestin da.

Esas rojev çi bû, bi rîya YNK û PKK rojev çawa serû bin bû?

Rojeva İraq û rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêka herî mezin e. Ev rojev, rojeva Kurdan, a ku bi salane domdike, ku Kurd mecbûrîn gavên dewletbûnê bavêjin. Eger Kurd bi hev re hemahengî û yekrêzîyekê nehonin, mercên wan, ku van destkevtinan jî biparêzin namîne, wê wenda bikin. EV êrîşên tên ser Kurdistanê, armanca wan şikenandina vê îradeyê bi xwe ye.

Ev jî tê wateya ku ev fersend di destê kurdan de heye. Lê hinek hêzên di nav kurdan de, bi hemahengî û xwestinên dijminan tevdigerin û dixwazin ku, pêşî li vê armancê bigirin. Ji ber wê jî her hikûmetê, hêzên dewletê û damara netewî dikin hedef, ku pêşîya gavên netewî bên girtin.

01.05.2020

Ji bo hemû nivîsên Şeyhmus Ozzengînî bitikînin

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin