Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mercên Avakirina Hikûmeteke Nû

A+A-

Li Başûrê Kurdistanê ji bona hikûmeta nû giftûgo destpê kiriye. Hêzên siyasî li Başûrê Kurdistanê, bê ku nakokî û fêl û fêlbaziyên karesatên xerab çareser bikin, wê çawa bikaribin hikûmeteke nû, xurt û Kurdistanî ava bikin?

Bingeha alternatîfên vê hene an na?

Bê ku em bersiva van pirsan zelal bikin, gelo egera avakirina hikûmeteke nû heye û wê bikaribin pêşî li xiyanetan bigirin?

Berî ku ez bersiva van egeran bidim, em li encamên hilbijartinan mêze bikin:

Encûmena Dadweriya Başûrê Kurdistanê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pejirand.

Li gor van encaman, parvekirina kursiyên parlemena Kurdistanê ev in:

PDK di hilbijartinên 2013 an de 38 kursî, niha 45 kursî

YNK di hilbijartinên 2013 an de 18 kursî, niha 21 kursî

Tevgera Gorran di hilbijartinên 2013 an de 24 kursî, niha 12 kursî girtine.

Di hilbijartina 2018 an de PDK 7 kursî zêde kirine. Tevgera Gorran ji %50 kursî wenda kirine û ji 24 kursiyan daketiye 12 kursiyan. YNK jî bi fêl û fêlbaziyên li ser herêma Silêmanî re 3 kursî zêde kir.

Sebeba wendakirina Tevgera Goran hêjayî şîrovê ye. Tevgera Gorran li Hewlêrê şirîkê hikumetê bû û li Silêmanî jî opozîzyon bû. Bi êrîşên DAÎŞê re xwest ku aramiya Kurdistanê hilweşîne. Kurdistan di bin êrîş û metirsiyên mezin de bû. Tevgera Gorran ji dêlva berpirsiyariya parastina aramiya KurdistanÊ bigirta ser xwe, bû pergalek ji êrîşên hilweşandina aramiya Kurdistanê. Bi van karesatên siyaseteke xerab, miletê Kurd Tevgera Gorran ceza kir.

YNK, piştî ku peymana avakirina hikûmeta kevin hilweşiya, mil da avakirina hikûmeteke nû û bû şirîkê hikûmetê. Di şerê li hember DAÎŞê de aktîf cîhê xwe girt. Lê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de beşek ji goran bû asteng û heta roja dawî xwe di piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê de giran kir. Piştî encama referandûma serxwebûna Kurdistanê, ew baskê nav YNKê ku ji malbata Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî pêk tê, mil dan dijminên Kurdistan û bûyera xîyaneta 16 Cotmeha 2017an pêkhat. Miletê Kurd û Kurdistan bi îradeyeke xurt piştgirî da siyaseteke netewî û Kurdistanî. Hin YNK, hin Tevgera Goran û hin grûba îslamî (Komel), ev îradeya miletê Kurd û Kurdistan binpê kir.

Ji roja 16ê Cotmehê heta niha, ji ber radestkirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê, metirsî ketiye ser Kurdistanê û heta niha jî berdewam e.

Ji 16 Cotmeha 2017an de Kerkuk, Duzxurmato û deverên din ji ber zilma dagirkeran, digirîn û diqîrin. Kurd û Kurdistaniyên van deveran di bin metirsîyeke mezin de ne û demografiya van herêman bi carekê li dijî kurdan têt guhertin.

Îro rewşa ewlehiya Kerkûk, Duzxurmato û Xaneqîn pir xirab e û teqîn, kuştin, revandin û avêtina ser malan bûye bûyerên rojane. Jiyana Kurd û Kurdistaniyan li Kerkûk, di bin metirsîyeke mezin de ye.

Beşek ji Kurdên Kerkûk û Duzxurmato, Xaneqîn, di qampên koçberan de derbeder in. Nefta Kerkûkê bi destê dagirker û xiyanetkaran talan dibe.

Piştî ku derfeta nefta Kerkukê di ser Kurdistan re derkeve bazara cîhanê, derket giftûgoyê; ew baskê xiyanetkar careke din derket holê û li ser navê Îranê dest bi tehdîdên ser Kurdistanê kir. Li ser navê baskê YNK yê xiyanetkar Aras Cengî eşkere dibêje, „Divê em bi qasî şiyana xwe li dijî vê biryarê derkevin“ û dostaniya bi Îranê re jî bi vî rengî tîne ziman:

"Îranê di dema reva 1991ê de himbêza xwe bo me vekir, ji ber wê jî nabe em bê wefa bin. Divê em bi qasî şiyana xwe li dijî vê biryarê derkevin."

YNK niha dixwaze bibe şirîkê hikûmetê û di avakirina hikumeteke nû de cih bigire!

YNK hesabê xiyaneta 16 Cotmeha 2017an neda. Pêşî li dadgehê girt û nehişt ku di derheqaê baskê xiyanetê de lêkolîn bêt kirin. Bi têkiliyên avakirina hikûmet û serokomariya Iraqê de, bi ereban re milmilane tevgeriya û tifaqa kurdan, îradeya Kurdistanî li Parlementoya Iraqê hilweşand. Li Bexdayê dixwaze bi dijmin re, li Silêmanî opozisyon û li Hewlêrê jî şirîkê hikûmeta Kurdistanê be. Ev hersê karesat jî xerab in û ji hestên berpirsiyariya Kurd û Kurdistanê dûr in. Bi van karesatên xerab bawerî bi YNKê naye û bê ku hesabê vê siyasetê bide Kurd û Kurdistan, nikare bibe şirîkê hikûmetê.

Silêmanî û Helepçe herêmên Kurdistanê ne. Ev herêm bê ku hesab û têkiliyên îdarî û aborî bi kontrola hikûmeta navendî ya Kurdistanê bimeşînin, otonom tevdigerin. Bi têkiliyên bi Îranê re, bi Iraqê re îradeya siyasî ya Kurd û Kurdistanê binpê dikin. Li gor zanyariyên di dest de yên çapemenî, ev herdu herêm bi carekê de ketine bin kontrola îstîxbarata Îranê. Li gor agahiyên îstîxbaratî yên 2007an li Silêmanî û derdorên wê „700 malên sîxurên Îranê hebûn“ û niha ev hejmar „1000 malên sîxuran derbas kiriye“(!)

YNK, helwesta xwe ya li hember Ala Talabanî ya biryara rawestandin û cemidandina endamtiya rêveberiyê paşde gav avêt û ew careke din girt nav refên xiyanetê.(!) Yên ku vê biryarê didin baskê xiyanetê, Îran û Iraq bi xwe ne.

Şêx Cafer, Kosret Resul û Mele Bextiyar ku sê giregirên YNKê ne, ev erkên xwe bicih neanîn, an nikarîbûn bicih bînin.(!) Ew grûba nav YNK“ ku bi xiyanetê didan nasîn, ji YNK dûr nexistin û rê ji dadgehkirina wan re venekirin. Xiyanetkar û têkildarên ku bi fêl û fêlbaziyên bi Îran û Iraqê re radestî lêpirsînê nekirin. Ya ev kes bizanistî di nav YNKê de hatin parastin, an jî qeweta wan negihişt ku di derheqê wan de lêkolînê bikin. Dema ku em van herdu îhtîmalan jî bidin ber çavên xwe, em dibînin ku helwesta van hersê giregirên YNKê jî bêçareyeke teslîmbûnê tê. Yânî per û baskên van hersê qedroyên YNKê bi destê wê grûba xiyanetê hatiye girêdan. Hêvî di wan de nemaye û YNK bicarekê de ketiye destê baskê xiyanetê.

Hestên netewî yên Kurd û Kurdistanê; bi karesatên xiyaneta 16 Cotmeha 2017an re û bi hemahengiya bi siyaseta dijminane ya Îran û Iraqê re derbên mezin xwar.  Heta ku rê ji dadgehkirina van xiyanetkaran re venebe û rê li karesatên xiyanetkarî neyê girtin, bi YNK û Tevgera Goranê re avakirina hikûmeteke nû, bihêz û Kurdistanî ne mimkûn e. Wê her ev fêl û fêlbazî serê siyaseta netewî biêşîne.

Divê di avakirina hikûmeta Kurdistanê de ev pirsgirêkên gewre yek biyek bên çareserkirin û rê li xiyanetê û têkbirina siyaseta netewî bêt girtin. Ev bar jî li ser pişta hêza netewî ya PDKê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin