Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Abdullah Ocalan got…

A+A-

Divê Kurd ji bîr nekin ku her tiştek li ser koka xwe şîn dibe. Loma jî di hemî cihanê de ji bona vê yekê hewldanên mezin, xebatên berfireh tê kirin ku kok nayê ji bîr kirin.

Lê weke gelek tiştên kurdan, bi destê hin kurdan ev jî têk birin. Kok mok nema tê bîra wan. Ji ber ku civata ku niha em tê de dijîn koka xwe nas nake. Ji ber vê yekê ye nikare bi awayekî rast û dilsozane karê ji bona azadiya gelê xwe bike.

Dema te koka xwe esl û feslê xwe nizanî bî, tê jî weke marê ço li serî bikeve tevbigere. Em çiqas gazindan bike, em çiqasî binivîsînin û bêjin jî, civata kurdan ya bakurê Kurdistanê ya ku piştî 1980 mezin bûne, hatine dinyê ji hemî hêjayîyên kurdan bê par in.

Bê pariya wan bi awayekî zanîstî pêk hat ku li bakurê kurdistanê tevgerê bikujin, bitemirînin, bê dengê bikin.  Ji ber tiştên neteweyî  nehêlin ango bihêlînin çi lazim bû ew kirin. Lewra jî niha bi gelemperî ciwanên  kurd li bakurê Kurdistanê canê xwe ji bona demokrasîya dagirkeran dikin qurban.

Ji ber kesên di kampên pkk de ciwanên kurd perwerde dikirin, kemalîst bi xwe bûn. Loma piraniya gerîllayên pkk bi aqilê kemalîzmê hatin perwerdekirin ku ew dikarin canê xwe di ber komara tirkiyê de bidin.

Mesele xendekan xalek ji vê ye, lê mixabin kes û partiyên me zêde li ser vê nesekinîn û nasekinin. Nikarin bêjin gelo 8000 xortên kurdan di ber çi de canê xwe dan????

Weke her welatparêzê ji dil dizanin ku mesele pkk  projeyek bû û ev bi destê her çar dewletên dagir yên kurdan bû ku nivîsîn. Lê ê ku ev proje bi destê kurdan xiste jiyanê dagirkerên tirkan bû. Wan ji bona vê projeyê bê qeyd û şert pere mesref kirin.

Lê dagirkerên din jî ne kêmî tirkan bûn. Wan jî him pere him jî bi alîkariya pkk ve rabûn da ku mesele kurdan di nava xwe de bi destê kurdan hal bikin, bikujin û nehêlin. Carekê bê alî rewşa rojavayê kurdistanî bînin bîra xwe û bibînin bê li wir çi anîn serê kurdan û çawa wir wêran kirin. Li wir jî di ber erebande gelek xortên kurdan bê ayde û fêde hatin kuştin.

Heger em  bi awayekî bê alî li meselê binêrin, em ê bibînin ku pkkê di herçar perçên kurdistanê de ji bona kurd bi sernekevin çi ji wan hat kir. Proje ew bû ku kurdan di nava her çar dewletên dagirkeran de tune bikin.

Lê di hesab û defterên dagirkeran de ku wê başûrê kurdistanê azad bibe tune bû. An jî ne di wê zanebûnê de bûn.

Piştî azadiya başûrê kurdistnê kurdan êdî bawerî bi wê yekê anîn ku wê rojekê bibin xwedî dewleta xwe jî. Ji ber vê divê kurd başûrê kurdistanê weke, çavên xwe, dilê xwe û weke hemû hebûna xwe biparêzin. Ji ber ku têkçûna wir, têkçûna hemû kurdan e.

Lê wê azadiya başûrê kurdistanê herçar dagirkerên me ji nû de har kirin ku êdî bê ser û ber bi awayekî vekîrî û ekşkere pkk xistin dewrê.

Ji ber vê bû azadiyê başûrê kurdistanê ji bona pkk jî bû derd, êş û tunebûna wê. Lewara pkk azadiya başûrê kurdistanê di pişta ereban de weke xencerekê dît. Dît û bi alîkariya dagirkeran xwest wê hebûnê, wê azadiyê, wê çiraya ji bona kurdan şevreş ronî kiribû, rake. Şerekî mezin li hember wê azadiyê kirin, lê wenda kirin…

PKK û dagirkeran nerîn ku bi vê rêyê bi ser nakevin, taktîq guherîn û dest avêtin xebatên din da ku rojekê hebûna kurdan ji holê rakin.

Mesele dirêj e, lê ez ê hinekî kin binivîsînim da ku hin rastî bêne zanîn. Ev projeya dagirkeran heta roja 16 meha cotmeha 2017an ajot û di vê rojê de ew projeya her çar dagirkeran ku bi salan amade biribûn bi destê hin kurdan xencera jahrî li pişta kurdan û bi taybetî li ya Barzaniyan dan. PKK bi xwe jî di nava vê projeyê de hebû.

PKK ji roja damezrandina xwe ango ji roja ku ji teref dagirkeran hate damezranin û heta niha ew her li dijî hemî hêjayiyên kurdan kar dike. Ji bona kurd di perçeyekê kurdistanê bi ser nekeve çi jê hatiye û tê, kirî ye.

Çi dema li bakurê kurdistanê tevgereke neteweyî destbi xebatê kiribe, sedî sed pkk ketiye nav û ew têk biriye ya jî weke xwe kirî ye. Tenê mesela ziman mabû. Niha pkk hemî rêxistin li dora xwe civandin ji bona ziman xurt bikin, ya rastî têk bibin.

Ji ber ku pkk ruhiyeta neteweyî li bakur kurdistanê nehiştiye. Ji ber vê ye ku wan rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em neteweyî ne jî rast nabêjin. Di gotina xwe de rast in lê di pratîka xwe de ne rast in.

Ji bona ruhiyeta neteweyî li bakurê kurdistanê geş bibe, xurt bibe. Divê rêxistin û partiyên kurdan xwe ji pkk dûr bigirin. Divê kurdên bakur bi her awayî piştgiriya başûrê kurdistanê û rêbaza Barzaniyê nemir bikin da ku wir ji bona me kurdan dewleta kurdî û kurdistaneke serbixwe rahigînin. Çima?

Ji ber ku Evdila Ocalan bi xwe dibêje û gotiye: ”Heta ku ez û pkk em hebin dê Barzanî nikaribe bibe dewlet”. Her çiqasî navê Barzaniyan dabin jî lê armanc û hededefa Evdila û pkk ew e ku kurd nebin xwedî dewlet.

Ji ber ku dagirker û pkk baş dizanin ku bi azadiya perçakî wê roj bê perçên din jî azad bibe. Lewara ji bona başûrê kurdistanê nebe xwedî dewleta kurdî û kurdistaneke serbixwe ranegihîne tevdigerin.

Ji roja damezrandina pkk ya bi destê dagirkeran û heta niha ez û hin canik û camêr em vê yekê dinivîsînin û dibêjin; lê mixabin siyasetmedarên me yên bakur hê jî ev fêm nekirine û her xwe nêzîkê wê pkk ya ku qet çiya kurdan naxwaze, dikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar