Mehmûd Osman: Bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ve jiyana xelkê dê baştir bibe

Mehmûd Osman: Bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ve jiyana xelkê dê baştir bibe

Siyasetmedarê kurd û parlamenterê berê yê kur dli encûmena nûnerên Iraqê Mehmûd Osman, behsa pêngavên hikûmetê yên ji bo geheştina rêkeftina li Bexdayê û projeyên navxwe yên ji bo xweş kirina jiyana xelkê kir.

A+A-

Dr. Mehmûd Osman ragehand: ‘’Baş kirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê pêngavekî başe û bandora wê dê ji aliyê darayî ve jî hebe. Pirsgirêkan dê çareser bike ji ber peyvendiya xwe bi jiyan û mûçeyên hemwelatiyan ve heye. Ji aliyeke din ve eger pirsgirêk çareser bibin û eger bikarin madeya 140 çareser bikin, navçe asayî bikin û îdareya hevbeş daynin bo wan navçeyên li gor destûrê, rewşê asayî bikin ev yek gelek giringe, ji ber rewşa wan navçeyan têkçûye, ji ber wê ew peyvendî xizmeta Iraqê û Kurdistanê jî dê bike.’’

Herwaha got, pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê ber bi rêkeftineke li gel Bexdayê ve başe û ‘’Dibê em li rewşê binêrin, ji ber peyvendiyên kurdan li gel cîhana derve û welatên derve ti tiştek bo kurdan nekirin, wan gotin hûn beşekin ji Iraqê, ji ber wê divê em li ser Bexdayê baldar bin û giringe li gel Bexdayê rêkevin. Kazimî jî kesekî guncawe û ew bixwe jî li Kurdistanê maye, ev yek jî dibe ku bibe rêyek bo destpê kirina tiştên baş.’’

Mehmûd Osman got: ‘’Rêkeftina hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Iraqê, bo seqamgiriya her du aliyan jî giringe, ji bere ger rêknekevin seqamgirî nabe.’’

Dawiyê de jî got, rêkeftin dê rewşa herêma Kurdistanê baştir bike û jiyana xelkê jî dê baştir bike.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin