Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin

Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanya îmzeyan a “Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê” da destpêkirin û lînka kampanyayê jî hat belavkirin. 

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi dirûşma “Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê” kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê xelkê. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Dê ev îmze radestî Meclîsa Tirkiyê werin kirin. Kampanya lingê dîjîtal li ser malpera change.org tê birêvebirin. 

Platform û Torê bi daxuyaniyek û vîdoyekê armanca kampanya xwe vegotiye. Herdu saziyan jî bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îro dan destpêkirin. 

Daxuyaniya agahdariya kampanyayê wiha ye: 

“Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê

Her gel bi zimanê xwe heye.  Her wekî çawa pêşîyên me gotî, “Her teyr bi zimanê xwe dixwîne” û her gel jî divê bi zimanê xwe bijî.

“Bi avabûna netewe-dewletan, gelek dewletan dest bi polîtîkayên netewesazîyeke bi mebesta avakirina civakeke yekreng kiriye. Çar dewletên ku kurdan di bin destên xwe da digirin jî, ji bo pêkanîna civakeke yekreng û yekzimanî dest bi polîtîkayên pişaftinê kirine. Di vî warî da polîtîkayên herî tund û hişk bi destê avakar û rayedarên dewleta tirk hatine/tên meşandin. Li Tirkîyeyê hê jî perwerdehîya zimanê kurdî bi xala 42yan a makezagonê hatiye qedexekirin. Ji destpêka komarê heta niha ji bo pişaftina kurdan û bênirxkirina ziman û çanda kurdî her cure rê û rêbaz hatine bikaranîn.

Di hişmendîya sedsala 19 û 20an da ev helwest ji hêla hêzên desthilatdar ve wekî tiştekî rewa dihat dîtin, lê îro ev serdem derbas bûye û êdî aqlîyet û zîhnîyeta pêkanîna “civakeke yekreng” li piranîya cîhanê wekî qirkirina spî tê binavkirin. Îro êdî pirzimanî û pirçandî wekî tiştekî pêwîst û rewa tê dîtin.  Her wiha gelê kurd jî tevî hemû polîtîkayên pişaftinê ji bo parastin û pêşvebirina ziman û çanda xwe têkoşîna xwe bêrawestan didomîne.

Ji ber vê yekê, êdî dema hatîye ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û kend û kospên li ber perwerdehîya zimanê kurdî werin rakirin, kurdî di hemû pileyên perwerdeyî û hîndekarîyê da were bikaranîn.  Lewma jî em kesên ku navê me li xwarê ye, dixwazin ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdehîyê.” 

Lînka kampanya îmzeyan wiha ye

https://www.change.org/p/t%C3%BCrkiye-b%C3%BCy%C3%BCk-millet-meclisi-k%C3%BCrt%C3%A7e-e%C4%9Fitim-dili-ve-resmi-dil-olsun?recruiter=false&utm_source=share_petition&utm_campaign=psf_combo_share_initial&utm_medium=whatsapp&recruited_by_id=2d770540-74f0-11eb-aedc-f758df418a62&utm_content=washarecopy_27482100_tr-TR%3A1

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin