Lindsey Graham ji bo çareseriya nakokiyên di navbera HSDê û Tirkiyê de pêşniyarek kir

Lindsey Graham ji bo çareseriya nakokiyên di navbera HSDê û Tirkiyê de pêşniyarek kir

.

A+A-

Senatorê navdar ê Komariyan yê Amerîkî Lindsey Graham di wê bawerê de ye nabe ku Amarîka pişta xwe bide Hêzên Sûriya Demokratîk, ku roleke mezin di têkbiirna DAIŞê de dîtiye. Graham amaje bi wê yekê jî dide ku dibe ew aloziyên di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de hene biguherin peywendiyeke baş a aborî.

Lindsey Graham di babetekê de amaje bi wê yekê da ku navçeyeke ku li cîhanê pir pirsgirêk tê de hene he û hêjayî wê yeke ku careke din girîngî pê bê dayîn, ew jî Rojavayê Kurdistanê   û navçeyên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ne.

Senatorê Komarî yê Amerîkî nivîsiye: “Bakurê Rojhilatê Sûriye bo demê çend salan cihekî girîng bû bp berpirsên DAIŞê û li Reqayê plan bo êrîşkirina li ser welatên rojava û berjewendiyên wan  dikirin, ji wan jî êrîşên sala 2015ê yên Parîsê û êrîşên nav Amerîkayê.

Bi gotina Graham, îdareya Trump dawî li desthilata DAIŞê anî û îdareya Biden jî siyasetekê dimeşîne ku alîkar e daku destkeft bên parastin û di wê çarçoveyê de nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li navçeyên di bin desthilata HSDê de mane û Tenefê mane daku ligel hêzên xwecihî kar bikin û rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigirin.

Senatorê Amarîkî dibêje amaje bi wê yekê jî dide ku dibe ew aloziyên di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiye de hene biguherin peywendiyeke baş a aborî.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham dibêje “Plana min heye van nêzîkan serdana navçeyê bikim. Ez difikirim ku ligel îdareya  Biden jî kar bikim bo çareseriya vê pirsgirêka ku ber mezinibûnê ve ye. Girîng e em ji nîgeraniyên rewa yên ewlehiya Tirkiye yên bo ser ewlehiya welatê wê fehm bikin, navçeyeke aram di navbera Tirkiye û wan hêzan de çê bikin ku Enqere weke terorîst li wan dinêre, palpiştiya wan jî bikin ku alîkariya me kirine em xelafeta DAIŞê têk bibin û ji wê yekê piştrast bin ku ew rêxistin serî hilnade.”

Lindsey Graham di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Ew çareseriya ku bi nêrîna min gelek guncav e ji bersivdayîna nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiye pêk tê, di heman demê de karkirin bo pêşxistina peywendiyên aborî yên di navbera aboriyên Hikûmeta Tirkiye û niştecihiyên Bakurê Rojhilatê Sûriye.

Hejmareke bîrên petrolê li Bakurê Rojhilatê Sûriye hene û eger veberhênaneke zêdetir di wan de bê kirin, wê demê dibe ku asteke zêde ya petrolê berhem bînin û karekî bi vî awayî jî sûdê digihîne bazara petrolê ya cîhanê û aboriya Bakurê Rojhilatê Sûriye û aboriya Tirkiye.

Rêya herî baş bo çareserkirina vê pirsgirêkê ji wê yekê pêktê em rewşeke bixuliqînin ku niştecihiyên Bakurê Rojhilatê Sûriye û Tirkiyeya hevpeymana me qezenckirî bin, çi di warê emnî û çi di warê asayîşê de.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin