Li seranserî cîhanê dora 3.6 milyon kes bûne qurbaniyên Koronayê

Li seranserî cîhanê dora 3.6 milyon kes bûne qurbaniyên Koronayê

.

A+A-

Li cîhanê hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 3 milyon û 584 hezar kesan.

 Li gor amarên herî dawî, li cîhanê hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 3 milyon û 584 hezar kesan û hejmara pêketiyan jî 171 milyon kesî derbas kiriye.

Li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins, Amerîka  di pêşiya hemû welatên cîhanê de ye ku heta niha zêdetir ji 594 hezar kesî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan 33.2 milyon kesî derbas kiriye.

Di rêza dueym de Brazîl tê ku heta niha zêdetir ji 562 hezar kesî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan 16.5 milyon kesî derbas kiriye.

Di rêza sêyem de Hindistan tê, heta niha li wî welatî zêdetir ji 326 hezar kesî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 27.9 milyon kesî.

Di piştre Maksîk re e û heta niha zêdetir ji 224 hezar kesî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan 2.4 milyon kesî derbas kiriye.

Li Ewropayê jî vîrûsa Koronayê herî zêde bandor li Brîtanyayê kiriye û heta niha li wî welatî zêdetirî 128 hezar kesan canê xwe ji dest dane û 4.5 mîlyon pêketî jî hatine tomarkirin.

Di pişt re jî Îtalya di rêza şeşemîn de ye û hejmara haletên mirinê bi giştî 126 hezar derbas kiriye û 4.2 milyon haletên pêketinê hatine tomarkirin.

Di rêza heftem de jî Rûsya tê, heta niha li wî welatî dora 121 hezar kesî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 5 milyon û 150 hezar pêketî hatine tomarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin