Li Şanoya Amedê sê lîstik hene

Li Şanoya Amedê sê lîstik hene

Vê mehê yek jê ji bo zarokan sê lîstikên şanoyê di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de hene.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya meha sermawezê dê vê mehê sê lîstikan derxin ser dikê.

Di rojên 14, 15, 22, 23, 29 û 30'ê mehê de dê lîstikan “Xewna Şeveke Hevînê” bê lîstin. Lîstika ku metna wê aîdê William Shakespeare ye, Ferhad Feqî wekî derhêner bi rê ve birîye.

 

Lîstika din jî stand-ap e. Stand upa Kemal Gokhan Gurses 16'ê mehê dê bê lîstin. Saeta destpêkirina van lîstikan 19.30 e.

Ji bilî van lîstikek jî yê zarokan heye di nav bernameya meha sermawezê de. Lîstika bi navê "Pîrê û Rovî" 24'ê mehê saet 12'yan de ji bo zarokan dê bê lîstin. Lîstika ku ji metna Malmîsanij a berhev kirîye de hatîye girtin, wekî rêveber Elvan Koçer bi rê ve birîye.

 

Şanoya Bajêr a Amedê li Galeriya li Ofîsa Amedê ye û xebatên xwe bi kurdî dimeşîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin