Li Rûsyayê gelek rêxistinên sivîl hatin qedexekirin

Li Rûsyayê gelek rêxistinên sivîl hatin qedexekirin

.

A+A-

 Rûsyayê hejmarek rêxistinên sivîl ên ku navenda wan li Amerîka, Brîtanya, Almanya û Polonyayê ne qedexe kir.

Hat diyarkirin ku Rûsyayê rêxistinên sivîl ji ber ku qanûnên wan bin pê kirine, qedexe kiriye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) jî di nav de ji dehan zêdetir rêxistin dê baregehên xwe yên li Rûsyayê bigirin.

Li aliyê din biryara qedexekirina rêxistinên wek Friedrich Naumann, Friedrich Ebert, Konrad Adenauer, Hanns Seidel, Heinrich Boell û Rosa Luxemburg yên ku navenda wan li Almanyayê ye jî hat dayîn.

Wezareta Dadê ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, rêxistinên ku navenda wan li Amerîka, Brîtanya, Almanya û Polonyayê ye qanûnên Rûsyayê bin pê kirine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) roja Pêncşema borî di daxûyaniyekê de banga lêpirsîna tawanên şer yên Rûsyayê kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin