Xwendekarên ku li muzîka Kurdî guhdar dikirin hatin derbkirin

Xwendekarên ku li muzîka Kurdî guhdar dikirin hatin derbkirin

.

A+A-

Li bajarê Karamanê koma nijadperest ku xwe wek "Karamanoglu Mehmetbey Ulkuculeri" da nasîn, li xwendekarên ku li muzîka kurdî guhdarî kirin û govend gerandine derb kirin û li ser hesabên medyaya civakî yên xwendekaran peyama "Em ji gelê Tirkiyeyê yê pîroz ji ber kiryarên xwe yên bêexlaqî lêborînê dixwazin" parve kirin

Xwendekarên Zanîngeha Karamanoglû Mehmetbey a Karamanê ku li muzîka Kurdî guhdarî kirin û govend girtine, rastî êrîşa koma nijadperest bi navê Karamanoglû Mehmetbey Ulkucüleri hatin.

Di 31'ê Adarê de xwendekarên Kurd li Zanîngeha Karamanoglû Mehmetbey li beşa xanexew a Saziya Krediyê û Xanexewan li muzîka Kurdî guhdarî kirin û govend gerandin.

Dotira rojê hin xwendekarên ku govend gerandine ji aliyê nijadperestan ve hatin xistin depoyekê û li wan xistin.

Li gorî nûçeya Mucahit Enes Turbil a Serbestiyetê, telefonên xwendekarên ku li wan hatiye xistin jî ji aliyê nijadperestan ve ji wan hatiye stendin û ji hesabên medyaya civakî yên xwendekaran jî peyam hatine parvekirin.

Di parvekirina li ser medya civakî de wiha hatiye nivîsandin “Em ji gelê Tirk ê pîroz û xwediyên rasteqîn ên Zanîngeha Karamanoglu Mehmetbey, Ulkucuyê Zanîngeha Karamanoglû Mehmetbey ji ber govenda govenda Kurdî a bêexlaq ku me duh êvarî gerand, lêborînê dixwazin.”

Yek ji xwendekarên ku lê hatibû xistin ji ber ku ji aliyê psîkolojîk ve xisar dîtibû û ji travmaya ku tê re derbas bû, ji Karaman derket û vegeriya bajarê xwe.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Waliyê Karamanê Mehmet Alpaslan Işik, dema ku haya wî ji êrîşê çêbûye bi saziyên pêwendîdar û nûnerên wan re hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye ku "Bûyer nayê qebûlkirin."

Li aliyê din rektorê zanîngehê Prof. Dr. Namık Ak di 6ê Nîsanê de jî serdana koma nijadperestan kiriye.

Li ser hesabê Twitterê yê nijadperestên Karamanê peyamek hat parvekirin û bal kişand ser serdan Rektor Ak. Lê belê tê diyarkirin ku ji ber bûyerê ev serdan weke hişyariyê hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin