Îtilafa Sûrî 4 aliyên siyasî ji nav xwe dûr xistin

Îtilafa Sûrî 4 aliyên siyasî ji nav xwe dûr xistin

.

A+A-

 Îtilafa Niştîmanî ya hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê, roja 7ê Nîsanê sîstemeke nû ya navxwe pejirand û endamtiya 4 aliyên siyasî di nav xwe de bidawî anî, di dema berî hefteyekê 14 endamên xwe ji kar dûrxistibûn. Li gor Desteya Giştî ya Îtilafê armanc ji vê guhertinê tenê çaksaziye.

Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê Kawa Azîzî dibêje “Li dora îtilafê gelek deng di nav de hene û gelek zilamên nîzamê jî di nav de hene. Ewê ku ev tişt gotibû got ku `ez amade me navan jî bibêjim` lê serokê îtilafê nehiştibû û gotibû ku niha ne wexta wê ye. Diyar e wê hinek tasfiye jî di nav îtilafê de hebin.”

Li gor çavdêrên siyasî yên peywendîdar, ev guhertin ji aliyê Desteya Giştî ya Itîlafa Sûrî ti peywendiya wê bi çaksaziyê nîne, tenê hinek alî dixwazin serdest û xwedî biryar bin, lê hinek çavdêrên din jî dibêjin egera tevlîbûna Meclisa Sûriyaya Demokratîk MSDê ser bi Rêveberiya Xweser bo nav Îtilafa Sûrî di rojevê de ye.

Kawa Azîzî got jî “Eger hat ku diyaloga Kurdî-Kurdî biserkeve û pêş ve biçe û ew rêkeftinê di navbera ENKS û PYNKê de cîbicî bibin bigihije encamekî di bin çavdêriya Amerîkayê de ku Amerîkî ji bi xwe li ser vê kar diki û MSD jî hêdî hêdî nêzikî îtilafê dibe. Hinek mercên îtilafê hene. Mercê yekem HSD û PKK ji hev cuda bibin û HSD ji Kurdên Sûrî bin.”

Îtilafa Niştîmanî ya hêzên Şoreş û opozisyona Sûriyê ku ji hemû aliyên siyasî Ereb, Kurd, Aşûrî û Turkmanî pêk tê, di Mijdara 2012ê de hatiye damezrandin. Di heman salê de 24 welatên Erebî û biyanî itêraf bi Itîlafa Sûrî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê kirin, lê niha li gor Itîkfê bi xwe tenê 3 welat itîrafê bi wan dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin