Li Hîndistanê ji ber qeşayiyê 19 kes mirine

Li Hîndistanê ji ber qeşayiyê 19 kes mirine

.

A+A-

Beşek ji qeşaya Hîmalaya ketiye bendavê û di encamê de lehî rabûye û 19 kes mirine. Li gorî raporên dawî ji ber germbûna kurewî di 23 salan de 28 trîlyon qeşayî heliyaye.

Polîsên Uttarakhandê diyar kiriye û gotiye, di nêzîkî saet 11.00(05.30 GMT)ê roja Duşemê de parçeyekî qeşayîyê ketiye û bendavekî ku weke Projeya Hîdroelektrîk a Rîshîgandayê tê zanîn, rûxandiye.

Şahidekî bûyera lehiyê destnîşan kiriye û gotiye, weke “sahneyekî ji fîlmên Bollywoodê” bûye.

Ekîbên rewşa awarte, 16 karkerên ku li tûnelek tijî kavil rizgar kiriye.

Ashok Kûmar, Midirê Emnîyeta Uttarakhandê duh gotibû, em ditirsin di bendava ku weke Projeya Hîdroelektrîk a Rîshîgangayê de ji 50 kesî zêdetir mirî çêbibe.

Li gorî daneyên hatine aşkere kirin heta niha 19 kes mirine û 170 kes jî wenda ne. Gerîna ji bo kesên wenda didome.

Ji sedî 36ê qeşayîyên Hîmalaya wê di vê sedsalê de bihelin

Li gor rapora 2019an a Navenda Geşepêdana Çîyayê Entegre ya Navneteweyî(Icimod) herî kêm ji sêyan yeke qeşayîyên li rêze çiyayên berz yên parzemîna Asyayê ji ber guherîna sirûştê neçare bihel in. Ev jî ji bo jîyana  2 mîlyar mirovî encamên ciddî bi xwe re tîne.

Emîsyonên karbonê were kêmkirin û germbûna kurewî bi 1,5 dereceyî were sînordarkirin jî ji sedî 36ê qeşayîyên li herêma Hîndû Kûsh û Hîmalaya wê heta sala 2100 bihelin. Ger emîlasyon nêyên kêm kirin dibe ku ev rêje duqat bibe

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin