Li Herêma Kurdistanê 597 kesên din jî bi koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 597 kesên din jî bi koronayê ketin

 Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di 24 demjimêrên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 164 kes li Hewlêrê, 110 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê, 127 kes li Raperînê, 265 kes li Duhokê û 33 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyanê, 12 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 281 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 37907

Mirin: 1391

Başbûn: 24027

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin