Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Li dû Mustafa Mencûtek

A+A-

Fedakar û şoreşgerên tarixa me ya nêz, bi awayekî ne layiqî derbasbûyina xwe bêdeng koça dawî dikin…

Ya ku êşek dide mirovan bê ku mihaseba xwe û tarixa xwe ya siyasî bikin wek minaka pelên darê yek bi yek hildiweşin. Aîdi xwe û tekoşîna xwe li du xwe tiştek niviskî nahêlin.

Heyfa keda wan.

Heyfa tekoşîna wan.

Xalê Mustafa jî yek ji wan e.

Demek dirêj li Zindanê ma. Pir îşkence dit.

Cara yekemîn wexta me ji zindana Amedê sirgûnî Zindana Ceyhanê kirin, me hevûdin li wir dit.

Xalê Mustafa ji Swêregê, ji gundê Karakoyunê bû. Karakoyûn gundek qela kurdperwera bû..

Karakoyun gund bû lê berî 12 ilonê navê wî gundî ji gelek bajar û navçeyan bêtir dihat naskirin..

Xalê Mustafa û hevalên xwe li wir xabatên hêja kirin. Tovên ku wan li gundê xwe avêtin niha ji Rihayê bigrin heta seranserê bakurê Kurdistanê belav bûye.

Min li zindana Amed û Ceyhanê ji Karakoyunê gelek kesan naskir. Di her şert û merci de xwedî gotin û helwestek bûn.

12 îlonê û proja Dewleta Dagirker wek debabak ji ser şoreşger û Kurdperweran derbas bû..

Herkes bêdeng bû. Wê demê jî xalê Mustafa û havalên xwe li dijî dagirkeriyê bê tirs xabat û tekoşîna xwe domandin. Di ew şertên dijwar de ji bo altarnatifek xurt çu bin xetê.

Piştî demekî bi operasyonek mezin ew û hevalên xwe yên KÎP/DDKD hatin girtin.. Ew, kek Îzzet Kandemir, kek Ekrem Karahan, kek Turan Seyfioglu û gelek hevalên din.

Li zinda Ceyhanê min gelek serpêhatiyên wî guhdarî kir.

Berî ku em biçin girtigeha Ceyhanê tevî çepên Tirka dima. wexta kekê Mehmet Cibran û me girtiyên Zindana Amedê dit ev gotina ji devê wî derket ”bihna welat ji we tê. Ez di nav van de behecim. Law ma kes tunebû ez bi wan re bi kurdî bipeyivim”

Qet ji bir nakim li seranserê girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtîyên siyasî li dijî zilam dewletê ketibûn rojiya birçibûyinê.

Li Zindana Ceyhanê, em ji beşdarî vê çalekîyê bûn. Greva birçîbûyinê nêzî mehek dom kir. Keda wî li ser min/me pir bû. Em di greva birçibûyinê de bûn. Tevî greva birçibûyinê ez nexweş ketim. Wî û kekê Mehmet Cibran numuna bilind ya rê hevaltîyê nişan dan.

adsiz-tasarim-15.jpg

Çi bêjim û çawa bêjim. Cara dawî Ew û Mehmet Şexmus Cibran bihev re li bajarê Bilefeldê bûn mivanê min.

Me bi hev re çend rojên xweş û bi yadkirina bûyerên zindana Ceyhanê û tarixa xwe me ya siyasî derbaskir.

Şikya bû…

Êşiya bû…

Û pir tenê mabû.

Piştî damezrandina PAKê ez pêre peyivîm.. Got: “baş e..ez li cem her karê ku xizmeta Kurdistanê dikim heme lê min aktif siyasetê berda. Wexta hinek min zorê da wî bi ken bersiv da min ”dilê min bi hevalê min re ye”

Xalê Mustafa, kurdperwerek hêja bû.

Piştî jiyana me ya zindana Ceyhanê me li Diyarbekirê hev di bû.

Ji bo demezrandina Yekbûnê em çubûn başûr û vegeriyan. Ev gotina wî qet ji bir nakim. “Siraç, li xwe miqatebe.”

Şeva keça min Raperînê tevî jiyana me bû heta sibê bi min re li nexweşxanê ma. Ev gotia wî “Tê niha fêm bike cima ez li Zindanê difikirim”

Xalê Mustafa hevalê hevalê xwe bû.

Lê ji jiyanê xeyidî bû..pir tiştan dispart partiyê û gelek tiştan de jî îdialîze dikir. “Wexta min jêre digot partî ez im, tu yî” qebûl nedikir.

Serpêhatiyên jiyana û tekoşîna wî bi wî re çû.

Lê ji welatê xwe pir hez dikir.

Çi bêjim Xalê Mustafa, te çawa bidim naskirin. Gava kek Suphi Karaalp ji min re xebera wefata te nivisand. “Mustafa Mencutek ji kiriza dil wefat kiriye” Ew halê min î nexweşî, greva birçîbûyinê jiyana me ya hepsê hat bira min. Te xwidana eniya min paqij dikir.

Moral û henekên te ..

Di maça bi qawişên çepên tirka û çoşa te.

Tezahurata te ya di pêşbirka/maça partîyên kurd, ya ku bi çepên tirka dilistin hat bira min. Te digot “Siraç gerek Tirk bera me nedin.” Ji bo tezahûrata te me xwe dikuşt..Ew dengê te yî xweş “Law heriyê”em diçun û te/me qezeç dikir. Ew yeka kêfek bê hempa dida te/me

Erê xalê Mustafa, ez hîn jî diherim lê tu çu, bê ku tu ji me xatir bixwaze

Oxira te ya xêrê be Xalo.

Tu û xabata te ewê her di dil û tekoşîna me de bijî.

2-316.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar