Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li Tirkan Têt Girtin!

A+A-

Siyasetek Kurd û Kurdistanî û hevpar, bi tifaqên navdewletî re dikare pêşî li Tirkîye û Îran bêt girtin.

Min li ser Rojhilata Navîn, li ser xetên enerjîyê û divêtîya tifaqên nû, bi çend nivîsan meramên xwe anîbû ziman. Çespandin û nirxên min ewbûn ku;
Ji bona daketina enerjîya Kurdistan û herêmê ji bona deketina bazara navnetewî, divêtî bi tifaqên nû heye. Nirxandin ew bû ku:
„Yek ji van rêyan di herêmê de avakirina tifaqên nû ne. Tifaqên Emerîka û YA li herêmê kevin bûne û rolê wan zeîf ketîye û bêbandor manê. Divêtî bi dînamîzmek nû heye. Ev jî bi hewlên radîkal yên guhertinan re têt avakirin. Di herêmê de dînamîzmên nû kî ne?
Îsraîl, divê di sîyaseta Rojhilata Nâvîn de û têkilîyên bi kurdan re aktîf bibe. Hêza dûyem jî Kibris û Yewnanîstan e. Ji bona  demoralîzekirina Tirkîye, divê Emerîka û Yekitîya Ewrûpa piştê bidin Kibris û Yewnanîstan jî.
Hêza din Kurd in. Di herêmê de Kurd, dînamîzmek nû û zînde ne. Ji 2014an û heta niha, têkilîyên Emerîka û hêzên Hevpeymanan bi kurdan re di warekî aktîf de dimeşe. Li hember DAÎŞ, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan bi kurdan re kar kirin. Serkevtinên mezin û hevpar tomar kirin. Vê hevkarîyê wek tifaqek nû, dînamîzmek derxist pêşberî me li herêmê. 
Têkilîyên kurdan bi Îsraîl, Kibris û Yewnanîstan re jî di astek baş de ne. Emerîka û hêzên Hevpeymanan dikarin di vî warî de bibin pêşengên avakirina vê tifaqê li hember kirinên Îran û Tirkîye ku wek aktorên herêmî tevdigerin“
Li gor van xwestin û daxwazên stratejîk; Amerîka, îsraîl û hin jî Yekitîya Ewrûpa hinek gavan davêjin. Yek ji van gavan jî hewlên YA. li henber Tirkîye û astengkirina hewlên Tirkîye yên neyasayî ne.
Wek ku em dizanin bi hevkarîya Îsrail û Kibris û bi pişgirîya YA û Emerîka, li qiraxên Deryaya Spî a derdorên Girava Kibris, gera gaza xwezayî û neftê dom dike.
Piştî van kar û xebatên „gaza xwezayî û neftê“, Tirkîye jî du keştîyên lêgerîna gaza xwezayî û neftê, şand derdorê girava Kibris û xwest ku li neft û gaza xwezayî bigere.
Ji terefê Yekitîya Miletan ve; Ev kar, xebat û karesatên Tirkîye, „li henber Mafê Hiqûqî yên serwerîya Dewleta Kibris a binpêkirina Peymana Yekitîya Miletan hat qebûl kirin.“ (!) Di vî warî de sekretêrê Yekitîya Miletan, Tirkîye hişyar kiribû û tekez kiribû, ku ev hewlên Tirkîye wek „hewlek cidî li henber serwerîya dewleta Kibris“ dabû nîşan.
Li angora ajansa „Reuters“ê, îro Konseya Yekitîya Ewrûpa jî biryarek stend. Li gor vê biryara Konseya YA. „Ji bona gaza xwezayî û neftê, gera Tirkîye a li derdorên qiraxên Girava Kibrisê, karesatên neyasayî“ ne.
Li henber van karesatên Tirkîye, yên binpêkirina  Mafê Hiqûqî yên serwerîya Dewleta Kibris, „danûstendinê peymanên hewayî û danûstenên bilind yên bi Tirkîye re da sekinandin“.(!)
Li gor „Ajansa Reuters“ biryar:
„Ji ber sebeba dewama lêgerîna neft û gaza xwezayî ya neyasayî a Tirkîye li derdorên Girava Kibris, YA, danûstendinê peymanên hewayî û danûstenên bilind yên bi Tirkîye re da sekinandin. Konseya YA. Biryar daye ku wê di van waran de civînên nû bi Tirkîye re nemeşîne:“
Konseya YA, di warê alîkarîya bi Tirkîye re, ya berî beşdarbûna YA. û di warê envestîsmanên beşa krêdîya bankên Ewrûpa de jî astengan datîne ber Tirkîye. Di vî warî de jî biryar ewe ku:
„Konsey, wê di warê amadekirina beşdarbûna Tirkîye ya YA de, alîkarîyên bi Tirkîye re yên butçeya sala 2020an kêm bike. Wê ji bankên Ewrûpa daxwaz bike, ku deyn û kredîyên envestîsmanên Tirkîye di ber çavan re derbas bikin.“(!)
„Ajansa Reuters“ dîyar dike ku, wê îro (11.07.2019) ev biryarên ku bi hemahengîya YA. hatine girtin, wê li Brukselê bi berpirsiyarên dewletên endamên Ewrûpa re bên şîrovekirin. Bi guhertinên ku wê li ser van biryaran çêbibin re, roja duşemê (15.07.2019), di civîna wezîrên Derve de wê bêt pejirandin.
Tirkîye û Îran bi zor û zilmek mezin êrîşan tînin ser xaka Başûrê Kurdistan. Hebûna PKK dikin sebeb û xaka Kurdistan a azad bombebaran dikin. Cîh û warên rûniştînerên herêmê yên medenî bomberan dikin. Tirkîye û Îran, kujtin û talankirina xaka Kurdistan ji xwe re wek mafekî rewayî dibînin. Dewletên cîhanê li henber van karesatên nemirovî bêdeng, temaşe dikin. Kurd perçe perçe, di bin bandora Îran û Tirkîye de, bi tena serê xwe nikarin siyasetek bibandor bimeşînin
Ji bona ku di herêmê de Kurd bibin xwedî sîyasetek bibandor û tifakek nû bêt avkirin, divêtî bi başkirina têkilîyên Başûrê Kurdistan û Başûrê Rojavayê Kurdistan heye. Bê ku ev têkilî di astek Kurd û Kurdistanî de bêt avakirin, Kurd nikarin pêşî li kirin û karesatên Tirkîye û Îran bigirin û di tifaqek wilo de cîh bigirin. 
Siyasetek Kurd û Kurdistanî û hevpar, bi tifaqên navdewletî re dikare pêşî li van dewletan bêt girtin.
11.07.2019
 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin