Li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê siberoja zimanê kurdî

Li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê siberoja zimanê kurdî

Remzî Kerîm

A+A-

Proseya ”normal” ya ku zimanê kurdî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibû, hatiye birîn.
Dixwazim bi gotina du kesan ji medyaya civakî dest pê bikim, ji ber ku bi min rewşa anuha ya zimanê kurdî bi perspektîveka meydanî ya zelal pêşkêş dikin: Gotina pêşî ya kesekî ye ku li deverekê di navbera Şirnex û Herzexê de dijî:

”Gava ez dibînim zarokên kurda bi zimanê tirkî dipeyivin, hemû hêvîyên min dişkên.”

Ev gotin di destpêkê de dikarin me xemgîn bikin; em bêjin erê bi xudê rast e, heta zarokên me jî dest pê kiriye bi tirkî dipeyivin, bi tirkî dileyîzin, bi tirkî difikirin. Lê bi ya min peyama herî girîng ev e: Li bakur prosesa ”normal” ya ku zimanê kurdî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe, hatiye birîn. Êdî du nifş tunene ku yek yê din li malê, li derve, li kolanê fêrî kurdî bike. Birîna vê prosesê destpêka nemana zimanekî ye. Çunkî ji bilî malê û dêûbav û derûdorê çi cihên din tunene ku zarok fêrî kurdîyê bibin.

Gotina duyem ya kurdekî Şemzînanî ye:
”Em nûke li Şemzînan lêpirsînekê (anketekê) bikin, goreyî ku me dîtî, % 99 dizanin bi kurdî (kurmancî- bahdînî) biaxivin. Bes em berê xwe bidinê, % 40-45 di navbera xwe de bi turkî diaxivin. Yên ku nizanin bi kurdî biaxivin, texer (piranî) têdigehin.

Kesên ku nizanin bi kurdî biaxivin, hindek ew biçûk û gencên malbatên kevn yên li Şemzînanê ne û hindek jî ew biçûk û genc in, yên ku malbatên wan, ev 15-20 salên dûmahîkê ji gundan hatine.
Axiftina turkî, % 90 di navbera biçûk, ciwan û jinan de ye, % 10 jî di navbera dukandar (esnaf) û karmendan (memûran) de ye. Li gundên Şemzînan rêjeya axiftina kurdiyê, goreyî navendê zêdetir e. Bes di ev 10-15 salên dawiyê de, li gundan jî exlebe di nav jinan de turkî belav bûye. Tesîra xwendegehên turkî ji van salan pitir bûye, goreyî salên borî. Herwiha kampanyayên bi destê dewletê hatine organîzekirin jî, yên wekî "Haydi Kızlar Okula" (Gelî Keçan Haydê Werin Dibistanê) û hwd. Keçên ku qet turkî nezanibin, rêya zimanê tirkî bo wan baştir vekir. Berê hem xwendin kêm bû: di nav kurdan de û hem jî kesên dixwendin heta 5 salan dixwendin. Nûke, 12 sal bûye mecbûrî û ev yek jî tesîreke zor mezin ya neyînî li ser kurdiyê dike. Digel vê yekê televîzyon, telefon û înternet jî piranî bi zimanê turkî têne bi kar înan, tesîra van jî ne kêm e li ser kurdiyê.

Kesên herî kêm kurdiyê dizanin jî, temenê wan di navbeyna 3 salî heta 12 salîyê de ye. Piştî ku ev, mezin dibin, dikevine nav bazarê, dixwînin û têdigehin jî. Bes zimanê van, wekî zimanê wan biçûkan nîne, yên ku di biçûkatiya xwe de fêrî tirkîyê bûne, baş nazivire ser kurdîyê."

Zimanê malê/rojane/kolanê û zimanê dibistanê
Kêm zêde em cidahîyên di navbera zimanê devkî –zimanê malê, zimanê rojane- û zimanê dibistanê dizanin. Zimanê malê yê ku bi riya xwendina li dibistanê neyê pêş xistin, peyvên nuh li peyvdanka yekî neyên parastin û bi kar anîn, awayên cida yên derbirîna li ser beşên cida yên zanîn û jîyanê li ser bingehên zimanê malê neyên ava kirin, û bi xwendin û nivîsîna ji dibistana pêşî heta unîversîteyê, nebin stûn ji bo zanîn û bikaranîna zimên, hingê zimanê malê bi tena serê xwe têra fêrbûna tiştên nuh, û şirovekirina fenomen û têgehên abstrak têgihiştina tekstên edebî nake. Tê zanîn ku te bi kîjan zimanî dibistan xwendibe, ew ziman dibe zimanê zanîna te, zimanê hestên te.

Ev kes behsa Şemzînanê dike: Bajarekî biçûk ”li nav sînorên” Tirkîyê û 0-50 kîlometre dûrî ”sînorên” Îraq û Îranê. Şemzînan li deverekê, li warê Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Siyahpûş, Şêx Ubeydullahê Nehrî û gelek klasîkên kurmancîyê ye. Berî 40 salan jî hejmara kurdên tirkînezan li Şemzînanê wekî piranîya bajar û gundên me ji kurdên bi tirkî dizanin bi sedan cara pitir bûn. Yek nimûne bes e ku em têbigihin bikaranîna zimanê kurdî ji kû gihiştiye kû: Carna li gundekî bi tenê muxtarek, yan yekî çûye li eskerîya tirka fêrî tirkî bûye, yan yekî riya wî li Stembolê ketiye, bi tirkî dizanî. Gundî ji bo XWENDINA nameyeka bi TIRKÎ ya kurdekî li eskerîyê, diçûn gundekî din, yan bajarê nêzîk. Piştî 40 salan keçên me, jinên me, zarokên me bi KURDÎ nizanin. Sala 2018ê hejmara kurdên bi KURDÎ nizanin, bi sedan cara ji hejmara kurdên sala 1970-80yê bi TIRKÎ nizanîbûn zêdetir bûye. 40 sala "şerê rizgarîyê", bi dehan kanalên televîzyonê, Înternet, bi milyonan "gotinên xweş" û hawar û qêrîn, bi dehan hezar qurbanî, bi milyonan mişextî, bi hezaran gundên kavil, bi dehan bajarên bin ax kirî, eger hê jî em bawerîya xwe bi kampanyayên 1 hefteyî, 1 salî, gazind û hawarên li rojname û programên televîzyonan bînin, bawerîya xwe bi gotinên: Pirsa ziman ne girîng e, em statuyekê werbigrin, em ê kurdî bikin zimanê resmî û ji mirinê xilas bikin” bînin, eger em hê jî xwe bi gotinên: ziman ne girîng e; bila zarokên me fêrî tirkî jî bibin, zimanzanîn baş e, bixapînin, eger em hê jî BITENÊ her tiştî têxin ser stoyê polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewlete tirkî û tîrê hemû gazindên xwe bidin dewleta tirkî û xwe bi xwe ranehêjin barê parastina zimanê kurdî, ne Şemzînana birîndar, ne jî bajarokên me -mixabin gund li devera Şemzînanê û li gelek deveran qasî tilîyên desta jî nemane-, ne jî ew prosenta kêm ya axêverên kurdî dimînin.

Rewş ji berê xeternaktir e
Gelek kes ji ber hebûna şerê çekdarî, li gor berê pirbûna hejmara kitêbên kurdî, kanalên radyo û televîzyonan, rojname û malperên Înternetê, grupên zimanê kurdî yên medyaya civakî bi hêsanî digihin kenaetekê ku li bakur siberoja hebûna zimanê kurdî hatiye garantî kirin, rê bi awayekî ji bo berdewamîya hebûna kurdî hatiye bi dest xistin, tirs nemaye. Lê gelek cara hayê wan kesan ji rewşa aniha ya man û nemana kurdî wekî pêwîst tuneye. Proseya nifşan hatiye birîn, statuya siyasî tuneye, kurdî ne zimanê dibistan, rêveberî û bazar û malê ye, rêûresmên kultura kurdî winda dibin, şûna wan em yên tirkî kopî dikin. Bi ya min rewş ji berê xeternaktir e.

Birînên laş û mejîyê civata kurdî
OTOSANSUR, bêfeydekirin, tirsa kuştin, girtin, barkirin û birîna mûçeyê ûhwd.
Polîtîkaya dewleta tirkî li dijî bikaranîna zimanê kurdî birînên kûr di mejî û laşê civata kurdî de vekirine. Ji ber ku kurdî ne zimanê dibistanê û xwendinê ye, kurdîaxêvek bi zimanê kurdî li bakur û li Tirkîyê nikare karekî bibîne, nikare unîversîteyê bixwîne, nikare hest û daxwazên xwe bi devkî yan nivîskî çap û belav bike, hêvîyên kurdan ku bi zimanê kurdî bipeyivin, binivîsin, hatine ser jê kirin û şûna wan hêvîyan; tirsa girtinê, barkirina ji gund û bajarê xwe, girtina riyên debarê, birîna meaş, zimanê kurdî biçûk dîtin, jê revîn, jê tirsîn, berê xwe dan bo zimanê tirkî cih girtiye. Bi kurtî wekî ku dibêjin: kurdî li bakur û li Tirkîyê pere nake. Propagandaya dewletê ku zimanê tirkî wek zimanê kar, bajar û zanîn û medenîyetê, û zimanê kurdî jî wek zimanê bêkarî, cahilî, gundîtî û paşvemanê li qelem dide, weha kiriye ku di civaka kurdî de li hember kurdî û bikaranîna wî xemsarîyek peyda dibe. Dê û bav difikirin ku baştir e zarokên wan fêrî tirkî bibin ku bikaribin ji xwe re paşerojekê ava bikin. Kurd bixwe li dijî bikaranîna kurdî derdikevin, kurd bixwe dibêjin tirkî zimanê hevbeş e, bila zarokên me fêrî tirkî jî bibin, zimanzanîn baş e –tevî ku zarokên xwe fêrî kurdî nakin, anku fikra wan a zimanzanîn baş e, ji bo tirkî ye, ne ji bo kurdî-. Bi kurtî li bakur û li Tirkîyê ji bo kurdan tirkî bûye zimanê paşerojeka geş û ron, kurdî bûye zimanê siberojeka nezelal û tarî.

Plan yan kampanya?
Bifikirin dewleta tirk ji sala 1924ê heta îro û heta nemana zimanê kurdî jî xwedî planeka domdirêj e. Ji bilî Qanûna Bingehîn û biryarnameyên cida, hertim gava siyaseta xwe ya li ser pirsa kurdî dest nîşan dike, ”kîjan qedexe, kîjan biryarname, kîjan tirsandin, kîjan programên tvyê, kîjan xebat, çi mesref di kîjan warî de zimanê kurdî nahêle” yek ji armancên sereke yên siyaseta wan e. Bi ya min metirsî û astengên ÎRO yên li ser man, yan mirina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê ewqas xeternak in ku êdî kurdî bi riya kampanyayên demsînor nikare bêt parastin. Kampanyayên sînorteng, ji bo demeka dîyarkirî, bitenê bi çend dehan kesa û çend gotar û programên TV sînorkirî, li hember qanûn, biryarname, îmkan û butçeyên Tirkîyê, donkîşotî ye. Divê planeka domdirêj û piralî hebe ku em bikaribin zimanê xwe ji mirinê xilas bikin. Hebûna beşekî rizgarkirî yê Kurdistanê –başûr-rojava-, hebûna beşekî Kurdistanê ku rewşa mana kurdî ji ya bakur baştir e, hebûna kanalên televîzyonê û Înternetê –tevî ku îmkan û derfetên zêrîn in jî- nikarin ji bo me bibin hêvî eger em bixwe dest neavêjin vî çekî. Pir girîng e em xwe ji hizra ”kampanya” yan xilas bikin û ”plan”eka me hebe ku kampanyayên cûrbicûr û piralî jî beşek bin ji vê planê:

Pêwîstîya zimanan bi çi heye?

Berê têrê dikir ku civatek hebe, mezin –dêûbav, meriv, bazar, têkilîyên di navbera mirovan de û hemû dîyardeyên kulturî- zimanê civatê ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin. Pêwîstî bi dibistan û butçe û dewlet û leşkerekî wî zimanî tunebû. Çêbûna dewletên netewî –zimanê dewletê, zimanê resmî, zimanê dibistanê û hemû dezgehên rêvebêrîyê re, êdî pêwîstîya zimanan bi butçeyeka salane, bazareka hevpişk, qanûn û biryarnameyên siberoja zimên garantî dikin.Pêwîstî bi Leşkerek, polîs û dadgehên ku sînorên wê dewletê û wî zimanî biparêze, heye. Pêwîstî bi dezgeh û sazîyan heye, sazîyên ku ne bitenê bibin garantîya parastina ziman, û garantîya derbasbûna ser nifşê nuh, lê li gor pêşketina civatê û dunyayê pêşxistina ziman û rê û amûrên ji bo berdewamîya jîyana zimanan.

Teknîka komunîkasyonê
Di vê çerxa Înternetê de êdî ev rê û amûr –tevî ku pêwîst in jî- jî bi tena serê xwe têrê nakin. Înternet ne sînoran nas dike, ne pêwîstîya wê bi vîzeyan heye, ne jî qanûn, biryarname, polîs û esker dikarin rê li ber bikaranîna zimanekî bigrin. Anku pêwîstî bi bikaranîna Înternetê –malper, medyaya sosyal, kanalên radyo-TV, dersxane û dibistanên bi riya Înternetê ku gelek zimanên din ji nuha de bi kar tînin, grupên zimanê kurdî heye. Eger kurd bixwazin zimanê xwe li bakur biparêzin, mecbûr in derfet û îmkanên Înternetê yên piralî bi kar bînin.

Armanca planê
Lê armanca bingehîn ya planê ne bi tenê parastin e, armanca serekî ew e ku kurdî bi hemû îmkan û derfet, butçe, dibistan û dezgehên piralî ve ji nifşan derbasî nifşên din bibe: heta ku di bin garantorîya statuyekê de bibe zimanê perwerdeyê: Parlamento û hukûmeta wê, leşkerê wê, butçeya wê, dibistan û dezgehên wê hebe.

Divê em çi bikin?
- Divê em ”planeka parastin û pêşxistina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê” amade bikin. Di hundirê vê planê de tedbîr û xebatên parastin û pêşxistinê yên demkurt û domdirêj, herweha organ û dezgehên cûrbicûr ji bo karên cûrbicûr bêne dest nîşan kirin.

- Organîzasyon. Bêguman organîzekirin: organ û komîsyonên cida, beşdarîya kes û rêxistinên rast, di organên rast de, hevbeşî û berdewamîya kar û xebatan abc ya planeka domdirêj e. Neku wekî gelek cara me dîtiye; organ û kes tên dest nîşan kirin, piştî demekê sistî dest pê dike, guftûgoyên bêwate rû didin, û kes jî, organ jî bê desthilat û bêwate dibin. Ji bo her warekî xebatê li gor erk û wezîfeyan zelal, dest nîşan kirina dezgeh, organ û beşdaran girîng e. Ev dezgeh û beşdar ji bo çi ne, dê çi bikin û çawa bikin, divê xalên zelal bin. Ji bo karên dezgeh û kesan kîjan derfet û îmkan pêwîst in, bi beşdaran re bê peyivîn û li gor karê ku her yek dide ser milê xwe, divê îmkan û debar, bên terxan kirin.

- Budçe. Bêguman ji bo organîzasyoneka weha butçeyeka ”mezin” pêwîst e. Gelek cara proje, kampanya, plan û progran ji ber nebûna îmkanên maddî berî ku dest pê bikin dimrin, yan mirî dizên.

- Bêbandorkirina siyaseta dewleta tirkî ya di warê qedexekirina bikaranîna zimanê kurdî –bi kurdî bicihanîna pêwîstîya kultura kurdî: stran,-, li dibistanan, li bazarê, li medyaya dîtbar û bihîstbar, li malê, bi kurtî bi devkî û nivîskî qedexeya li ser bikaranîna zimanê kurdî di jîyanê de, bêpere û bêîmkan hiştina dezgehên kurdî yên kurdan û yên ku dewletê bixwe ji ber hin sedeman ava kirine, derfeteka zêrîn dixe destê kurdan ku li Ewropayê û her derên din, em xebata deşîfrekirin û rûreşkirinê sîstematîk bidomînin. Axaftina zimanê dayîkê mafekî bingehîn e di hemû peymannameyên cîhanî de û yek ji wan xalan e ku raya giştî ya Ewropayê bihêsanî sempatîyê nîşan dide. Bi rê û awayên cida deşîfrekirin û lidijderketina siyaseta dewleta tirkî li bakur û li Tirkîyê, agahdarkirina dezgehên cida yên cihanî bêguman karê organ/komîsyonekê bi serê xwe ye. Bêdengî û bêdilîya kurdan ji bo deşîfrekirina polîtîkayên dewleta tirkî bi ya min ji bo dewleta tirkî cihê kêfxweşîyeka mezin e. (Kampanyayên bêwate yên wek kuştina mamostayên zimanê tirkî –tevî ku bi hezaran kurd û endamên rêxistinên siyasî bixwe li bakur mamostayên zimanê tirkî ne-, kampanyayên 1 hefteyî, 10 rojî wek min li jor jî got donkîşotî ye, yan jî xelk xapandin e. Li nav axa bakur û li Tirkîyê lidijderketin û tengavkirina dewletê bi riyên cida bi serê xwe divê karê organek ya vê organîzasyonê be.

Tv û radyoyên bi kurdî, rêzefîlmên kurdî, programên li ser beşên cida yên kultura kurdî, programên stran, pêşbirke, programên zarokan yên balkêş, programên fêrbûna alfabe û sohbeta rojane ya kurdî

- Ew qonaxa ”normal” ya ku kurdî wek zimanê devkî ji nifşekê derbasî nifşekî dibû, bi riya tedbîrên dewleta tirkî, hatiye birîn. Stran û çîrokên me, rêûresmên kulturî êdî bi riya dêûbab û meriv û civakê derbasî nifşê din nabin. Dewlet teknîkê, tv û Înternetê û hemû îmkanên ku teknîk û qanûn û butçe pêşkêş dike, ji bo bikaranîn û bicihhatina ziman û kultura tirkî terxan dike. Rêzefîlm û programên stran û sohbetan bûne baştirîn çek ku jinên kurda li ber rêzefîlmên tirkî rûnin; ew dizanin kengê fîlm dest pê dike û dema xwe û karên rojane li gor wê eyar dikin ku temaşe bikin. Ne bi tenê li bakur û Tirkîyê, belkî li başûr û rojava û Ewropayê jî jinên me yên hîç bi tirkî nizanin jî temaşeyî rêzefîlmên tirkî dikin. Gelek kurdên başûr êdî piçek tirkî dizanin, lê ya jê xirabtir, dixwazin fêr bibin. Pir balkêş e, ez nimûneyekê bidim: Jineka soranîaxêv, di malpera xwe ya FaceBookê de daxwaz kiribû ku bi mêrekî tirk re bizewice, ”çunkî mêrên tirka xweşik in”. Ev neku henekek bû, daxwaza wê ya jidil bû. Vê jina kurd bi riya rêzefîlmên tirkî mêrên tirk dîtibûn. Lewra hebûna tv û radyoyên bi kurdî, rêzefîlmên kurdî, programên li ser beşên cida yên kultura kurdî, programên stran, pêşbirke, programên zarokan yên balkêş, programên fêrbûna alfabe û sohbeta rojane ya kurdî pir girîng in. Bêyî van îmkanên teknîkî pir zor e ku kurdî ”ji nifşekî derbasî nifşekî din” bibe. Pirsa girîng: Em çawa dikarin, programên tv û radyoyan li ber dilê zarok, jin û mêrên kurd, li hemû beşên Kurdistanê û Tirkîyê şirîn bikin ku ji nav hemû alternatîvan kanalên kurdî hilbijêrin?

- Înternet çekê zêrîn ji bo zimanê kurdî. Li Ewropayê grupeka kurd ya pirhejmar heye. Qedexeyên dewleta tirk tunene û pêwîstîya Înternetê bi vîzeyê tuneye. Anku em dikarin bi riya Înternetê xwe bigihînin her mala kurdî li bakur û li Tirkîyê. Lê Tirkîyê rê dayê hin şirketên medya civakî û înternetî ku li ser axa Tirkîyeyê dezgehên xwe ava bikin û vê yekê jî li dijî kurdan, li hember van şirketan wekî çek bi kar bînin. Tevî vê jî li bakur û li Tirkîyê Înternet heye. Kurd dikarin bi riya grupên medyaya civakî, tvyên medyaya civakî (Facebook yan tvyên taybetî) dibistanên ziman û kultura kurdî, ji bo zarokan û mezinan li Ewropayê ava bikin; di demên dîyarkirî de kurd dikarin li bakur û li Tirkîyê li mala xwe beşdarî van programan bibin.

Piştgirîya takekes û grupan, piştgirîya berhemên hunerî
- Eger em bikaribin bi piştgirîya maddî, çapkirin û belavkirin û îmkanên din alîkarîya takekesên ku ferheng, pirtûkên dersê, pirtûk û weşanên hunerî li ser beşên cida yên kulturî kurdî, rejîsorên, bikin, li her derî rûmetê bidin kes û xebatên weha, wan kes û dezgehan li ber çavê kurdan bilind bikin; hem ew kes û dezgeh, hem jî kurdî bi giştî feydê dibînin. Divê xebatên weha bi salan li mala yan li komputera veşartî nemînin, ji ber ku wî kesî, wê dezgehê ne pere, ne jî derfetên çapê û belavkirinê tuneye. Piştgirî û xelatkirina xebat û kesên weha xuya dike ku em qedrê zimanê xwe digrin.

Tu bi kurdîya kê dikenî?
Tu henekên xwe bi çi dikî?

- Min behsa medyaya civakî kir. Statîstîkên çend kes ji bakur û li Tirkîyê û li dinyayê vê medyayê ji bo xwendin, nivîsandin û guhdarîkirinê bi kar tîne tunene. Lê bi ya min qadeka girîng e. Li FaceBookê bi dehan grupên zimanê kurdî hene: endambûna li wan grupan ne bi tenê întereseya me ji bo zimanê kurdî xuya dike, em dikarin her roj li ser zimanê xwe fêrî tiştine nuh bibin. Lê nimûneyên negatîv jî hene. Tiştê balkêş bo nimûne li FaceBookê min bi sedan cara xwendiye ku kurdên ji Kurdistanê henekên xwe bi kurdîya kurdên Anatolîyê, kurdên Mereşê, kurdên Meletî, Xarpêt, Efrîn û Kobanê, kurmancîya devera Behdînan dikin ji ber ku gotinên tirkî di nav kurmancîya wan de heye, yan varîyanteka din ya kurmancîyê dipeyivin. Ev henekpêkirina vekirî, pêkenînên bi dawî nayên, van kurmancîaxêvan ji zimanê kurdî sar dike: yan şerm dikin bi kurmancîya xwe bipeyivin, binivîsin, yan jî alternatîva herî nêzîk hildibijêrin: bi tirkî, yan bi erebî dipeyivin, dinivîsin. Tecrubeya min ya mamostatîya zimanê kurdî heye. 1- Skolverket, beledîye gava mamostayan ji bo varîyanta kurmancîya li Behdînan mamostayan digerin, dibêjin em mamostayên bi zimanê behdînî digerin. Piranîya şagirdên min zarokên kurdên Anatolîya Navîn in. Dêûbav dibêjin dîyalekta me cida ye, baştir e ez zarokên xwe bişînim zimanê tirkî. Zarok bixwe jî bawerîya xwe ya zanîna kurdî winda dikin, tevî ku kurdên Anatolîyê li bakur ev kurd in ku hê jî li malê, di navbera xwe de bi kurmancî dipeyivin. Şûna ku em lêbikolin ka wan çawa kurdî di nav xwe de parastine, em wan xelat bikin û îbretê ji wan wergirin, em henekên xwe bi kurmancîya wan dikin. Li ser medyaya civakî divê hertim em pesnê wan kurmancîaxêvan bidin, qedrê wan û kurmancîya wan bigrin, neku henekên xwe pê bikin.

Em ê çawa axaftin, nivîsandin û bikaranîna zimanê kurdî

û rêûresmên kultura kurdî normalîze bikin?

- Salnameyek pêwîst e: ji Qanûna Bingehîn ya 1924ê heta îro hemû bendên li qanûn û biryarnameyên tirkî yên ku bikaranîna zimanê kurdî, avakirina dezgeh û dibistanên perwerdeya bi kurdî, rêûresmên cida yên kultura kurdî, çi bi devkî, çi bi nivîskî qedexe dikin, divê ji bo zimanê kurdî û yên bîyanî werin wergerandin. Her sal rojên ew qanûn û biryarname derçûne, bi aktîvîteyên cûrbicûr bêne bi bîr anîn. Heta îro jî belgenameyek bi formê pirtûk yan fîlm, yan formateka din tuneye. (Belgename, pirtûk, konfrans, afîş, civînên protestoyî, fîlm ûhwd)
- Rêûresmên kultura kurdî, stran û meqamên kurdî yên hatine dizîn, bi belgeyan bêne arşîv kirin, belav kirin û kesên ku di dizîya wan de rolên wan hene, wek dizên stranên kurdî bên îlan kirin. Divê em li rêûresmên kultura kurdî vegerin.
- Rojên cida yên zimanê kurdî, derçûna yekem kovar û rojnameya kurdî, yekem fîlma bikurdî bi aktîvîteyên cida bêne pîroz kirin.
- Navên hemû gund, bajar, bajarok û deverên kurdî yên ku navên wan hatine guherandin, gund bi gund, bajar bi bajar ji nû ve bi formata pirtûk, yan belgenameyan bên çap kirin, di jîyana rojane de, çi bi devkî, çi bi nivîskî ev navên bi kurdî bêne bi kar anîn. Xebatên piralî bêne kirin ku gundî û bajarî ji bo guherandina navên gund û bajar û deverên xwe bi resmî hewl bidin.
- Hewl bête dan ku hemû berendamên parlamento û karûbarên şaredarîyê de kesên ku ji bo hilbijartinê xwe pêşkêş bikin, bi kurdî bizanin, yan xwe fêr bikin. Divê li bajar û gundên kurdan, şerm be ku nûnerên kurdan bi kurdî nizanibin. Divê zanîna zimanê kurdî û vegerandina navên kurdî li şaredarîyan bendek be ji bo piştgirîya partîyên siyasî û berendaman.
- Divê li bakur û li Tirkîyê axaftina bi kurdî bibe yek ji prensîpên nemunaqeşebar yên rêxistinên siyasî, pîşeyî, kulturî yên kurdistanî. Di destpêkê de belkî nerazîbûn peyda bibin, lê Federasyona Kurdî li Swêdê nimûneyeka baş e ku ev armanc bi cih tê.
- Di dezgehên resmî yên dewletê de tengavkirina dewletê pir girîng e. Li gor îmkanan divê daxwaza tercumanên bi kurdî bê kirin.
- Bazar, dukan û şûnên giştî li nav bajaran pir girîng in. Hewleka ciddî bê kirin ku li bazara, li dikana, li navend û kolanên bajaran bi dikandaran re bi kurdî bê peyivîn, navên cade û kolanan, tabelayên dikanan bi kurdî bin. Li mizgeftan xutbeyên bi kurdî yek ji riyên herî xudan tesîr e. Divê rêxistinên misilmanên kurdan û mele û zanayên dînî yên bibin beşek ji bicihkirina zimanê kurdî li mizgeftên Kurdistanê.
- Di destpêkê de endam û piştgirên partî û rêxistinên kurdistanî navên zarokên xwe ji bo dersa zimanê kurdî bidin nivîsandin û hewl bidin ku meriv, dost û nasên xwe jî îkna bikin.
- Ji bo hêsankirina nivîsandina bi kurdî pêwîstîya kurdî îro bi programeka ”word” ya nivîsandinê heye. Ev program alîkarîyê dike ku kesên bi alîkarîya komputer, yan telefonên mobîl bi kurdî dinivîsin, bi alîkarîya wê programê dikarin piştrast binivîsin.

Serbûr û serpêhatîyên zimanên din
- Pir girîng e ji me re em bizanin neteweyên din yên rewşa zimanê wan ”dişibe” ya zimanê kurdî, ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe kîjan metodan, rê û awayan bi kar tînin. Hem kolonîyên li Afrîkayê, hem yên li Asyayê, hem jî xebat û tecrubeyên katalonî, baskî, walesî, skoçî û samîyên li Skandînavyayê. Lêkolînên li ser rewşa zimanê wan û têkoşîn û xebata wan dikarin ji bo me kurda bibin nimûne. Lê ji bo vê yekê divê rabirdûya xebata wan û hewl û têkoşîna wan ya îro bi kurdî bigihin ber destê me.

Lehengên me
Yên ku ji bo peyivîn û nivîsîna zimanê kurdî, çapkirina berhemên kurdî, grupa Wate ya kurdên dimilî û grupên din yên ziman û kultura kurdî li medyaya civakî, tv û radyoyên kurdî yên Înternetê, hemû kurdên di rûpel, blog, grupên zimanî û cihên din de bi israr bi kurdî dinivîsîn: ev hemû lehengên rojane yên zimanê me ne. -Ez dikarim du nimûneyan bidim: Zinarê Xamo û Nureddîn Nureddin Yekta-. Li bakur jî ev leheng hene. Bi sipasîyekê jî be xelatkirina wan, qedirşînasî deynê ser stoyê me ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin