Lêkolîn: Di navbera pîr û neviyan de ziman bi pareke mezin winda dibe

Lêkolîn: Di navbera pîr û neviyan de ziman bi pareke mezin winda dibe

.

A+A-

Li gorî encamên lêkolînê, di nava gelê Kurd de her çiqas daxwaza wî ya fermîbûna zimanê Kurdî hebe jî, Kurd êdî bi zarokên xwe re Kurdî naxavin.

Li Tirkiyê di heyama ku nîqaşên li ser zimanê Kurdî geş dibin li bajarên bakurê Kuridstanê lêkolîneke balkêş li ser zimanê Kurdî bi konferansekê hate parvekirin. Li gorî encamên lêkolînê di nava gelê Kurd de her çiqas daxwaza wî ya fermîbûna zimanê Kurdî hebe jî Kurd êdî bi zarokên xwe re kurdî naxavin. Berpirsê lêkolînê û beşdarên konferansê diyar kirin ku divê demilsdest Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê nexwe yek du nifş şûn de dê neyê axaftin.

Li Tirkiyê ji aliyê Navenda Lêkolênin Kurdî, kompanyeya Rapirsiyê RAWESTê û bi piştevaniya saziya navdewletî ya sivîl Fredherich Ebert Stiftung bi beşdarîya damû dezgehên civakî û nnerên partiyên siyasî li çar bajarên bakurê Kurdistanê yên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Wanê li ser bikaranîna zimanê Kurdî ya di jiyana rojane de lêkolîneke balkêş hate parvekirin. Li gorî encamên lêkolînê ji sedî 63ê gelê Diyarbekirê, ji sedî 80yê gelê Mêrdînê, ji sedî 67ê gelê Wanê, û ji sedî 54ê gelê Rihayê zaravayên Kurdî Kurmancî û zazakî diaxawin. Li gorî heman lêkolînê li Diyarbekirê axaftina Kurdî bi dê û bavan re ji sedî 32, bi zarokan re jî di asta ji sedî 8,8ê de ye. Li Wanê axaftina Kurdî bi dê û bava ji sedî 30 ya bi zarokan re ji sedî 7,4e. Li Mêrdînê axaftina Kurdî bi dê û bavan ji sedî 35 ya bi zarokan re jî ji sedî 15ye. Li Rihayê jî axaftina Kurdî bi dê û bavan ji sedî 16,4 bi zarokan re jî ji sedî 4,6 e.

Drektorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Rûhavîoglu ji K24ê re got: “Navbera dê û bava, navbera pîran û neviyan de ziman bi pareke mezin winda dibe. nayê bikaranîn yanî. Ev jî talûkeyeke mezin e. ji sedî 10ê wan ncex bi zarokên xwe re kurdî diaxawin. Ev problemeke û ziman wenda dibe yanî nifşek û du nifşên din zarok wek kurdî qet hîn nabin dê mezin bibin ev problemeke.”

Serokê kopanyeya rapirsiya RAWESTê Roj Gîrasûn jî da zanîn ku sedem zêde ne ku ciwan ji Kurdî axaftinê dûr bikevin.

Serokê Kompnanyeya RAWESTê Roj Gîrasûn dibêje: “Çiqas Kurd ji gundan koç dikin bajaran axaftina Kurdî evqas kêm dibe. zimanê perwerdehiyê Tirkî ye. Zimanê aboriyê Tirkî ye, zimanê fermî Tirkî ye dema bazar perverdehî brûksasî bi tirkî be şêwazê wê tirkî be wê demê çiz iman pere nake yanî.”

Piştî encamên lêkolînê akademisyen Vahap Coşukn jî da zanîn ku tenê bi waneyên bijartî Kurdî nayê parastin heta ku nebe fermî û nekeve nava jiyana rojane de dê her ber bi têkçûnê be.

Akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun diyar dike: “Daxwaza herî mezin ne daxwaza dersa bijarte ye. Dxaza mezin ew e ku zimanê Kurdî bi fermî bê naskirin. Hem di perwerdehiyê de bi fermî bê naskirin hem jî di kar û barên dewletê de gerek bi fermî bê bikaranîn. Ji bo ev daxwaz ji aliyê dewletê bê vergirtin lazime gellek kes derbarê vê daxwazê de xwedî xwastek be.”

Herwiha li gorî encamên lêkolînên ku li çar bajarên bakurê Kuridtanê hatine kirin ji sedî 85ê wan bajaran dixwazin di şaredariyan de xizmetgûzarî bi zimanê Kurdî bê kirin. Ji sedî 85ê wan dixwazin li dibistanan de perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn û ji sedî 85ê wan dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Lê berpirsê vê lêkolînê dibêjin beramberî van daxwazan axaftina Kurdî jî her ku diçe kêm dibe.

Çavkanî / K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin