
Fransayê fermana girtina sêyemîn ji bo Beşar Esed derxist
.
A+A-
Dadweriya Fransayê fermana girtina sêyemîn ji bo Beşar Esed, serokê rejîma Sûriyeyê ya hilweşiyayî, derxist.
Li gorî raporên medyaya neteweyî, li Fransayê fermana girtina din ji bo Esed hatiye derxistin, bi tohmeta sûcên li dijî mirovahiyê û hevkariya sûcên şer, di derbarê êrîşên kîmyewî yên li herêma Gutaya Rojhilat a di sala 2013an de hatine kirin.
Fermana girtina sêyemîn a ku ji hêla dadwerên dadgeha herêmî ya Parîsê ve ji bo Esed hatiye derxistin, piştî biryara Dadgeha Bilind a Îstînafê ya di 25ê Tîrmehê de ya betalkirina fermana girtina yekem a ku ji bo serokê Sûriyeyê yê hilweşiyayî hatibû derxistin, tê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin