Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand Rêkeftina Îdlibê ku di 17ê Îlonê de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdoganî îmze kiribûn, bi temamî nehat bicihkirin.

A+A-

Sergey Lavrovî di hevpeyvîna xwe ya digel Ajansa Kuweytê de wisa got: "Em han didin ku hevalbendên me yên Tirk, berpirsiyarîyên xwe yên bi çerçoveya Rêkeftina Îdlibê ya 17ê Îlona 2018an bînin cih. Grîng e ku bi hinceya çavdêrîya rejîma agirbestê ya bi Tirkîyê re, destûr neyê dayîn ku terorîstan xwe lê zêde bikin. Babetên dokumantera ku avakirina herêmeke bêçek û veguhastina milîtanan û çekên wan dihewandin, hêj bi temamî nehatin sepandin.

Di heman demê de Lavrov da zanîn her çiqas heta cihekî îstiqrar hatibe bidestxistin, hê zû ye ku bêjin gefa terorê bidawî bûye. DAIŞa ku qaşo wê dewletekê ava bikira têk çû bes hê zû ye ku bêjin li Sûriyê gefa terorê bi temamî bi dawî bûye.

(Sputnîk Tirkî- Werger: Rûpela Nû)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin