Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdên Bakurê Kurdistanê berbi ku de diharin???

A+A-

Bûbê Eser

Bi hatina darbeya leşkerî ya di 12 îlona 1980ê û virde, bi zanetî, bi destûr û proje ji bona kurdên bakurê Kurdistanê bikin tirkiyeyî, çi lazim bû kirin û dikin.

Min xwest di vê nivîsa xwe de vê hinekî vekim:

Divê em carekê li dîroka xwe ya salên 1965î heta 1980 binerin û bibînin bê di wan demana de tevgera welatparêz çawa li bakurê Kurdistanê geş û fireh dibû. Bê çawa roj bi roj azadî nêzîkê me kurdan dibû. Bê çawa ciwanên wan salana weke tu êgir berra pirêzê bide, kar dikirin. Lê îro ciwan di nava tevgera azadîxwaz ya kurdan de tune ne.

Di wan salande ne tenê xwendevan, heta karker û gundiyan jî dest bi xwendin û nivîsandinê kiribûn. Her roj munaqeşe û gengeşî li komeleyekê û di nava fikrên cûda de dihate kirin. Lewra jî xwendin bû bû adet. Wê adetê jî zanîn belav dikir. Zanînê jî hewl dida da ku xelk û gel xwe binase.

Wê pêşveçûnê xeta navbera çepên tirk û kurdên welatparêz zelal kiri bû. Tevgerên Kurdan bi tu awayî xwe nêzîk tevgerên tirkan yên çep û oldar nedikirin. Ciwanên Kurdan, êdî partî û komeleyên xwe bi serê xwe, weke tevgerên kurd dadimezrandin. Ji ber ku doza tirkan ya çînî û ya Kurdan jî neteweyî bû. Li ser vê gelek munaqeşe hate kirinê heta ku me xwe ji hev safî kir.

 Bi vê safîkirinê tirs û xof kete nava dilê karbidestên tirk û ji bona projeya xwe ya tirkbûnê pêk bîne û di Lozana dudan de kurd serê wan neêşîne, dest bi proje û planên nû kirin.

Darbe ango hukmê leşkerî pêk anîn. Di vê pêkanînê de tevgera azadîxwaza ya kurdan tune kir û yên mayî î lawaz kir da ku bikaribe bi rehetî tevgera xwe ya li ser navê kurdan avakiribûn bikin desthilat, da ku bike berpirsê kurdan di Lozana dudan de.  Her weha jî kirin. Lê bi azadiya başûrê Kurdistanê rewş dê di peymana dudan ya Lozanê de êdî cûda be. Dê berpirsên kurdan wê bi xwe bin. Di vê peymanê wê ala kurdî di nava alên cîhanê de bilind bibe.

Karbidestê tirkan dema rêxistina xwe  damezrandin, xwestin ku ew tevger hemî karê xwe bi tirkî, perwerdahiya xwe ya leşkerê jî bi tirkî bikin da ku zimanê gelê kurd têk bibin. Ji ber ku karbidestên tirk baş dizanîbûn ku ziman hebûn e. Loma ji bona wê hebûnê nehêlin ev zêdeyî çel salan e kar dikin û bi ser jî ketine.

Em vegerin rewşa tevgerên bakurê Kurdistanê

Piştî sala 1980 û heta roja îro her tişt li gor dilê karbidestên tirkan dimeşe. Êdî ne tenê wê partiya wan, hemî tevgerên heyî ji bona pêkanîna wê projeya dagirkeran ya tunekirina tevgera kurd, çi bi zanetî û çi jî bi nezanî pêk tînin.

Çawa???

Dagirkerên me lê dixebitîn da ku zimanê gelê kurd nehêle. Ez dibêjim di vê de bi serketine. Ji ber ku roj bi roj axaftina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê kêm dibe. Êdî li gundan jî bi hevre tirkî qise dikin û wê daxwaza karbidestên tirkan, kurd bi xwe êdî pêk tînin.

Di nava tevgerên welatparêz yên bakurê Kurdistanê de mirov êdî ciwanan nabîne. Ciwanên xwendine û bûne xwedî karên baş êdî ji doza gelê xwe roj bi roj gavan di paşde diavêjin. Ciwanên dibin xwedî karê baş êdî li gor min dibin tirkekî baş jî. Ji ber ku êdî doza kurd û kurdistanê li gel wan mirî ye. Ji ber ku piraniya wan bi tirkan re jî dizewicin. Îstîsna qeydeyan xerab nake.

Partî û tevgerên heyî bi sal mezinan maye. Ew jî vê yekê ji bona sebra xwe bînin, dikin. Gelo çima her yek ji wan zarokên xwe jî fêr siyasetê nakin. Dev ji vê berdin, van sal mezinên me naxwazin zarokên wan doza welatê xwe bikin. Lê nikarin bifikirin dema ku ew ciwan bûn çawa kar dikirin. Bîr nabin ku piştî koçkirina wan dê kê/kî yê şûna wan bigire.

Wan ciwanên her yek ji wan xwedî karekî baş in, bi tirkan re dizewicin. Kurdên ku bi tirkan re zewicin jî êdî mirov nikare bêje ew kurd in. Roj tê hemî zarok û nebiyên wan, xwe weke tirk dinasin û tenê bi zimanê tirkî dizanin. Yanî dibin tirk.

Bi qasî min fêm kir û têgihiştim, zewaca bi tirkan re bi xweşe dê û bavên kurd jî dihare û gelek bi vê serbilindin jî. Aha keraseta ango malwêraniya mezin ev e. Ji ber zarokên, ji jin an mêrê tirk çê dibin, piştî du nivşan bi temamî dibin tirk. Li dîroka bakur Kurdistanê binerin û bibînin ku bi hezaran kurdên bi tirkan re zewicîne zarokên wan bûne tirk û hin ji wan bûne dijminê qewmê xwe.

Lê van salmezinên me yên qaşo siyaseta bakurê kurdistanê dimeşînin jî li hember vê malwêraniyê bê deng in. Ji ber ku keç û kurên gelekan ji wan bi tirkan re zewicîne.

De ka îcar ji min re bêjin, kesên bûk û zavayên wan tirk in, her roj rewşenbîrên xwe rexne dikin ku çima ew jî tevlî wan ango tevgera salmezinan nabin. Ji bona vê êşa xwe veşêrin her roj dev davêjin kesên vê dibêjin. Gelekên weha dibêjin, bi xwe jî ne li Kurdistanê, li tirkiyê dijîn û wir jî weke Kurdistane bi nav dikin an weha dizanin.

Divê êdî miletê kurd bizanibin ku yên doza kurd û kurdistanê têk dibin ev sal mezinên me yên naxwazin zarokên wan siyaseta kurdî bikin e û wan serok û rêberên ku zarokên wan ne li gel wan in. Her weha vana naxwazin eniyeke neteweyî jî bê damezrandinê. Sedema ne yekbûna kurdan li bakurê Kurdistanê ev e.

Divê êdî em hevdu nexapînin, roj bi roj tirkbûn di nava kurdên bakurê kurdistanê de berfireh û geş dibe. Çareseriya wê ragihandina eniyeke neteweyî û dewleteke kurdî ye. Dewletbûn jî îro li başûrî Kurdistanê heye. Heger hûn naxwazin tune bibin, dev ji karê xwe yên li ser mezelan, şîn û şahiyan, hevdîtinên di nava çar dîwaran de berdin. Bi hemî hêz û qawetên xwe yên heyî piştgiriya başûrê Kurdistanê bikin da ku wir bibe dewleteke kurdî ya serbixwe. Ji ber ku ew ê bibe dermanê hemî êşên kurd û kurdistaniyan…

Bi avakirina tevgerên bi deh kesan û bi hebûna partiyên malbatî tu kurdistan azad nabe. Ji ber vê dibêjim: Xwe û gelê xwe nexapînin, xwe bidin ser hev û eniyeke neteweyî damezrînin da ku ew bibe çareserkirina kêşa kurd û Kurdistanê li bakurê welatê me.

Önceki ve Sonraki Yazılar