Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Kulturîmperîyalîzm, medyaîmperyalîzm û Egonomî  

A+A-

Em kurd ne xwedîyê sazgeh û tradîsyona demokratîk in. Mafên me, kurdên Bakurî di bin desthilatdarîya hikumeta Tirkiyê de dihê pelixandin.

Nedemokratbûna rêxistin û dezgehên kurdên bakurî jî bi serê xwe problemeke mezin e. Bivê-nevê rêxistinên ne demokratîk, mafên kesan bi hawayekî dipeliçiqînîn.

Em kurd wekî netewe bi salan e, doza demokrasîyê dikin, lê em di praktîka rojê de, em bi xwe jî ne demokrat in. Ev rastîya me ye, ji bo me bi xwe jî derbas dibe. Naskirina mafên hindikneteweyên Kurdistanê yên asûrî, sûryanî, ermenî û di programa partîyên me de divê bên parastin. Em mafên wan ên zimanî, çandî, olî û yên elewîyan wekî yên xwe biparêzin da ku cûdahîya me û kemalîstan diyar bibe. Heke Yekitîya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî  piştgirîya kurdan bikin  ji bo xwe û ya duhem jî ji bo nasîna mafên kêmneteweyên Kurdistanê ye.

Divê em ji bîr ne kin ku herêma ku zaza hene, bila zimanê wan, zazakî bibe zimanê fermî û kurmancî bibe zimanê duhemîn.

Kurdistan bi rengên cûda xweştir û şêrîntir dibe. Ez bi xwe naxwazim rengekî ji Kurdistanê kêm be, ji ber ku, hingê kulturek

winda dibe, mîrasa hezar salan bi avê ve diçe, mala minê...

Ez di vê nivîsara xwe de bi kurtehî li ser formên demokrasî, postkolonyalîzm, medyaîmperîyalîzm, monoteîzm, egonomî û kulturîmperyalîzmê radiwestim. Çimkî rewş û hoyên ku ez bi hawayekî vekirî û rasterast dîtinên xwe li ser partî û rexistinên Bakurê Kurdistanê dîyar bikin, tune ne.

Çend formên demokrasîyê yên bingehîn hene, ew jî di nav xwe de parve dibin:

 

1- Demokrasîya sosyalê, demokratbûna civakî...

2- Demokrasîya lîberal ya siyasî...

3- Demokrasîya aborî...

4- Demokrasîya kulturî (çandî, teorîyeka nûh)...

5. Demokrasîya zmanî ya hindikneteweyan (kêmnetewe, li gorî teorîya postmodern).

 

Dîktatorîyet bi tenê, bi rêya zorê çênabe, bi rêyên din jî çêdibe. Dîktatorên klasîk bi tenê rêya zorê bikartînin. Heger biryareke kollektîf û bi hawayekî etîk nehê girtin, dibe ku ew biryar ne demokratîk be. Welatên Rojhilata Navîn bi dîktatorîyetê tê îdarekirin. Ev tradîsyona Rojhilata Navîn e, di nav kurdan de jî heye, lê ber bi mirine diçe. Pirsa demokrasîyê di nav kurdan de pir dihê minaqeþekirin. Partî û rêxistinên kevn perçe bûn û her partîyek jî, ji di nav xwe de bûne du-se rêxistin. Sedemê perçebûna wan, pirsa demokrasîyê bû. Lê mixabin yên çêbûn jî, bûn wekî yên kevnar û ji lewre  jî gaveke hevdem nahêtin ji ber ku ew bûn kopîyakerên rêxistinên kevn. Di rêxistin û partîyên Rojhilata Navîn de monoteîzm û egonomîya serokan, nîşana nedemokratbûna wan e, ne tiştekî din e. Em kurd ji alîyê edet, kultur, tore û dezgehên demokratîk ve paşve mane. Bê şik para dijminê kurd pir e, lê para me jî heye. Bêdemokratbûn, bêguhartin, bêtoleransbûn, em nikarin gavekê bavejin. Ez dixwazim gotina xwe bihînim ser Komeleyên partîyen kurdan. Di sala 1970î de Komeleyên partîyên kurd û gelekî komeleyên din ên xezikî avabûn. Niha komeleyên berê û gelekî komeleyên din ên xezikî hene. Di kongreyen wan de yek lîste dihê pêşkeşkirinê. Hilbijartin jî formalîtê bû. Ev nimûyeka reş e, li ber çavên dîktatorên nûjen (modern) yên kurdan e. Lê paşê bi pêşnîyaza dezgehên Swêdê, sîstema xwe guhartin, li gorî prensîbên demokrasîya  Swêdê komele û sazîyên xwe avakirin. Mala Swêdîyan avabe. Komeleyên partîyên kurd ên bakurê Kurdistanê dijî pêşnîyaza dezgehên Swêdê derdiketin, heta komeleyên xêzikî dev ji Federasyonê berdan, ne bûn endam û dijî pêşnîyaza dezgehên Swêde nerazîbûna xwe hanîn zimanî. Ev mijarekê nazik e, ez naxwazim vekirî navên partiyên kurdan bibêjim. Hin kurd 30-40 sal berê hatine Swêdê, lê hê jî fêrî swêdê nebûne û niha aqil didin xelqê.

PKK behsa  demokratbûna Tirkiye, Iraq, îran û Sûrîyê dike; dûnya ji cihê xwe bileqe, lê  ew ji cihên xwe naleqin. Ya duhem demokratbûna Tirkiye, Iraq, îran û Sûrîyê  ne karê neteweya kurd e.  

 

Şubandina dîktatoran wekî hev e:

- Serokekî  wekî xwedê (Stalîn)

- Leşkerî / mîlîtarîzm, totalîtarîzm...

- Bombekirina bajar, mal û gundên dijberan ji alyê dewletê ve.

- Egonomî

- Polemîk

- Extremîzm

- Xelq û serokekî wekî xwedê (Hîtler).

- Aborîya plankirinê / planekonomî (Lenîn, Stalîn, Hîtler).

- Hîerarkî (Lenîn, Stalîn, Hîtler).

- Serok ji wêne ango suretê xwe dike (Hîtler, Stalîn).

- Înkarkirina kes, partî û rêxistinen din.

- Monoteîzm û egonomîya serokatîyê.

- Bêtoleransîya partî ango rexistineka siyasî.

- Hişkî, serhişkî.

- Egocentrîzm

- Karyalîzm.

- Bêberpirsyarî, bi etîkî, bê moralî.

- Dayîna biryara bi sere xwe.

- Nimûneka din, li ser aferîna Hîtlerî:

- Antîdemokratî - metoda zorê.

- Li dijî ronakbîran, li dijî rewşenbîran kîndarî.

- Nîjadperestî-neteweperestîya zêde.

- Serokek bi tenê, partîyek (serokekî mîna Xwedê)

- Kulturîmperîyalîzm û medîeîmperyalîzm

 

Em kurd li derveyî globalizmê ne. Ji ber hingê, ez dixwazim vebigerim ser gotina kulturîmperyalîzmê ya ku dinya kirîye gundekî piçûk. Kulturîmperyalîzma Dewletên Amerîkaya yekbûyî bi kêrî welatên paşvemayîn dihê, çimkî ew zanyarîyê bi xwe re tîne û belav dike. Kulturîmperîyalîzma (împeryalîzma çandê) Dewletên Mezin bi alîkarîya rojname, kovar, TV û medîyayên xwe ve, rolên xwe dileyîzin. Li vir mirov dikare qala gotina medîyaîmperyalîzmê jî bike. Kulturîmperîyalîzm û medyaîmperyalîzm (çapemanîya împeryalîzmê) bûye cîhgeha hêzdarîya Dewletên Mezin. Ji bilî  medya nûjen û digîtal TV îmkanên nû peyda bûne...

Li alîyekî "Medya Zanistî" û li alîyê din jî medya propagandayê...  Di vî warî de çend xalên girîng hene, ew jî ev in:

 

1. Zanistî û teknîka agehîyê (înformasyon)

2. Agehîya aborîye (înformasyona aborîyê)

3. Hêza çekdar li cîhanê.

4. Agehîya siyasî (înformasyona siyasî)

5. Ragihandina nûçeyan bilez û bez/ belavkirina xeberan bi lez û bez.

Sedemên globalîzmê, ev in:

1. înternasyonasbûna aborîyê / navnetewebûna aborîyê û parvekirina wê.

2. Pazara nûh, ji nûh ve organîzekirina pazara cîhanê.

3. Teknolojîya nûh, sateliter, internet .

4. Transporta nûh û îmkanên nûh.

5. Mîgrasîyon.

6. Postkolonîyalîzm.

 

07-03-2010, Stockholm

 

Önceki ve Sonraki Yazılar