Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Kovara Tîrêjê û Farqîn

A+A-

Tîrêj li Bakûrê Kurdîstanê kovara yekem e ku xwerî bi kurdî bû. Derketina vê berhemê bi vî rengî ne tesadûfî bû. Ew ewrê reş û tarî ku piştî avakirina Cumhurîyeta Tirkîyê girtibû ser welatê me, ber bi belavbûyinê va bû; kurdayetî  gav bi gav geş dibû, di warê sîyasî de rûdanên nû dihatin holê.

Ev yek, piştî nîvê salên 1970´an bi zelalî hat dîtin. Midaxeleya eskerî ya 12ê adara 1970´an bû wesîle ku li gîrtîgeha eskerî ya Dîyarbekirê, bi sedan kesên sîyasî  bicivin. Ev sîyasetmedar xwedî nêrînên cuda bûn. Di girtîgehê de komikên cuda tine vucudê. Yek ji van komikan jî ”Koma Komunê” ye. Ev kom ji beşek DDKO´yî yan pêk tê. Di nava wan da kesên wek Ismaîl Beşîkçî, Mumtaz Kotan û Ibrahîm Guclu hene. Girtîyên ji DDKO´ya Farqînê jî xwe li vê komê digrin. Mehmet Gemîcî yek ji van girtî ya ye.

5-072.jpg

Piştî ku ceza li girtîyan tê birin, ew ji xwe re programeka xebatê çê dikin. Di nava vê programê de dersên kurdî jî hene. Mamostê van dersan Mehmet Gemîcî ye. Xwendekar Ismaîl Beşîkçî, Îbrahîm Guçlu, Battal Bate, Yilmaz Balkaş, Fîkret Şahîn û çend navên dinê ne. Li gor ku M.Gemîcî îfade dike, Îsmaîl Xoce ew tiştên ku di qursê de fêrî dibe, bi Xelîl Axa re pratîk dike (1).

M.Gemici bi efûya 1974`an ji girtîgehê dertê, wek mamostê edebîyatê bar dike diçe Mugla´yê. Di wê navê da, beşek ji DDKO`yî yan ku bi navê Komalê dihatin naskirin biryar didin ku bi navê Rizgarî kovarek derxin. Li gor ku min ji M.Gemîcî gohdarî kiriye, di vê kovarê de divê beşa kurdî jî hebe, lê di destê wan de kesên ku baş bi kurdî binivisînin tunin. Ji ber vî sebebî Mumtaz Kotan bo serdana Gemîcî diçe Mugla´yê, jê daxaz dike ku li gel wan cîh bigre û di Rizgarîyê da bibe mesûlê beşa kurdî, lê ew vê pêşnîyarîyê qebûl nake.

Di wê navê da li Kurdîstanê hereketek dinê, hevalên Dr. Şivan, xwe ji nuh ve organîze dikin. Ew, piştî demeke bi navê DDKD`ê komeleyek mekezî ava dikin.  Muhterem Bîçîmlî ku hevalekî M.Gemîcî yê zaroktîyê ye, herewha, ew ji hev pirr hiz dikin û bi hev bawer in, qadirek muhîm ê vê hereketê ye. Bi rêya Muhterem Bîçîmlî, M.Gemîcî hay ji vê hereketê heye. Her çikas ew li Mugla`yê kar bike jî, ew û Mugla li hev germ nedibûn;  pîyek wî tim li Farqînê ye.

DDKD, kongra xwe ya yekem  li Dîyarbekirê çê kir.(2). M.Gemîcî jî bi mera, em bi hijmrek mezin pêşdarî vê kongrê bûn. Kongre pirr bi heyecan û sewîye bû. Piştî vê kongera bi serketî,  M.Gemîcî şiîrek bi navê Ronahî (3) nivisî:

Lib bi lib
Mîna kuliyên berfê
Nermîn u sivik
Dahat ronahî.
Li baxçeyên mêjîya danî
Baxçe vegirt
          Lib lib lib
(...)

Mizgîn li we
Ji
Lib bi lib;
Ronahî pingar da

Bû derya
Û di ser bendê de qelibî
Pelişand derbendê.
Ronahî
Bi azadî
          herikî.

Di wê demê da bi kurdî nivisandin, ji bilî zanîn û kabîlîytê, riskek pirr mezin bû; mirov tûşî ceza û ezîyatên Dewleta Tirk dibû. Li alî din, xebat û keda niviskar, di êrişekî polês de, berhewa diçû.  Mehmet Gemîcî, ji bo parastina berhemên xwe, nusxeyek ji wan li cem min dida veşartin. Ew berhemên wî, xebatên li ser ferhenga kurdî û şiîr bûn  (4).

6-052.jpg

Piştî wefata Muhterem ez bûm perpirsîyarê sîyasî li Farqînê. Di çerçeva hevdîtinên sîyasî de M.Elî (Murad Ciwan) bû mêvanê min. Min berhemên M. Gemîcî yên li cem xwe nîşê wî da. Kêfa wî ji van berheman ra pirr hat. Ji xwe M. Gemîcî di warê edebîyat û zimanê Kurdî de naskirî bû. Herwuha, hevalên me hay jê hebûn ku Guruba Komalê daxwaz ji wî kiriye ku ew bi wan ra kar bike.

M.Elî, bi serokê hereketê Omer Çetîn û yên dinê ra diaxife. Biryar tê stendin ku divê M. Gemîcî dev ji karê xwe yê Mugla`yê berde û vegere Farqînê; ew dê wek mirovek profesyonel, karê Tîrêjê yê beşa kurmancî bigre ser milê xwe. Di warê aborî de jî, ew ê ji alîyê Partîyê (5) ve were fînanse kirin.

Ji bo birêvebirina vî karî komîsyonek tê avakirin. Berpirsîyar M.Elî ye. Komîsyon ji M. Gemîcî, Malmisanij, Ahmet Begîk û Mem Ronga pêk tê. Berpirsîyarê beşa kurmancî M.Gemîcî bû. Ew nivisên xwe bi navê Rojen Barnas, Filît Totanî, serxas Arda, Ferîdûn Salar û Mihemed Qasim amade dikir. Mesûlê beşa zazakî jî Malmisanij bû.

Ji ber ku piranîya endamên komîsyonê li Farqînê bûn, civîn gellek caran li wê derê pêk dihatin. Ji bilî M. Gemîcî, Malmisanij jî li Farqînê li Yatili Bölge Okulu`yê mamoste bû. Vê dawîyê Ahmet Begîk jî li Farqînê dest bi karê doktorîyê kir. Mehmet Tanrikulu, wek niştecîhekî Farqînî, geh li Batmanê geh li Farqînê bû. Loma jî divê bê gotin ku cîyê jidayîkbûna Tîrêjê Farqîn bû. Tîrêjê,  ji wir ronahîya xwê li Kurdîstanê belav dikir.

7-040.jpg

Bi derketina Tîrêjê re gellek kesîn nû dest bi nivsandina kurdî kirin. Di warê kurmancî da ji Eruhê bigre heta Tetwanê gellek qelemên nû nivis û şiîrên xwe ji kovarê ra rêdikirin. Li Farqînê me, bi mamosteyîya Gemîcî, li lokala DDKD`ê,  dest bi qursên ziman kir. Nivisên Tîrêjê bi armanca perwedekirina zimanê kurdî, li hucrên Partîyê dihat belavkirin. 

Piştî derketina M.Eli ya dervayê welêt,  Ahmet Begîk bû perpirsîyarê Tîrêjê. Çapkirin û belavkirina kovarê, jî alî wî va dihat birevebirin.

 

Tîrêj, wek kovarek demsalî di dawîya sala 1979´an de dest bi weşana xwe kir. Li ser hev  çar hijmar derketin. Hijmara çaran, ji ber darbeya eskerî ya 1980`an li dervayê welêt, li Swedê hat çapkirin. Ev darbe, dawî li jîyana Tîrêjê anî. Di warê sîyasî de jî em jihev ketin. Komîsyona Tîrêjê ji hev belav bû; her yekê bi cîhekî va pekîya.  Mehmet Gemîcî, bargirê Tîrêjê, li ortê ma. Wî xwe mexdûr hesiband,  li Dîyarbekirê li cem muhasebecîkî welatperwer dest bi kareke kir.

 

1-Rojen Barnas, Farqîn, Weşanên Nûbiharê, Istanbul 2013, rûpel 185
2-Kongere roja 13.10.1978 li Dîyarbekirê di salona Halk Egitim Merkezi de pêkhat, du roj ajot. Wê demê
xebata DDKDê pêl dida. Hemû rêxistinên Kurd bi temsîlkarên xwe pêşdarê kongerê bûn û axaftinên bi heraret kirin. Ev kongre pirr bi heyecan û serkeftî bû.
3-Rojen Barnas, weşanên Nûdemê, Stockholm 2002, rûpel 89.
4- Rojen Barnas, Farqîn, Weşanên Nûbiharê, Istanbul 2013, rûpel 186
5-KÎP / DDKD

Stockholm. 01-05-2020

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar