Kovara Lemanê: Çi ye dojeh ji bilî dinyayeke bêwijdan!

Kovara Lemanê: Çi ye dojeh ji bilî dinyayeke bêwijdan!

.

A+A-

Kovara LeManê, di berga xwe de behsa rewşa girtîyên nexweş ên li girtîgehan dimirin. Li girtîgehên Tirkîyeyê, 604 ji wan bi halê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Hefteya borî 3 girtiyên nexweş can dabûn.

Kovara LeManê ya karîkaturan û pêkenînê di berga xwe de behsa rewşa girtiyên nexweş kiriye. Kovarê ji bo vê mijarê sernava "Çi ye dojeh ji bilî dinyayeke bêwijdan!" nivîsiye.

Li girtîgehên Tirkîyeyê, 604 ji wan bi halê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Hefteya borî 3 girtiyên nexweş miribûn. Hejmara girtiyên nexweş niha hezar û 602 e.

Halîl Guneş 

Halîl Guneş 29 sal in ku li girtîgehê bû û nexweşê pençeşêrê bû. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazi Yaşargil a Diyarbekirê rapor ji bo wî amede kiribû û tê de gotibû "Nikare li girtîgehê bimîne". Lê berovajî vê raporê, Saziya Tiba Edlî (ATK) raporeke din amade kiribû û gotibû "Dikare li girtîgehê bimîne". Guneş di 15ê Kanûna Pêşiyê de, li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Wê Zêde ye di hicreyekê de mir. 

Abdulrezzak Şûyûr

Abdulrezzak Şuyur, 28 sal in li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Aliagayê ya Şakrana Îzmîrê girtî bû. Beriya 3 mehan bi nexweşiya pençeşêrê ketibû. Ûr di kezeba wî de hebû. Lê belê nedihat dermankirin. 14 meh mabûn ku ji girtîgehê derkeve. Daxwaza tehliyekirina wî hebû, lê ev daxwaza wî nehatibû pejirandin. Di 2006ê de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana Şûyûrî, ji gelek aliyan ve biryara binpêkirina mafan da. Şûyûr di 16ê Kanûna Pêşiyê de li girtîgehê mir. 

Salîh Togrûl

Salîh Toğrûl 18 sal in li girtîgehê girtî bû. Di sala 2007ê du caran krîza dil derbas kiribû û beşek ji laşê wî kar nedikir. Di sala 2013ê de li girtîgehê ket û xwîn dawerivîbû ser mejiyê wî. Nedikarî tevbigere û hişê xwe winda kiribû. Toğrûlê ku nikaribû hewcedarîyên xwe bicîh bîne, di sala 2014ê de tehliye bû. Toğrûl li ser sedyeyê ji girtîgehê derketibû û di 15ê Kanûna Pêşiyê de li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê miribû.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 14ê Kanûna Pêşiyê de weşandibû, ji destpêka 2020ê heya 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê, herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine. 

Di bergê de paspanê ku ji bo rakirina laşê girtiyê nexweş hatiye dipirse "em hinekî jî bisekinin gelo? Belkî ev girtiyê nexweş hê nemiriyabe?" Paspanê dinê jî dibêje "Bi min êdî miriye... Deyne li ser çarberê, êdî em derxînin..."

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin